Manoşak Berdrisyan: Zabêl Yîsiyan bi pênûsa xwe rastiya dijmin anî ziman

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî ya bajarê Hesekê Manoşak Berdrisyan teqez kir ku jinên Ermenî ji bo xwdîderketina li doza gelê Ermenî mora xwe li dîrokê xistine û got: “Bi saya keda bi hezaran jinan îro em xwe birêxistin dikin û gavên pîroz davêjin.”

RONÎDA HECÎ

Hesekê- Di dîrokê de bi hezaran jinên Kurd, Ereb, Suryan û Ermenî ji bo doza xwe pêşengî kirin û mora xwe li dîrokê xistin. Kêlî û destkeftiyên ku îro gelê herêmê dijîn, bi ked û fedakariya jinên ku ji bo azadiya gelê xwe kar û xebat kirin pêk hatin. Ji bo her pêkhateyê jinek pêşeng heye. Ji bo gelê Ereb Zenûbiya, Gelê Kurd Sakîne Cansiz, Leyla û ji bo gelê Ermenî Zabêl Yîsiyan e. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî ya bajarê Hesekê Manoşak Berdrisyan axivî.

Zabêl Yîsiyan yek ji jinên feylezof û nivîskar e di nava gelê Ermenî de bi hêz û zanebûnê tê naskirin. Zabêl di 4’ê sibata 1878’an de çavên xwe li cîhanê vekir. Zabêl xwendina xwe li Dibistana Xaça pîroz berdewam kir û di zanîngeha Parîsê de beşa felsefeyê hilbijart. Di sala 1895’an de dest bi nivîsandina gotar û çîrokan kir. Piştî şoreşa li Tirkiyeyê ku di sala 1908 an de hat lidarxistin, Zabêl di sala 1909’an de berê xwe da stenbolê, di wê demê de gelek gotar li ser komkujiya Adanayê nivîsand. Di şerê cîhanê yê yekemîn de gelê Ermen rastî komkujiyek bi navê Sêfo ji aliyê dewleta Osmanî ve hat. Ew komkujî bi armanca tunekirina nasname û şaristaniya gelê Ermen li ser sê qonaxan pêk hat. Qonaxa yekemîn biryar hat girtin feylezof, siyastmedar, zanyar û helbestvanên ermenî werin girtin. Mêjiyê civaka Ermen hedef girtin, wê demê nêzî 250 kes hatin girtin û darizandin. Zabêl Yîsiyan yek ji wan feylezofên ku biryar hat girtin were girtin lê Zabêl xwe xelas kir û berê xwe da Bilgariya, bi koçberan re kar û xebat kir ji bo derxistina rastiya ku jiyane bi gotarên ku dinivîsand. Zabêl di sala 1937’an de ji aliyê desthilatdariya Sovyetê dîl hat girtin û di sala 1943’an de hat diyarkirin ku di Menfa de fetisiye. Piştî wê diyar kirin ku Zabêl bi şaşîtî hatiye girtin.

“Hêzên desthilatdar dixwazin mêjiyê civakê bisekinînin”

Manoşak Berdrisyan da zanîn ku Zabêl ji bo tevahî gelê Ermen bi teybetî jinên Ermenî pêşeng e û wiha axaftina xwe domand: “Zabêl armanca wê ew bû ku bikaribe rastiya desthildariya Osmaniyan bi riya pênûsa xwe ji raya giştî re ragihîne, bi wê pênûsê şer kir. Em jî wekî gelê Ermen ger ne ji pênûsa wê bûya wê dîroka me winda bûya. Bi saya ked û pênûsa wê îro em dizanin kî dijminê me ye û çi armanc dike. Di gelek gotaran de li ser komkujiya Sêfo nivîsand û tê de rastiya desthilatdariya Osmanî tarîf kir. Em baş dizanin ku di dîrokê de û di dema me ya niha de jinên siyastmedar û fîlozof tên hedfgirtin, dixwazin mêjiyê civakê bisekinînin lewma bi zanebûn wê dîl girtin û paşê diyar kirin ku wê efû kirine ji ber tu sûc nekiriye.”

“Daxwaza Zabêl jiyana azad bû”

Manoşak Berdrisyan bal kişand ser gotara bi navê Gulistana Selhedar û got: “Ev gotar pir bala min kişand, tê de behsa keçek temenê wê biçûk dike, çawa mezin dibe û ciwantiya xwe derbas dike heya mezin dibe û di aliyê bîrdozî de xwe dewlemend dike û jiyana xwe bi fikreke azad dijî. Di vê gotarê de mirov fam dike ku daxwaza wê jiyana azad bijî, ji bo vê daxwaza kar û xebatê kir îro jî em şopdarên riya wê ne.”

Manoşak Berdrisyan destnîşan kir ku siyaseta qirkirina gelê Ermenî berdewam dike û wiha anî ziman:  “Ev 107 sal in gelê Ermenî êş, koçberî û windakirina nasnameyê jiyan dijî. Dewleta tirk a dagirker îro bi êrîşên xwe li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Ermen hedef digre, bi sedan ji gelê Ermenî neçarî koçberiyê bûn. Dewleta tirk xeta Osmaniyan berdewam dike, dixwaze xwe li ser hesabê ked û xwîna gelan ava bike. Li hemberî vê yekê hemû dewletên cîhanê bêdeng mane. Wê dîrok bibe şahidê  bêdengiya wan ku tu carî ji bo mafên mirovên kar û xebat nedane meşandin.”

“Rêxistinbûyîna jinên Ermen bersiva planên qirkirinê ye”

Manoşak Berdrisyan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “avakirina Meclisa Encumana Ermenî yek ji bersivên herî xurt ji hêzên desthildar re ye. Rêxistinbûyîna jinan di vê meclisê de û komkirina gelê Ermen û rêxistinbûyîna wan hêza me xurt dike. Îro em bi ked û fedakariya bi hezaran jinan gihîştine vê asta pîroz ji bo wê em ê bi yekitiya xwe dagirkerî û planên qirkirinê yên li dijî gelan tên meşandin têk bibin.”