Meşa Jinan a Cîhanê dê li Tûnisê "akademiya jinan" vebike

Endama Koordînasyona Bakurê Arfrîka û Rojhilata Navîn Nîma El-Nusaîrî têkildarî vekirina akademiya jinan wiha nêrîn da: “Dê cara yekemîn li Tûnisê akademiya Jinan di cotmehê de vebê.”

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis- Meşa Gerdûnî ya Jinên li Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn a bejek ji Meşa Jinan a Cîhanê ye xwe amade dikin ku li Tûnisê yekem akademiya jinan vebikin. Têkilarî vekirina akademiya jinan Koordînasyona Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn Nîma El-Nusaîrî nêrîna xwe parve kir.

“Di cotmehê de akademiya jinan vedibe”

Nîma El-Nusaîrî têkildarî vekirina akademiya jinan wiha nêrîna xwe parve kir: “Bi armanca pişgiriya femînîst û demokrasiya femînst re, li Tûnisê cara yekemîn dê Meşa Jinan a Cîhanî dêriyên xwe di meha Cotmehê de ji jinan re vebike. Meşa Jinan a Cîhanê di konferansa xwe ya 12’ê Cotmeha 2021’an de ku hatibû li dar xistin diyarkiribûn ku li dijî her cure îstîsmara kapîtalîst tevgereke femînîst e. Şewba koronayê ku rê li ber civînên rasterast ên Komîteya Navdewletî ya ku ji her herêmekê ji 2 endaman pêk tê girt. Herî dawî ji bo diyarkirina rojevên xebatê yên 2022-2023 li Tirkiyê li hev civiyan.

“Meşa Jinan a Cîhanê dengê jinan dighêne hemû cîhanê”

Nîma El-Nusaîrî Meşa Jinan a Cîhanê wiha tîne ziman: “Hatina jinan ji bo vê xebatê gelek girînge.  Meşa Jinan a Cîhanê pêşiya xizaniya jinan digire û mafê wan diparêze. Her wiha aramiya aborî, wekhevî û edaleta civakî pêşkêş dike. Di heman demê de Meşa Jinan a Cîhanê dengê jinan dighêne hemû cîhanê. Meşa Jinan a Cîhanê tevgereke femînîst a li dijî pergala kapîtalîst e. Bi tifaqên li dijî kapîtalîzmê ne, her wiha tu têkiliyên me bi Yekîtiya Ewrûpayê re nînê re dixebitin.”