Komeleya Jinên Afriner di gelek waran de piştgiriya jinan dike

Rêvebera Komeleya Jinên Afirîner Duniya El-Emel Îsmaîl destnîşan kir ku komele bi pêşxistina jêhatiyên jinan û afirîneriya wan hewl dide jinan di warê siyasî, aborî û civakî de bi hêz bike.

RAFİF ESLEEM

Xeza - Komeleya Jinên Afrîner rêxistineke sivîl e di sala 2006'an de li Xezayê hatiye damezrandin, di warê mafên jinan û çanda jinan de kar dike, her wiha di warê çand, medya û civakê de nêrîneke femînîst pêşkêş dike û piştgiriya jinên afirîner dike.

"Kampanyaya bihêzkirina jinan di warê siyasî, aborî û civakî de"

Rêvebera Komeleya Jinên Afrîner Duniya El-Emel Îsmaîl diyar kir ku jina afirîner ji aliyê civakê ve rastî gelek zextan tê û wiha domand: "Piraniya rêxistinên jinan bi mijarên qetilkirin, şîdet û aliyê siyasî ve mijûl dibin, pir hindik ji wan bi aliyê çandî û afirîneriya ku jin li civakê zêde dike ve mijûl dibin. Yek ji çalakiyên komeleyê ku dê di rojên pêş de were lidarxistin, destpêkirina kampanyayekê ye bi rêya malperên tora civakî bi armanca bihêzkirina jinan di warê siyasî, aborî û civakî de ji bo berfirehkirina hejmara sûdmendên xebatên komeleyê, ku niha hejmara wan ji 200 endam zêdetir e."

"Dê pêşangeheke daîmî ku afirîneriya jinan tê de were nîşandan were lidarxistin"

Duniya El-Emel Îsmaîl da zanîn ku di warên cuda de ji bo jinan perwerdeyên berdewam hene û wiha lê zêde kir: "Di nava projeyên ku tên meşandin de jî projeya "Eyn El-Mubdîa" (Çavê Afirînerî) ye ku taybet e bi çêkirina fîlmên li ser pirsgirêkên jinan û projeya "Mesreh El-Erais" (Şanoya Lîstokan) ya ku li ser fîgurên femînîst ên ku mîrateya Filistînê temsîl dikin, hene. Dê rêzefîlmek li ser wêjeya jinê were lidarxistin. Her wiha dê pêşangeheke daîmî ku afirîneriya jinan tê de were nîşandan were lidarxistin."

"Xelata Jina Afirîner yek ji çalakiyên herî girîng ên komeleyê ye"

Duniya El-Emel Îsmaîl anî ziman ku xelata "Jina Afirîner" yek ji çalakiyên herî girîng ên komeleyê ye ji ber ku ew yekem xelata jinan e li Filistînê û wiha got: "Xelata Jina Afirîner nameyek spasiyê ye ji her jinek re ku xizmet pêşkêşî civaka Filistînê kiriye. Di heyama 13 salan de, bi sedan jinên afirîner ên Filistînî hatin xelatkirin, di vê salê de 22 jinên Filistînî hatin xelatkirin. Ez dixwazim dest bi amadekirina belgefîlmên li ser kesayetên femînîst ên ku ji bo civaka Filistînê gelek tişt kirine bikim, ji bo îsbatkirina rola jinê di têkoşîna siyasî, çandî de û xurtkirina nasnameya neteweyî de. Komele ji aliyê du çavkaniyan ve tê fînansekirin, ya yekem xwe dispêre firotina berhemên jinan bi armanca bihêzkirina wan di warê aborî de û ya din ji derve, bi hevkariya sazî an jî kesên hiqûqî yên daîmî. Divê Wezareta Çandê ya Filistînê piştgiriyê bide saziyên çandê."