Li Lîbyayê projeyek ji bo kêmkirina zewaca di temenê biçûk de hat destpêkirin

Projeya "Mebûsey El-Eman El-Userî" projeyek hişyariyê ye ku bi bilindkirina hişyariya derûnî, civakî, zagonî û tenduristiyê ji bo jinên ciwan ên temenê wan di bin 18 salî de ye, alîkariya kêmkirina diyardeya zewaca di temenê biçûk de dike.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Binxazî - Bi hevkariya Bernameya Hevkariya Civakî û di bin banê Însiyatîfa Guhertina Aştiyane de, Rêxistina Navneteweyî ya Çand û Aştiyê dest bi Projeya "Mebûsey El-Eman El-Userî" (Şandeyên Ewlehiya Malbatê) ku bi bilindkirina hişyariya derûnî, civakî, zagonî û tenduristiyê ji bo jinên ciwan ên temenê wan di bin 18 salî de ye, alîkariya kêmkirina diyardeya zewaca di temenê biçûk de dike. Têkildarî mijarê seroka Desteya Rêveber a Rêxistina Çand û Aştiyê ya Navneteweyî Selwa Mihemed El-Mehcûb li ser projeyê ji me re axivî.

"Em hewl didin feraseta di nava malbatên Lîbyayî de bizanibin"

Selwa Mihemed El-Mehcûb diyar kir ku proje di 31'ê Gulanê de dest pê kiriye û wiha axivî: "Ev proje balê dikşîne ser zewaca di temenê biçûk de ji ber ku di van demên dawî de li Lîbyayê bûye diyardeyek berbelav. Bi riya projeyê, em hewl didin aliyên neyînî û erênî yên di nava malbatên Lîbyayî de bizanibin da ku bikaribin çareseriyan ji wan re peyda bikin. Kurs 4 hefte berdewam dikin, hefteya ewil ji bo zarokên ji 18 salî biçûktir bû. Di hefteya duyemîn de ji bo elîtên civaka sivîl, bijîjk, endezyar, parêzer, Wezareta Ciwanan, Wezareta Çandê û Parêzerên Giştî bû. Di hefteya sêyemîn de dê ji bo zarokên ji 18 salî biçûktir ên di Tevgera El-Keşafa de be. Di hefteya çaremîn de jî dê ji bo dibistanên giştî û taybet ên di asta amadehî û navîn de be da ku em nêrîna wan der barê zewaca di temenê biçûk de bizanibin."

"Em jinan li ser jiyana zewacê perwerde dikin da ku pirsgirêka hevberdanê kêm bikin"

Selwa Mihemed El-Mehcûb da zanîn ku ew niha bi giranî li ser mijara zewaca di temenê biçûk de disekinin û keçan der barê wê de perwerde dikin û wiha got: "Piştî çar hefteyan dê danişînên nîqaşê çêbibin. Piştre em ê li ser vê mijarê konferanseke entegre organîze bikin. Beşdarên kursê piştî tevlibûna xwe bi mijara zewaca biçûkan re eleqedar bûn. Em ê serîlêdanek bi navê Defenders bidin destpêkirin. Kurs gelek xalan dihewand, aliyên bijîjkî, derûnî, civakî û qanûnî û bandora her yek ji wan li ser keça ku di temenê biçûk de zewiciye. Bi vê yekê em hewl didin vê diyardeya zewaca di temenê biçûk de kêm bikin, ji ber ku bêguman em nikarin wê bi dawî bikin lê bi qasî ku ji dest tê bixebitin ku wan li ser jiyana zewacê ya di vî temenî de perwede bikin û çawa bi hevjînê xwe re mijûl bibin da ku pirsgirêka hevberdanê kêm bikin, nemaze bi hebûna zarokan."