Li xeta agir a Til Temirê: Berxwedana dapîreke 67 salî û hevjînê wê yê bi nexweşiya penceşêrê

Necah Xelîl dapîreke 67 salî ye tevî hemû zor û zehmetî, nexweşî û kêmderfetiyên jiyanê li gundê Dirdara yê ku dikeve xeta agir tevî hevjînê xwe yê ku nexweşiya penceşêrê pê re ye li ber xwe didin, dibêje ku ruxmî hemû zoriyan ew li vir e li ber xwe dide.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Sivîlên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin bombebaran û topbarana dewleta tirk a dagirker de dijîn, hêja ye ku mirov berê objektîfên kamerayên xwe bide berxwedana wan û balê bikşîne ser girêdana wan a bi axê re û hembêzkirina wan ji gundê wan re. Gundê Dirdara  4 km. dikeve bakurî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev gund kes nemaye û pê nebihîstiye ku çiqas tê topbarankirin. Mal û milkên wê hatine hilweşandin, mizgeft hatiye topbarankirin, topên neteqiyayî hê jî li nava zeviyan hene. Meclis û Şaredariya Gel a ku xizmeta navçeyê dikir hatiye topbarankirin û hilweşandin. Her wiha di encama topbaranê de çi bi çekên giran ango obîsan be bi dehan pez hatine serjêkirin û zirar li xwezayê bûye ku bi dehan dar jî di encama top û parçeyên obîsan hatine jêkirin û hişk bûne. Li gund sivîl ruxmî hemû zor û zehmetiyan bi kal û pîr, jin, zarok û mêr li ber xwe didin. Bi taybetî sivîlên ku mane jî hemû xwedî pez in, di çêrîna wan de zehmetiyan dikşînin ji ber nebûna şînahiyê û êm. Her wiha li gund ruxmî ku ew sivîl nizanin kîjan kêliyê wê di encama topan de jiyana xwe ji dest bidin lê li kêleka hewşên xwe baxçeyên ku ji zebzeyan pêk tên çandine. Hesabê vê yekê dikin ku ger êrîşek çêbibe û ew gund bikeve dorpêçê alternatîfên wan ên xwarin û vexwarinê hebin. Gund di nava bêdengî û civata dapîr û bapîran de maye. Necah Xelîl dapîreke 67 salî ye, tevî hevjînê xwe yê nexweş û keça xwe li gundê Dirdara dijî, ji me re axivî û behsa rewşa li gund kir.

"Ji tirsa parçeyan em nikarin ji odeya xwe jî derkevin"

Necah Xelîl di destpêka axaftina xwe de xwest behsa rewşa gund a beriya êrîşên dagirkeriyê bike û wiha got: "Ji ber ku em bi çandiniyê debara xwe dikin, herî zêde me genim û ceh li ser ava reyê çêdikir, berî şer û pevçûnan em di rehetiyê de bûn û bi rastî jî jiyana me her dem di kêfxweşiyê de bû. Lê piştî êrîşa dagirkeriyê rewş guherî êdî mal hatin hilweşandin û sivîl nema dikaribûn di bin topan de bijîn, ji ber ku topbaran bêser û ber e. Malên jorê gund hema bêje hemû hatine hilweşandin û sivîlên gund jî zirar dîtin. Wisa li me hatiye ku carna em diçin li nav zeviyan carna jî di hundirê malên xwe de dimînin, ji tirsa ku parçeyên topan li me bikevin û me bikujin."

"Ji bo ku tekerê motosiklet û wesayîdan neteqin em parçeyên obîsan kom dikin"

Necah Xelîl got ku wan gelek parçeyên topan ji gund kom kirine û wiha behsa sedema komkirina wan kir: "Te bidîta ku me çiqas parçeyên topan ji gund kom kirin û xistin torbeyan ji bo ku zirarê nedin tekerên motosiklet û wesayîdên diçin û tên gund. Sivîlên gund hatine dabeşkirin, beşek ên xwedî pez li gund in, beşa din jî yên di kampên koçberan û beşek jî di nava malan de li cem mirovên xwe bi cih bûne. Em jî li vir man û her li benda çareseriya vê yekê bûn ku rewş baş bibe. Çend serî pezê min hebû lê ji ber ku zevî tune ye û şînahî jî kêm e, îsal bihar tunebû ji lewre neçar mam wan bifroşim. Ava ji bo vexwarin û serşûştinê ez ji cem cîranên xwe tînim, yan jî sahrîcên avê tên ez dadigrim. Berê kehrebe hebû lê ji ber topên ku li gund diketin hemû şirît û kabloyên kehrebê qetiyan û zêdetirî du salan e ku kehrebe tune ye, çavên me roniya Dirdara bi şevê nedîtiye."

"Tirk werin min di hundirê malê de jî bikujin dîsa dernakevim"

Necah Xelîl da payin ku wê cejna Remezanê li gund pîroz kiriye û wiha pêl da gotinên xwe: "Ez ji mal derneketim, sê mehan ez li derveyî gund mam bêhna min çikiya, min got ez ê herim malê! Tirk werin min di hundirê malê de jî bikujin, dîsa dernakevim ez ê li mala xwe bimînin. Em û malên ku li gund mane, me li vir cejna xwe pîroz kir. Hinek çûn serdana mirovên xwe û yên din jî li vir man. Ger ne ji şer be, cejna me pir xweş e lê em di wê psîkolojiyê de dijîn ha wê topbaran bikin û ha wê bi çekên giran li gund bixin. Keç û kurê min tevî zarokên xwe şeva cejnê hatin cem min raketin û roja din sibehê derketin û li goristanê cejn pîroz kirin. Cejn bi zarokan xweş e, her sal zarok rê nadin hev ji bo ku şekiran kom bikin, îsal tenê çend zarok hebûn."

"Bi nexweşiya penceşêrê ye lê hat gund bi hêviya ku di mala xwe de jî bimre"

Necah Xelîl bal kişand ser nexweşiya hevjînê xwe û ev tişt anî ziman: "Hevjînê min bi nexweşiya prostata penceşêrê ketiye. Carna bi dermanan baş dibe, carna jî halê wî tune ye. Ez jî pir zehmetiyan pê re dikşînim. Ev çend roj in hatiye cem min li gund dimîne, gotiye tenê ez biçim mal bimînin û ya din jî zêde qerebalixê tehemul nake. Hevjînê min gotiye ku ew ê here mala xwe, di mala xwe de bimre baştir e ku li cihekî din jiyana xwe ji dest bide."

"Şeveke Dirdara nadim bi hemû cîhanê"

Necah Xelîl got ku ew şeveke ji gundê xwe nade bi hemû cîhanê û wiha domand: "Ma çawa yek ji welatê xwe û mala xwe hez neke? Şevekê li vir ez nadim bi hemû cîhanê. Rast e mala min ne ewqasî xweş e û wekî pîna mirîşkan e lê ez pê razî me ji ber di rojên herî zehmet de me hewandiye. Gelek sivîlên gund di encama topbaranê de birîndar bûne, me mirî nedîtin lê birîndar pir bûn."

"Hemû Tirkiyeyê bidin me dîsa em naçin em ê li ser axa xwe bin"

Necah Xelîl bi vê hêvî û daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk a dagirker bênavber gund topbaran dikin, daxwaza me jî ew e ku ji gund derkevin û êdî şer bi me re nekin. Ev ax jî axa me ye û em xwediyên wê ne, ne ku me ji kesê girtiye. Ez di mala xwe de bimrim dîsa dernakevim cihekî. Dema ku hûn dijwariya topbaranê û parçeyên obîsan li ser gund bibînin, hûn ê bêjin ku çi bibe jî sivîl li vir namînin lê em li vir li ber xwe didin. Hemû Tirkiyeyê bidin me dîsa em naçin, em ê li ser axa xwe bin."