"Dengê zengilê Dêra Mart Şimonî ji dengê top û balafirên dagirkeran bilindtir e"

Meryem Yaqo ya 77 salî ku hemû kêlî, roj û salên jiyana xwe li gundê Til Cûma yê Til Temirê bi xweşî û nexweşiyê re derbas kiriye, li ser rewşa gund ku her car ji aliyê dagirkeran ve tê topbarankirin axivî.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Gelê Aşûrî yê ku li ser axa Mezopotamyayê dijî, ji ber polîtîkayên hêzên hegemon li seranserî Bakurê Kurdistanê û Tirkiye, Iraqê û heya Sûriyeyê jî bi komkujî, qirkirin û êrîşan rû bi rû mane. Aşûriyên ku ji komkujiya Sêfo xwe xilas kirin ber bi Sûriyeyê ve ketin rê û li qiraxa Çemê Xabûrê bi cih bûn. Gelek ji wan malbatan jî li ser rê ji ber birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Aşûrî û Suryaniyên ku ji beriya sala 1913'an de ango di sedsala 20'an de bi komkujiyan re rû bi rû mabûn, heya roja îro jî çarenûsa wan nehatiye guhertin. Aşûrî Suryanî û gelê Kurd du netew in ku çarenûsa wan hevpar e. Artêşa dewleta tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî herêma Serêkaniyê û Girê Spî dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Di encamê de her du bajar û bi sedan gund hatine dagirkirin. Her wiha li dijî dêr û mizgeftan polîtîkayên pir qirêj bi pêş xistibûn, bêrêzî li hemberî ola xirîstiyanan dikirin. Aşûriyên li gundê Til Cûma yê girêdayî Til Temira Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li qiraxa çemê Xabûrê dikeve dijîn, ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker ên hewayî û topbarana li ser gund ketine metirsiyê. Gundê Til Cûma ku di vê dema dawî de ji aliyê dagirkeran ve tê topbarankirin, di encamê de goristana gund, dibistan û malên wê zirarên mezin dîtin. Til Cûma ku bi nave gundê xelkê Çînê dihat nasîn, niha veguheriye çolistaneke vala ango nîvgiraveke terikandî. Ruxmî dijwariya topbarana gund a bê ser û ber tenê 8 kes li gund mane. Nifûsa gund a berî destpêkirina aloziya Sûriyeyê 400 malbat bû. Meryem Yaqo ya 77 salî yek ji wan 8 kesên ku li gund maye, ji me re behsa rewşa gund kir.

"Ji ber êrîşên El-Nusra, DAIŞ û Tirkiyeyê gund veguherî çolistanê"

Meryem Yaqo di destpêka axaftinê xwe de got ku gundê wan berê bi hejmara zêde ya şêniyan dihat nasîn lê niha veguheriye çolistanek û wiha domand: "Ji roja ku min çavên xwe li cîhanê vekiriye ve, em li gund dijîn, 77 sal in li gund bi xweşî û nexweşiyên wê re dijîm. Berê gundê me ji buhiştê xweşiktir û bi gelê xwe bedewtir bû lê piştî êrîşên çeteyên El-Nusra, DAIŞ û dewleta tirk a dagirker rewşa wê hate guhertin. Li gund ji biçûkan heya mezinan dixebitîn. Ya din jî di nav gundên li ser qiraxa çemê Xabûrê de yê herî bedew û gelê wê zîrek bû gundê Til Cûma bû."

"Mirov û lawir bêyî ax nikarin bijîn"

Meryem Yaqo qala bandora dagirkeriyê li ser şêniyan kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Êrîşa dagirkeran, li ser gund, şênî û cotkaran pir zêde bû. Erdê me ketin bin dagirkeriyê, em nikarin biçînin û şivan ji ber çêrîna pezê xwe ketine rewşeke xirab. Bandora dagirkeriyê ne tenê li ser mirovan li ser lawiran jî heye ku her du jî bi axê ve girêdayî ne. Yek axa wê hatiye dagirkirin, a din jî nikare li ser erdê xwe xwe biçêre."

"Dema topbaran dest pê dike, em xwe dispêrin Mart Şimonî"

Meryem Yaqo di axaftina xwe de behsa kêliyên topbaran û çawaniya parastina xwe dike û wiha pêl dide gotinên xwe: "Carekê dema ku topbaran dijwar bû li ser gund, em neçar man herin Til Temirê lê piştî çend rojan em vegeriyan. Koçberî tiştekî pir bi êş e û her mirov nikare vê êşê rabike. Ji lewre em niha li gund in ger em bimrin jî bila di hundirê mal û gundê xwe de bimrin baştir e ku li ser axa din bimrin. Ma em ê ji mirinê birevin? Na, a/ê ku roja wê/î hatibe jixwe li ku derê jî be ew ê bimire lê ferqa mirinê heye. Dema ku topbaran dest pê dike, em yan li malê xwe ango tên di hundirê Dêra Mart Şimonî de xwe vedişêrin. Em xwe dispêrin Mart Şimonî da ku me ji topan biparêze. Dema ku topbaran nebe jî her kes li ser karê xwe ye û jiyana xwe ya normal dijî. Jixwe em cejnên xwe jî li vir pîroz dikin. Çiqas rewş zehmet jî be em ê ji çanda xwe ya kevnar dûr nekevin."

"Her sibeh dema rozêrînê zengilê dêrê lêdikeve"

Meryem Yaqo got ku dengê Zingilê Dêra Mart Şimonî ji dengê topan bilindtir e û wiha pêde çû: "Her sibeh saet 08:00 û 17:15 dema rozêrînê, zengilê dêrê lêdikeve û gel nimêja xwe dike. Ger ku derveyî vê saetê lêbikeve jî bêguman wê ji bo kesek ku jiyana xwe ji dest dabe be. Dengê zengilê Dêra Mart Şimonî ji dengê balafirên keşfê û topên dagirkeran bilindtir e. Rojeke ku em zengilê dêrê lê nedin tune ye, dinya jî hilweşe û çi biqewime jî wê zengil lêbikeve û nehêle dijminê me kêfxweş bibe."

"Em qebûl nakin ku mizgeft û dêrên me bibin hedefa topên dagirkeran"

Meryem Yaqo got ku ew ê rê nedin dagirkeran ku derbasî mizgeft û dêrên wan bibin, bal kişand ser binpêkirinên li dijî olan tên kirin û wiha got: "Çima dewleta tirk mizgeft û dêrên me dike hedefa xwe, ev girêdayî olê ne û divê ku di şeran de ev tişt neyên binpêkirin. Temenê min bûye 77 sal û heya niha min nedîtiye ku tirkekî gotiye ev der axa min e, dewleta tirk li vir çi dike û çima berê xwe daye me? Berê li dijî me polîtîkayên qirkirinê dabûn destpêkirin, piştre axa me parçe kirin û niha jî dixwazin heman tiştî bikin, ji vê yekê re jî tê gotin; dagirkirî em jî vê dagirkeriyê qebûl nakin."

"Heta ji me were em ê nehêlin dagirker derbasî gundê me bibin"

Meryem Yaqo bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Em deriyê Dêra Mart Şimonî nagirin û divê ku her sibeh û dema rozêrînê zengilê wê lê bide. Ger deriyê dêrê were girtin û dengê zengilê neyê bihîstin wê demê wateya mayîn û rûniştina me ya li gund namîne. Gelo qey em ê li vir tenê li gund temaşe bikin û li binpêkinên dagirkeran binêrin û bêdeng bin? Heta ku em sax bin, em ê nehêlin dagirker axa me ya pîroz qirêj bikin. Wê dengê zengilê dêrê her were bihîstin û bilind be."