HPC ji bo parastina zeviyên çandiniyê bi hemû hêza xwe dixebite

Hêzên Parastina Civakê HPC û HPC- Jin bi armanca parastina zeviyên çandiniyê ji şewatê, hêzên xwe li derdora zeviyên çandiniyê yên Herêma Cizîrê bi cih dike û bi hemû hêza xwe dixebite.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Rêjeya şewatên zeviyên çandiniyê li çend herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî li Herêma Cizîrê di salên borî de zêde bû. Sedem jî bikaranîna hin hucreyên razayî yên dewleta tirk ji bo şewitandina demsalên çandiniyê yên gelê herêmê bû. Ev yek bû sedema ziyanên madî yên mezin ji bo xwediyên zeviyên çandiniyê. Lewre jî ev kesên ku zirar gihîşt zeviyên wan ji aliyê Rêveberiya Aborî ya Herêma Cizîrê ve hatin dabînkirin. Bi Armanca kêmkirina vê diyardeyê û xisarên ku cotkaran gihandine, Hêzên Parastina Civakê HPC û HPC- Jin dest bi hemeleyeke parastina zeviyan kirin û biryar dan ku li gel tîmên agirkujiyê bi belavkirina hêzên xwe di navbera zeviyan de beşdarî xebatên parastina zeviyên çandiniyê bibin.

“HPC- Jin di her kêliyê de amade ye ji bo parastinê”

Endama Hêzên Parastina Civakê HPC- Jin Evîn Osman ji Gundê Tenûriyê ye derketiye ser rê ji bo ku zeviyên gundê xwe biparêze, dibêje ku HPC- Jin di her kêliyê de amade ne ji bo parastinê û wiha axivî: “Em wekî HPC- Jin bi dewriyeyên Asayîşê re derketine ji bo parastina zeviyên gundê xwe ji şewatê, em ji bo her rewşê amade ne. Ev 20 roj in ku hemleya me hatiye destpêkirin, ji 9’ê sibehê ve em derdikevin heya 12’ê şevê û paşê jî Asayîş û nobetê dewr digre. Tevgera me li 16 gundan e û bi me re jî îtfayî digere ji bo ku agirek çêbibe bilez em bikaribin çareser bikin. Ez jî wekî endameke HPC- Jin 15 roj in cihê xwe di hemleyê de digrim, pêwîst e em şiyar bin û  çavên me vekirî bin. Dewleta tirk û xêrnexwaz sîxuan dişîne nava me ji bo zeviyên me bişewitîne lewre gere em li gund û bajarên xwe miqate bin.”

“Em ê zeviyên xwe ji şewatê biparêzên”                   

Endama Hêzên Parastina Civakê HPC- Jin Hacer Elî teqez kir ku dê nehêlin kêfa dijmin li wan were û zeviyên xwe ji şewatê biparêzin û wiha got: “Em parastina zeviyan dikin ji bo ku gelê em yê Rojava birçî nemîne. Gel bi van zeviyan debara jiyana xwe dike, ger ev zad were şewitandin dê zirarên mezin bigihîje wan. Bila dijmin fikir neke ku em razayî ne, em jin her dem şiyar in û parastinê dikin, dijmin dixwaze gelê me birçî bimîne lê tu kes nikare me têk bibe û çavên me natirsin. 12 salan me berxwedanî kir û hê jî em li ber xwe didin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş, HPC û gelê me piştgiriya me dikin, em ê bi hev re xwedî li axa xwe derkevin.”