Jin û zarokên Idlibê di navbera du şeran de ji bajar û welatê xwe koçber dibin

Şêniyên Idlibê ji ber koçberî, xizanî, şert û mercên giran ên jiyanê û rewşa şer êş dikişînin li van êşan êşeke din zêde dibe ew jî şerê şexsî ye.

SUHAIR AL-IDLIBÎ

Idlib- Li Idlibê bi xirabûna rewşa ewlehî û aramiyê re careke din diyardeya tolhildanê, nakokiyên sivîl û kesane yên bê kontrol derketin holê.

Saba El-Jadaan, a 32 salî, nizanibû ku windabûna hevjînê wê ji nişka ve ji ber şerê tolhildanê yê kevin bû, her çend revandiyan ji bo wergirtina fidyeyê yan pere bi malbata hevjînê wê re têkilî danîbûn jî hemû hewldanên malbatê ji bo dayîna fîdyeyê ku 20 hezar dolar tê texmînkirin, di azadkirina wî de bi ser neket. Heta niha çarenivîsa wî ne diyar e piştî ku revandiyan diyar kirin ku ew li dû tola xwe ne tu agahî jê nehat girtin.

Şerê di navbera kesan de dibe sedema kîn û tola bi dehan salan

Çîroka hevjînê Saba El-Jadaan vedigere salên berê, dema ku şerê tolhildanê li gundê wan El-Dêir El-Xerbî dest pê kir, ji ber kuştina yek ji wan, bi destê xezûrê wê, di dawiya sala 2013’an de ûdi encamê de hejmarek kes di navbera her du malbatan de hatin kuştin. Ên din jî bi sedema rijandina xwînê derketin heta ku rewş bi aram bû. Tevî derbasbûna wan bi salan şer ranewestiya.

Saba El-Jadaan dibêje ku tiştê hat serê hevjînê wê bû sedem ku ew û çar zarokên xwe di nav tirs, bendewarî û bêwariyê de bijîn û wiha got: “Ez bêtir baldar bûm li ser zarokên xwe ji ber wê êdî nahêlim ew derkevin derve û heta biçin dibistanê yan jî bilîzin ji tirsa revandin an kuştin, nemaze piştî ku me gefên berdewam ji revandiyên hevjînê min girtin zêdetir bi tedbîr bûm.”

Tevî ku salek derbas bûye jî der kuştina hevjînê wê de tiştek zelal nebûye

Tevî ku zêdetirî salek di ser revandina hevjînê wê re derbas bûye jî cihên pêwendîdar ên li Idlibê hê jî têkildarî aqubeta wê tiştek hîn nebûne, xwe negihîştandine kesên ew revandine û agahiyên der barê çarenivîsa hevjînê wê de zelal nînin.

Her wiha birayê Henan El-Berhûm jî dema ku diçû Idlibê ji bo kirîna hin tiştan ji dikana xwe re, ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin û rasterast gule berdan wî. Tevî ku ev kuştin ji bo talan û diziyê xuya bû jî lê di kaxiza bi nivîs a avêtin ser cenazeyê wî de diyar bû ku sûc bi armanca tolhildanê hatiye kirin.

Henan El-Berhûm têkildarî naveroka kaxizê ku nivîs li ser hebûn de wiha got: "Kujeran bi xwînê li ser kaxizê ser cenazeyê birayê min Welîd ê 39 salî nivîsandibû ku bûye qurbana şerê tolhildanê.”

Ji bo bikaribin bijîn welat bi welat digerin

Der barê sedema wî şerî di navbera her du malbatan de, Henan El-Berhûm dibêje ku çirûska şer dema ku pismamê wê yek ji zilamên gundê wan ê Bara, li başûrê Idlibê, kuşt, piştî nîqaşeke devkî di navbera wan de, dest pê kir. Ew bûyer hê jî dibe sedema jiyana kesên bêguneh ên herdu malbatan û bû sedem ku gelek kes koçber bibin, birevin û biçin derveyî welat.

Henan El-Berhûm diyar dike ku malbata birayê wê piştî bûyera kuştina wî zêdetirî du sal berê koçî Tirkiyeyê û ji wir derbasî Ewropayê bûne. Di vê navberê de jî Henan El-Berhûm û birayên wê yên ku li Idlibê ne, ji bo lêgerîna ewlekariya ku bi salan ji bîr kiribûn, ji cihekî ber bi cihekî din ve diçin.

“Şerê tolhildanê adetek eşîrî ye dibe sedema kuştin û koçberiya kesên mehsûm”

Çalakvana mafên mirovan Merwa Zeyn El-Dîn, a 42 salî, diyardeya tolhildanê şîrove dike û dibêje ku kuştina bi tolhildanê adetek eşîrî ye û adeteke ku ji serdema berî Îslamê hatiye mîras maye û kujerê tolhildanê gelek caran tavilê sûcê xwe îtîraf dike, pesnê xwe dide û cezayê giraniya wî çi dibe bila bibe, qebûl dike.

Merwa Zeyn El-Dîn sedemên derketina vê diyardeyê vedigerîne nebûna zagon û bêcidiyetiya dadgehênli ser bingeha dîtina rastiyan û vegerandina gazinan ji xwediyên wan re, bi taybetî ji ber ku ev dadgeh xwe naspêrin tu referans an zagonên ku dê van kiryaran rawestînin. Her wiha veguheriye fenomenek ku bi gelemperî sûcên xwe yên zêde li dijî kesek nenas tomar dike. Bi vî rengî jî şerê tolhildanê berdewam dike, jiyana kesên bêguneh ji dest dibe û gelek malbatan bê hesab koçber dike.