“Êrîşên dewleta Tirk ewlekarî û aramiya Rojhilata Navîn dixe metirsiyê”

Jinên gundewarên Şêrawa û Şehba yên di bin bomberdûmanê de dewleta Tirk a dagirker de li ser jiyana xwe ya dibin êrîşan de axivîn.

RUBARÎN BEKİR

Şehba - Jinên koçber ên Herêma Efrînê li gundên navçeya Şêrawa û Herêma Şehba yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan xuyakirin ku zêdebûna êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser gundên herêma Şahba, hewldana dûrxistina şêniyan e. Der barê armancên êrîşan û hewldanên dagirkeriya Tirk û bertekên gel ên li hemberî wan de ajansa me nêrînên jinên koçber ên Efrînê girt.

Nûran Mûsa ya ji gundê Dercemal a Şêrawa ya herêma Efrînê, diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser çar aliyên Kurdistanê zêde bûye û wiha domand: “Hêzên gerila bi berxwedaneke mezin bersiv da êrîşên dagirkeriyê. Ji bo lawaziya xwe v eşêre vêcarê jî dagirkeriya xwe bi êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Bi vê yekê dixwaze îradeya gelên herêmê bişkîne û niştecihên wê koçber bike.”

Fatima Sîdo ya ji navçeya Şêrawa ya Efrînê jî da zanîn ku 4 sal berê şêniyên Efrînê bi darê zorê ji warên xwe koçber bûn, artêşa Tirk rojane gund û navçeyên Efrînê dike armanc, herêma Şehba ya ku koçberên Efrînê lê dijîn, tevî gundên navçeya Şêrawa rojane dibin topbaranê de ne û wiha dom kir: “Armanca van êrîşan ew e ku şêniyên herêmê dîsa ji gundên Şehba yên ser bi Efrîn û Şêrawa yên dagirkirî koçber bikin û wan ji erdnîgariya Efrînê dûr bixin.” Fatima Sîdo destnîşan kir ku nepêkane gel dev ji ax û welatê xwe berde û dê li hemberî êrîşan li ber xwe bidin û axa xwe azad bikin.”

Fatima Mihemed jî amaje bi wê yekê kir ku ew neçar mane ji axa xwe ya Efrînê derkevin piştî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û wiha got: "Em ji êrîşên dagirkeriya Tirk jî bê par neman. Rojane ji nuqteyên çeteyan ên li Efrînê herêma me tê bombebarankirin û rasterast sivîl hedef tên girtin. Emê navçeya Şîrawa û gundên Şehba bikin keleha berxwedanê û rê nedin dagirkeran.”

Berîvan Îsa jî anî ziman ku dagirkeriya Tirk dixwaze deshilata Osmaniyan li Sûriyeyê giştî vegerîne û dixwaze dagirkeriya xwe ber bi Rojhilata Navîn ve berfireh bike û wiha got: "Êrîşên dewleta Tirk ewlekarî û aramiya tevahiya Rojhilata Navîn dixe metirsiyê. Ji lewra divê eniya berxwedanê li hemberî dagirkeriyê li seranserî cîhanê bê mezin kirin. Ger wiha nebe wê bêdengiya cîhanê û welatên Rojhilata Navîn bibe sedema karesatên mezin. Ji lewra em bang li civaka navdewletî dikin ku destwerdanê bike û planên guhertina demografîk, koçberkirin û komkujiyên li dijî gelê Sûriyê rawestîne.”