Jinên Dêrezorê di xebatên şaredariyê de rolek çalak dilîzin

Jinên Dêrezorê piştî rizgarkirina herêmê ya di sala 2019’an de, dest bi xebatên şaredariyên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û rolekê sereke di şaredariyê de diliyzin.

ZEYNEB XILÊF

Dêrezor – Piştî ku bajarê Dêrezorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriye ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin meclîs û şaredarî hatin avakirin û hejmarek mezin ji jinan tevlî xebatên di nav wan bûn. Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Hecînê Ahed Merkaz derbarê xebata xwe ya di şaredariyê de û zehmetiyên ku kişandin de ji me re axivî.

"Jinan roleke girîng di avakirina şaredariyê de lîstin"

Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Hecînê Ahed Merkaz diyar kir ku ji destpêka ku şaredarî hat avakirin ve ew di şaredariyê de dixebite û wiha got: "Şaredariya Gel a Hecînê di 1’ê Gulana 2019’an de hat vekirin. Dema ku Hecîn di bin destê çeteyên DAIŞ'ê de bû, nedihiştin ku jin ji malê derkevin û kar bikin û her tişt ji jinê re qedexe bû. Piştî ku Hecîn bi destên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, jin ji koletiyê rizgar bûn û tevlî gelek kar û xebatan bûn. Jinan roleke girîng di avakirina şaredariyê de lîstin û hebûna xwe îspat kirin."

"Dê şaredarî kafeyek û firneyek ji jinan re ava bike"

Ahed Merkaz behsa projeyên ku şaredariyê di sala borî de pêk anîne kir û wiha axivî: " Şaredariyê di sla borî de xetên avê çêkir, îstasyonên ava vexwarinê ava kir û gelek karên din jî kirin. Jinên ku di saziyan de kar dikin rastî gelek pirsgirêk û zehmetiyan dihatin, lê bi derbasbûna demê re û tevlîbûna jinan di nava kar de zehmetî hatin derbaskirin û niha di girtina her biryarekê de di kar de jin xwedî rolek çalak in. Di nava projeyên siberojê de ku dê ji jinan re bên pêşkêşkirin, ji bo jinan kafeyek û firneyek bên amadekirin."