Ji nava kavilên Xezayê li ser dîwaran wêneyên ji bo hişyariyê

Di nava kavilên Xezayê de, wêneyên ku ji bo hişyariyê li ser dîwaran bi boyaxên rengîn hatine çêkirin, bala kesên ku ji wan taxan derbas dibin dikşînin. Wêneyên ku dibin rêbaza parastinê, jin û zarokan di warê bombeyên neteqiyayî de hişyar dikin.

REFÎF ISLIM

Xeza – Xeza piştî şerê 3 salan ê li Zîvala Xezayê berdewam kir; niha bi zêdebûna operasyonên bejahî yên Îsraîlê, tax, xanî, kolan û konên wêranbûyî hema bibêje bi tevahî bi bermahiyên şer hatiye dagirtin. Ji ber vê yekê, Weqfa Acyal a Afrîneriyê û Geşepêdanê li dîwaran wêneyên bi boyaxên rengîn ji bo hişyariyê çêkirin da ku jin û zarokan ji xetera destdana bermahiyên neteqiyayî bi riya peyamên dîtbarî yên hêsan û hevokên kurt hişyar bikin û kavilên Xezayê bi boyaxên rengîn xemilandin.

Xetera 'Bombeyên demkî' û daneyên xeternak

Rêvebera civînên perwerdeyê ya Komeleya Acyal, Sara Muhsên, anî ziman ku ev dîwar û wêne projeyek ji bo hişyarkirinê ne û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Armanca wan hişyarkirina li dijî xetera bermahiyên şer e. Ji ber ku Xeza qadeke ji bo êrîşên hewayî û bejahî re vekiriye. Rêjeya herî zêde ya bermahiyên şer li cîhanê li vir e. Ev yek di raporên navneteweyî de jî tê diyarkirin.”

Sara Muhsên eşkere dike ku nêzî ji sedî 10 heta ji sedî 30 van cebilxaneyan hê neteqiyane û wiha domand: "Ev yek jî xetereyeke mezin li ser jiyana zarokan çêdike. Nexasim ji ber nebûna hişyariyê û meraqa wan a ji bo lîstina li cihên ku berê hatine bombebarankirin an jî di nava kavilên avahiyan de. Ji destpêka salên 2025-2026'an vir ve, nêzî 306 rûdanên ji ber destdana li van bermahiyên şer hatine tomarkirin. Di encamê de 859 kes bi van bermahiyan zirarê dîtine; ji wan 709 birîndarên sivik û giran in û 150 kesan jî jiyana xwe ji dest daye ku di nav wan de zarok, jin û mêr hene."

Hişyariya li ser dîwaran û tora civakî

Sara Muhsên bal kişand ku dane zêde ne û wiha domand: "Van daneyên bi tirs û fikar hiştin ku sazî bikeve tevgerê û li her devera ku qelebalix e wêneyan li ser dîwaran xêz bike. Ev xebat li kampan, taxên niştecihbûnê û heta li herêmên nêzî cihên bi xeter hatine kirin. Her wiha li ser dîwaran wêne hatine çêkirin û  bi civînên hişyarkirinê, parvekirina vîdyoyên li ser torên dîjîtal re hevdem hatine meşandin. Ev vîdyo rastî eleqeyeke mezin hatin û bûn sedem ku mirov fêr bibin ka dê çawa xwe li cihên bi ewle biparêzin dema ku rastî tiştekî gumanbar tên."

Sara Muhsên hêvî dike ku ev hişyarî bandorê li ser hejmara kuştî û birîndaran bike û rêje dadikeve asteke kêmtir û wiha pêl dide axaftina xwe: "Ez her dem ji zarokan re çend hevokan dubare dikim dibêjim: ‘Her tiştê ku ne di destê we de be, yanî hûn nizanibin çi ye, yan jî we ji dûr ve dîtibe, nabe ku hûn destê xwe bidinê yan nêzîk bibin. Ev yek ji bo parastina we ye ji teqîneke ku dibe bibe sedema mirinê yan kêmendamtiyê."

Mijarên cihêreng ên wêneyan û di nav kavilan de rengên geş

Sara Muhsên dide zanîn ku wêne û rengên geş li ser dîwaran rên xêzkirn û wiha pêl dide gotinên xwe: "Mijarên ku li ser dîwaran hatine xêzkirin cihêreng in. Di dîwarek de wêneyê zarokekî heye, bi destê wî tê girtin ku destê xwe nede tiştekî gumanbar ê li ser rê. Di wêneyeke din de beramberiyek hatiye kirin di navbera cihên lîstikê yên zarokan ên beriya şer û piştî şer de; ka çawa dibistanek, parkek an jî maleke rûxandî veguheriye cihên xeternak ji bo jiyana wan. Her wiha rêbazên rûbirûbûna bi bermahiyên şer re jî di wêneyên li ser dîwaran de gav bi gav hatine xêzkirin."

Sara Muhsên balê dikşîne ku li gelek kolanên bajêr ev wêne li ser dîwaran hatine çêkirin û wiha berdewam kir: "Wêne li kolanên El-Wehda, El-Celaa, El-Seraya, Til El-Hewa û li deverên din ên  rojane bi hezaran welatî di wir re derbas dibin, hatine çêkirin. Tiştê ku alîkariya serkeftina vê ramanê kir, bikaranîna rengên geş û balkêş bû. Di nava rengê gewr ê kavilan de, ev reng ji dûr ve dibiriqin û bala rêwiyan dikşînin ser peyama ku tê xwestin ji wan re were dayîn. Heta hinek zarok di dema xêzkirinê de yan jîpiştî wê hevalên xwe vedixwînin dîtina dîwaran û li ser ezmûnên xwe yên kesane nîqaş dikin."

Hêvî û armancên pêşerojê

Sara Muhsên di dawiyê de destnîşan dike ku bi zêdebûna hejmara komxebatên ji bo jin û zarokan re, hewcedariya bi hişyariyê zêdetir dibe û wiha bi dawî kir: "Dayîk bi xwe daxwaz dikin ku zarokên wan tevlî van civînan bibin. Ew armanc dike ku peyama xwe bigihîjîne herêmên nêzî cihê bi xeter, wekî bajarê Beyt Lahiya ku kavilên li wir wekî bombeyên demkî ne û her kêlî dikarin biteqin. Ji ber vê yekê, hişyariya yekem divê ji malbatan û mamosteyan dest pê bike û piştre jî rol dikeve ser sazî û rêxistinên din."