Ola Heles: Bi çapemeniyê re baldarî li ser destkeftî û çalakiyên jinan çêbû

Koordînasyona Însiyatîfên Medyayê ya Komeleya Zaxir Ola Heles got ku çapemenî ji bo guhertina bîr û baweriyên ku li peş jinan dibin astengî dixebite û balê dikşîne ser destkeftî û çalakiyên jinan.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Medya yek ji girîngtirîn amûrên civakê ye di serdema nûjen de, ji ber ku dikaribû bigihîje hejmara herî zêde ji temaşevanan û guhertinan di bandorkirina endamên civakê û karûbarên giştî de pêk bîne. Her wiha roleke aktîf di balkişandina ser kêşeyên jinan de dilîze û balê dikşîne ser destkeftî û xizmetguzariyên wan ên ku di hemû warên jiyanê de pêşkêş kirine.

"Yek ji rolên girîng ên çapemeniyê piştgirîdayîna jinan di warê medyayê de bû"

Koordînasyona Însiyatîfên Medyayê ya Komeleya Zaxir Ola Heles diyar kir ku medyayê roleke mezin di warê guhertina bîr û baweriyên serdest ên berê de ku tenê bi wê yekê sînordar bû ku rola sereke ya jinan mal û xwedîkirina zarokan e, lîst û wiha domand: "Çapemeniyê bal kişand ser çalakî û destkeftiyên jinan di hemû ast û qadên civakê de. Pêwendiya medyayê bi pêşketina civakan û guhertina çanda wan ve heye. Ji rolên girîng ên çapemeniyê, piştgirîkirina jinan di medyayê de û balkişandina ser maf û pirsgirêkên wan bû, bi taybet mijarên tundiya li dijî jinan ku berê dihatin veşartin. Niha cudahiyek mezin heye ku jin mafên xwe bi giştî bi dest dixin û medya wan teşwîq diike ku xwe bi pêş bixin bêyî ku guh li adet û kevneşopiyên ku wan kêm dike bikin."

"Rola jinan di medyayê de hê jî kêm e di warê rêvebirina saziyên ragihandinê de"

Ola Heles da zanîn ku piştgirî û teşwîqkirina însiyatîvên medyayî yên ku ji bo jinan û mafên wan dixebitin divê li ser bingeha perspektîfek sazûmanî ya di navbera medya û rêxistinên jinan de bin û wiha pê de çû: "Di dema me de pirsgirêka jinan, pirsgirêka hemû civakê ye. Rêxistinên jinan li ser hemû malperên medyaya civakî di bin çavdêriya koordînatora medyaya rêxistinê de rûpel hene ku çavdêriya çalakî û encamên destpêşxeriya medyayê dike û kar dike ji bo belavkirina alîkariyê ji bo jinên ku bi rêxistinê re danûstandinê dikin û daxwaza xizmetguzariyê dikin. Lê piraniya saziyan ne xwediyê belgenameyên medyayî yên temam in û kêm derfet hene ku bi saziyên ragihandinê yên herêmî û navneteweyî re ku xizmetê ji jinan re dikin re hevkariyê bikin, da ku wêne zelal bibe û dengê jinan bigihîje her kesî. Rola jinan di medyayê de hîna kêm e di warê rêvebirina saziyên ragihandinê de, tevî ku jinan gelek destkeftî bi dest xistine û di hemû qedand de xwe îsbat kirine, nemaze di çapemeniyê de, lê ji ber edet û kevneşopiyên civakê jin rastî gelek astengiyan tên."

"Li Xezayê hin navend hene bi kêşeyên jinan û mafên wan di asta medyayê de têkildar in"

Ola Heles anî ziman ku divê bernameyên ragihandinê yên jinan hebin ku bi hevkariya saziyên çapemeniyê yên navdewletî re beşdarî bilindkirina dengê jinan û daxwaza mafên wan bibin û wiha berdewam kir: "Hin navend li Xezayê hene ku bi kêşeyên jinan û mafên wan di asta medyayê de têkildar in, di nav wan de navenda ragihandinê ya civakê ku balê dikşîne ser mijarên tundiyê û xizmetguzariyan ji bo jinên ku ji tundiyê rizgar bûne pêşkêş dike. Pêwîst e guhertineke berbiçav ji bo medya û jinan çêbibe, bi riya daxwaza jinan bo tevlibûna warê ragihandinê, çi sûdmendên projeyan û çi di saziyan de kar bikin û pêwîst e bi hev re danûstandinê bikin da ku dengê xwe bilind bikin, destkeftiyên xwe nîşan bidin û daxwaza mafên xwe bikin."