Navenda Jinên Rojnamegerên Filistînî ji bo şikandina tabûyên girtî navgînek e

Rêvebira Ofîsa Jinan a Filistînê ya li Xezayê Mona Khader destnîşan kir ku Navenda Jinên Rojnamegerên Filistînî ji bo şikandina tabûyên girtî wesîleyeke.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Pêwistiya jinên rojnamegerên Filistînî bi cihek ji bo komkirin û yekgirtinê heye. Despêkê li ser pêşiniyara jinên ronakbîrên Filistînê pêşniyar hebû ku çend jinên afrîner cihekê peyîda bikin ku pisporiyên cuda yên wek rojnamevanî, afrîneriya nivîsandinê, derhênerî, montaj û çend warên din bigire nav xwe. Ji nava vê fikra damezrandina navendek serbixwe ji bo jinên rojnamegerên Filistînî hat.

Rêvebira Ofîsa Jinan a Filistînî li Xezayê Mona Khader têkildarî vê mijarê dibêje ku navendek ji bo rojnemegerên jin yek ji bernameyên saziyê ye ku 13 sal berê hatiye damezrandin da ku bibe xeleka girêdanê di navbera rojnamevanên jin ên kevin û nû de da ku ezmûnan û pêşkêşkirina xizmetên derûnî û civakî bi hev re parve bikin û wiha domand: “Dema ku navend hat damezrandin, buroya jinên Filistînî tune bû, lewma heta ku karîbûn ji vê pirsgirêkê derbikevin, li navenda rojnemevanên jinên başûr hatin pêşwazîkirin.”

Mona Khader bilêv kir ku karê navendê bi riya navnîşek ku ji hêla wê û endamên saziyê ve hatî destnîşan kirin were organîze kirin, her wiha rêzikname, armanc û nêrîna stratejîk jî hatine çêkirin. Hemû pêngavên berê piştî çend rûniştinên şêwrê di navbera endaman û kesên ku dixwestin tevlî komeleyê bibin de hatin pêkanîn, ku di dawiyê de li ser nav û komîteya şêwirmendiyê lihevkirin hat kirin. Mona Khader da zanîn ku yekemîn çalakiyên ku ji aliyê navendê ve hatiye kirin, civîna ezmûna çapemeniyê ye ku her hefte rojnamevanên jin ji bo pevguhertina ezmûnan li hev dicivin, her wiha derfetên kar ji bo rojnamevanên jin hatin peydakirin di çarçoveya gelek projeyên mîna nivîsandina bi pergalek perçeyî ji bo zêdetirî 25 rojnamevanan her sal, yan jî danûstandina bi saziyên ragihandinê re da ku wan ji bo peydakirina karekî demkî bi cih bikin. Ji xwe di dawiya her salekê de rûniştinek ji bo lêkolînkirina pirsgirêk û aloziyan û pêwîstiyên van rojnamevanên jin tê lidarxistin.

Mona Khader tekez kir ku navend ne li şûna Sendîkaya Rojnamegeran e, lê ew beşek e ji wê desteyê ku bi berdewamî hewl dide ku rastiyê biguhezîne bi zexta li ser hilbijartinan û pêşkêşkirina çareseriyên pratîkî ji bo reforman û wiha berdewam kir: “Piştî têkçûna hin hewlên berê, giranî li ser karkirina bi yekalîkirina rojnamevanên jin bû ji bo bihêzkirina wan di sendîkayekê de da ku karibin bigihin mafên xwe û hevsengiyek di navbera endamên sendîkayê de pêk bînin. Têkildarî armanca damezrandina navendê Mona Khader bal kişand ser wê yekê ku rojnemegerên jin ji bo derbaskirina tabûyan rewşekê ava dikin û diyar kir ku rojnamegerên jin hatine perwerdekirin ku jin bêyî alîkariya mêran dikarin her tiştî bi tena serê xwe bikin û wiha dom kir: “Ev di pratîkê de di dema çêkirina bernameyeke televîzyonê ya jinan de ji bo jinan, ji nivîsandinê bigire heta pêşkêşî, derhênerî, montaj û kişandina fîlman hat pêkanîn.”

Mona Khader behsa wê yekê kir ku taybetmendiya herî girîng a navenda jinên rojnemegerên temamkeriya di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de ye ku gelek qursên di warê medyayê de yên weke nivîsandina çîrokan, li ser dijîtalê parkirina wan, nivîsandina berhemên li ser naveroka xebatên femînîst û raporên berpirsiyariyê, ji xwe di hilbijartina qadan de di navbera werzîş, aborî, siyaset û yên din de cihêrengî tê çêkirin. Di heman demê de xizmetên piştevaniya derûnî jî hene, ji ber ku di bin stresa dagîrkeriyê di şert û mercên pir dijwar ên aborî û siyasî de dijîn weke hewcehiyek lezgîn tê hesibandin.

Mona Khader da zanîn ku navend niha nêzîkî 600 endaman digire nav xwe û endamtî ji rojnamevanên jin û derçûyên kolêjên medyayê re li Xezayê vekirî ye ji xizmetên ku bi berdewamî li seranserê salê têne pêşkêş kirin, sûd werbigirin, ku wek şêwermendiya qanûnî tê hesibandin ji bo bidestxistina mafên wan bi riya hevkariya Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan û Navenda El Mezan a Mafên Mirovan ji bo pêşkêşkirina wan agahiyan, ji jêderan û kesên xwedî ezmûn.

Mona Khader piştrast kir ku yek ji karên herî girîng ên navendê ew e ku li kêleka jinên rojnamevan ên ku bi awayekî keyfî ji karên xwe tên dûrxistin bi riya lidarxistina rûniştinan û berpirsyarîgirtina ji rayedarên berpirsyar û di dawiya axaftina xwe de jî anî ziman ku erk û kêşeyên navendê bi zêdebûna rêjeya derçûyên medyayê ji zanîngehên Filistînê zêde dibin da ku ev nifş bikarin cihekî rastîn ji xwe re peyda bikin ku her cûre piştgirî peyda dike û alîkariya wan dike ku pirên ragihandinê bi aliyên cûda ve girêbide.