Meysa El- Elî: Pêwîstiya koçberan bi alîkariya tenduristî û pêdiviyên jiyanî heye

Endama Komîteya Karûbarên Koçberan a Meclisa Kampa Serêkaniyê Meysa El- lî diyar kir ku bi derbasbûna demsala havînê re rewşa koçberên kampa Serêkaniyê bi xeder dibe û bang li rêxistinên mirovî kir ku bi erk û misyona xwe rabin û alîkarî bidin koçberan.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, bi sedhezaran şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî koçberî herêmên din ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Ji bo bicihkirina koçberan jî Rêveberiya Xweser li Hesekê kampa Waşokanî, kampa Serêkaniyê ava kir. Niha li herdu kampan  zêdetirî 8 hezar koçber dimînin. Rewşa koçberan zehmet e û Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe hewl dide ji koçberan re bibe alîkar. Rêxistinên alîkariya mirovî yên navneteweyî jî xwe li bêdengiyê danîne. Endama Komîteya Karûbarên Koçberan a Meclisa Kampa Serêkaniyê Meysa El- Elî axivî.

“Ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovî rewşa koçberan di xeterê de ye”

Meysa El- Elî da zanîn ku 3 sal di ser dagirkeriya Serêkaniyê de derbas bûye, koçber di bin şert û mercên zehmet de dijîn lê rêxistinên mirovî bêdeng in û wiha anî ziman: “Di hundirê kampa Serêkaniyê de bi hezaran jin, zarok, kal û pîr hene. Di demsala zivistanê de rewşa wan xeter dibe û di demsala havînê de ji ber germahiya zêde zarok û jin newxeş dikevin. Ev 3 sal in koçber di bin şert û mercên zehmet de li ber xwe didin, tu rêxistinên mirovî jî dengê xwe nakin û li gorî berjewendiyê xwe tevdigerin. Dema berjewendî dikevin pêşiyê, wijdan tê firotin. Di vê kampê de pêwisteya koçberan bi pêdiviyên xwarinê, av û dermanan heye. Ji ber ku derman pir buha bûne û derfetên koçberan tune ne nikarin bikrin. Bi teybetî nexweşiyên şekir, dil, penceşêr û nexweşiyên jinan û zarokan zêde ne. Rêvberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkarî dide. Em bang li Rêxistinên mafên mirovan dikin ku destên xwe daynin ser wijdanê xwe û alîkariyê bi van koçberan re bikin.”

“Projeya avahiyên mêtingeriyê sûceke dijexlaqî ye”

Meysa El- Elî avahiyên mêtingeriyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye; Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê şermezar kir û got: “Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan di 4`ê Gulanê de ragihand ku welatê wî amade ye projeya avahiyên mêtingeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye; Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê ava bike û milyonek penaberên Sûriyeyê li wan herêman bi cih bike. Em wekî koçberên Serêkaniyê vê projeyê şermezar dikin û sûcekî li dijî mirovan dibînin. Ev proje zindkirina desthildariya Osmanî û guhertina demografiya herêmê armanc dike. Ez bang li hemû koçberên Serêkaniyê dikim ku bi destên hev bigrin û bi yek ruhî li dijî vê projeyê asta têkoşînê bilind bikin da ku em bajarê xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin. Hebûna dewleta tirk a dagirker di xaka me de aloziya Sûriyeyê kûrtir dike.”

“Pêwîst e dewleta tirk were cezakirin”

Meysa El- Elî axaftina xwe wiha bi dawî kri: “Ji destpêka şoreşê ve dewleta tirk li dijî gelan bi rûyekî eşkere komkujî û dagirkeriyê pêk tîne. Li hember kiryarên qirêj ên qirkirinê hemû dewlet bêdeng mane, li pişt vê bêdengiyê lihevkirinek di bin maseyê de heye. Em wek koçberên Serêkaniyê tiştek naxwazin em warê xwe dixwazin, em warê dapîr û bapîrên xwe dixwazin. Em bang li Rêxistinên mafên mirovan dikin ku dewleta tirk ji ber van kiryarên ku pêk tîne were cezakirin.”