Kavilên ku bi destê jinê dibin jiyan
Balafiran tenê dîwar xistin, lê nekarîn kokên wan ji axê derxin. Çîroka du jinên Lubnanî ku tevî wêraniyê, jiyana li ser sînor ji nû ve şîn dikin.
RANA JOUNÎ
Lubnan – Di çend mehên borî de, gelek gundên li deverên sînor û gundewarên Lubnanê rastî êrîşên hewayî yên dijwar ên Îsraîlê hatine. Ev êrîş bûn sedema wêranbûna mal û binesaziyê û bi hezaran malbat neçar mane ku ji bo biçin cihên bi ewle demkî koçber bûn. Her ku dijwarbûna operasyonên leşkerî kêm bû, niştecih hêdî hêdî dest bi vegera gundên xwe kirin. Lê rastî rastiyek nû hatin: kavil, nebûna xizmetên bingehîn û hewcedariya lezgîn a ji nû ve avakirina jiyana xwe ji sifirê.
Di nav vê dîmenê de, çîrokên kesî yên jinên ku tevî wêrankirinê vegeriyane malên xwe û bi biryar in ku jiyanê nû bikin tiştên mayî, derxin holê. Di nav wan de Zeyneb Qeşqûş ku rêwîtiya wê ya vegerê ji bin kavilan dest pê kiriye û Mehmûda Naîm Mehdî ku tevî şer jî li mala xwe ya berê maye heye. Bi hev re, ew temsîla dîmenê gundên ku hewl didin ji nû ve rabin dikin.
Zeyneb Qeşqûş: Rêwîtiya Paqijkirina Şopên Şer û Avakirina Ji Sifirê
Zeyneb Qeşqûş di nav camên şikestî û kavilên piştî êrîşên hewayî de rojên xwe bi paqijkirina mala xwe û jêbirina şopên wêrankirinê derbas dike. Ev dîmen rastiya niştecihên ku piştî şer vedigerin gundên xwe nîşan dide. Ew dibêje ku ji bo paqijkirina mala xwe ew serê sibê dest bi berhevkirina cam û keviran dike û wiha got: “Êrîşên hewayî em neçar kirin ku ji mala xwe derkevin û dema ku ez vegeriyam gelek zirar dîtibû. Ji ber ku em beriya ku mala me bê hedef girtin em jê derketin lewra em sax mane.”
Biryara mayîna li ser axê
Zeyneb Qeşqûş da zanîn ku tevî vegera wê, xizmetên bingehîn hîn jî peyda nabin. Destnîşan kir ku kehrebe û av hîn venegeriyane û ew xwe dispêre mîqdara hindik a avê ya di depoya wê de mayî. Kelûpelên ku wê berî şer kom kiribûn alîkariya wê kir ku ji heqê şert û mercên dijwar derbikeve.
Zeyneb Qeşqûş piştrast dike ku vegera ji bo mal û axa zehmetiyên ku wê di dema şer de kişandiye sivik kiriye. Bêyî ku şert û merc çi bin, ew bawer kisiye ku mayîna li mal û welatê xwe ji dûrketina ji wan çêtir e. Zeyneb, ku axa xwe wekî debara xwe û jiyana xwe bi nav dike, dibêje: “Min ji nû ve dar çandinê kiriye da ku wê vegerîne rewşa wê ya berê. Tevî zoriyan ez bi biryarim ku li gundê xwe bimînim û niyeta min nîne ku derbikevim. Daxwaza min ew e ku li mala xwe û li ser erdê xwe bimînim.” Ji kesên ku hîn venegeriyane gundên xwe dixwaze ku gava şert û merc destûr bidin, zû vegerên gundên xwe, da ku axê ji nû ve zindî bikin û jiyanê vegerînin rewşa wê ya berê.
‘Parastina bîranînên nifşan di nav dengê balafiran de’
Yek ji xanîyên kevin ên Harûf, cihekî ku dîwarên wê çîrokên nifşên berê digre nava xwe, Mehmûda Naîm Mehdî xwe dispêre hûrgiliyên rojane yên ku şer nekarî jê bistîne, jiyana xwe di nav zevî û gulên xwe de didomîne.
Mehmûda Naîm Mehdî a 82 salî, tevî tundiya şer û wêrankirina gelek xanîyên li bajarê kevin, tercîh kir ku li mala xwe bimîne. Ji bo wê, mal ne tenê cihek e û erd ne tenê zeviyek e; ew bîranînek e, jiyanek e, û hestek aîdiyetê ye. Ew dibêje: “Ji dema ku min dinya naskirî ve şer li pey me ne. Ez hez nakim ji mala xwe derkevim ji ber ku gava mirov ji mala xwe derketiye, ew westiya û bêhal dibe.”
Mehmûde di nav gul û berheman de, wê rojên dijwar ên şer derbas kirin, di nav dengê êrîşên hewayî û dronên ku qet ji asîmanên bajêr derneketin de li kêliyên aştiyê digeriya. Ew dibêje: “Em diçûn zeviyan û vedigeriyan, lê me nedikarî mîna berê li ber malê rûnin. Ji tirsa ku tiştek bi serê me were, em hişyar diman, me li derdora xwe temaşe dikir.”
'Xanî ne tenê kevir in; xanî jiyan e'
Mehmûda Naîm Mehdî tevî gelek şer jiyan kiribû jî, wê ev şer wek ya herî hovane dihesiband. Ji ber ku tirs gihaye her aliyê jiyana rojane, kêliyên herî hêsan jî vediguherî rewşek domdar a bendewariyê. Lê dîsa jî, erd tenê starhega wê bû. Ew hemû sebze û berhemên havînê yên ku dikare diçîne, bi axê re girêdanek neyê qutkirin ava dike.
Ew keça nifşek ku wateya xebata axê fêm dikir; keça demekê ye ku cotkar ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe bi berheman ve girêdayî bûn. Mehmûda Naîm Mehdî wiha bi bîr dixe û dibêje: “Me genim, ceh, nîsk û titûn diçandin… Em di erd de dixebitîn, me zehmetî kişand, lê em ji jiyana xwe razî bûn.”
Mehmûda Naîm Mehdî li mala xwe ya kevin, girêdanekê temsîl dike ku ji rûniştinê wêdetir diçe, vedigere kok û bîranînên wê. Wê li wir jiyan kir, malbata xwe li vir mezin kir û çîroka wê li vir dimîne. Ew dibêje: “Ev xanî ji bo min pir girîng e… Ez li vir jiyam û min malbata xwe li vir ava kir. Xanî ne tenê kevir in; xanî jiyan e.”
Vegera van jinan ne tenê vegera mal an axekê ye; ew hevrûbûnek bêdeng bi wêrankirinê re ye, ji nû ve piştrastkirinek e ku wêraniya piştî êrîşên hewayî yên Lubnanê nikare wan ji rihên wan ên kûr di axê de rake. Di dîmenên ku berxwedana gundên piştî şer de, çîrokên jiyanê derdikevin holê - çîrokên jinên ku jiyana xwe ji nû ve ava kirin.