“Hevpeymana Civakî xelasiya gelan û çareseriya aloziya Sûriyeyê ye”

Endama Meclisa Rêveber a Kantona Hesekê Bêrîvan Îsmayîl da zanîn ku Hevpeymana Civakî derbasî qonaxa herî girîng bûye û got: “Hevpeymana Civakî wekheviya gelan û parastina mafê her kesê ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Li gorî pêvajoya heyî û destkeftiyên ku bi hevgirtina gelên herêmê hatiye bidestxistin Rêveberiya Xweser pêwîstî bi çêkirina Hevpeymanek Civakî dît. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn Kurd, Ereb, Aşûr, Suryan, Ermen, Kildan, Çaçan û Êzidî. Hevpeymana Civakî ji bo parastina mafê her pêkhateyê derbasî qonaxa herî girîng bû. Di qonaxa sêyemîn de bi sazî, meclis, komîn, eşîran re nîqaş li ser bendên wê tê kirin. Endama Meclisa Rêveber a Kantona Hesekê Bêrîvan Îsmayîl axivî.

“Hevpeymana Civakî sîstema demokratîk parastina ekelojî û azadiya jinan esas digre”

Bêrîvan Îsmayîl da zanîn ku Hevpeymana Civakî  sê xalên girîng esas digre û wiha anî ziman: “Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn, ji destpêka şoreşê ve heya roja îro gavên girîng hatin avêtin û ji bo parastina nirxên şoreşê Rêveberiya Xweser pêwîstî bi Heveymana Civakî dît. Hevpeymana Civakî sê xalên girîng bîngeh digre. Yek jê sîstema demokratîk ku mafê her pêkhateyê hebe xwedî li nirx, ziman, ol û çanda xwe derkeve. Ya duyem sîstema ekolojîk her kes xwedî li ekolojiyê derkeve ji ber ku em nikarin xwe ji xwezayê cuda bibînin, em beşek jê ne lewma parastina wê û paqijî pir girîng e û bi nêzîkbûna bi wê re şaristanî û çanda mirovan diyar dibe. Bi vê yekê mirov dikare xwe û civaka xwe ji nexweşiyan biparêze. Xala girîngtirîn azadiya jinan mafê bingehîn e di hevpeymana civakî de. Ji ber ku gihandina vê pêvajoyê ne bi hêsanî hatiye bi pêşengiya jinên azad çêbûye. Civaka azad û wekhev bi azadiya jinan tê avakirin, dema jin azad bibe û sîstema hevjiyana azad were avakirin dê hemû pirsgirêkên civakê werin çareserkirin.”

“Serkeftina Hevpeymana Civakî destgirtina wekheviya di navbera jin û mêr de ye”

Bêrîvan Îsmayil bal kişand ser rola jinan di peymanê de û da zanîn ku ji sedî 50 cih digrin loma nîşaneya serkeftina hevpeymanê ji vê xalê diyar e û wiha axaftina xwe domand: “Di vê pêvajoya hesas de ku cîhan tevliheviyek mezin dijî, bandora wê li ser Bakûr û rojhilatê Sûriyeyê jî heye. Hevpeymana Civakî girîng e di vê qonaxê de were pêkanîn. Cara yekem di dîrokê de jin ji sedî 50 cihê xwe di Hevpeymana Civakî de digrin, ev yek pir girîng û bi wate ye. Jin xwedî roleke pir girîng in di civakê de. Em ji malbata demokratîk bigrin heya civaka demokratîk jin pêşeng in û roleke girîng dilîzin. Dayîna vê hejmarê serkeftina hevpeymana civakî diyar dike. Hevpeyman wekheviya herdu cinsan esas digre, bi vê yekê wê rê li ber hemû pirsgirêkên civakî were girtin û civakek exlaqî û polîtîk were avakirin.”

Bêrîvan Îsmayîl behsa bendên Hevpeymanê kir û got: “Sîstema kar û xebatê dê were guhertin dê bibe komîn, meclisên taxan, bajarok, meclisên bajar û Kantona Cizîrê. Di Hevpeymana Civakî de gelek bend hene, hemû qadên civakî esas girtine edalet, ekelojî, aboriya civakî, mafên jinan û her wekî din. Edalet tê wateya ku her kes wekhev be û mafê wan were dayîn. Ekelojî tê wateya parastina xweza, teduristiya mirov û şaristaniyê, aboriya civakî ku herî zêde bi riya civakê be wekî sîstema kooperatîfan were pêşxistin û mafên jinan di sîstema hevserokatiyê de, dayîna nerîn û biryar be û wekheviya herdu cinsan esas were girtin. Piştî ku jinan di şoreşa rojava gavên herî girîng avêt di hevpeymana civakî de bendên taybet ên girêdayî jinan çêbûn. Wekî Edaleta Civakî ya jinan di hundirê xwe de Mala Jin, Komîteyên Lihevanînê, Dîwana Edaletê û Meclisa Edaleta Jin dihewîne. Armanca wê ew e ku beriya pirsgirêk derkeve çareserî were dîtin ew jî bi riya perwerdekirina komîn, meclis û hemû civakê pêk tê. Dema em doza mafekî dikin bêguman erk jî heye pêwîst e em erkên xwe pêk bînin da ku em bikarin mafê xwe bi dest bixin.”

“Hevpeymana Civakî dê li pêş hêzên desthilatdar bibe bend”

Bêrîvan Îsmayîl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevpeymana Civakî bi taybetî xelasiya gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye û tevahî Sûriyeyê ye. Bendên di Hevpeymana Civakî de ji bo avakirina Sûriyeya ne navendî ne, ev bend hemû jî bi nêrîna gel hatine nivîsandin. Ji bo wê em wê xelasî û parastina mafê her kesê dibînin. Bêguman wê xeteriyek li ser dewletên desthilatdar û dagirker be. Ji ber ku ne ji berjewendiyên dewletan e ku sîstemek demokratîk were avakirin ango çareserî ji krîza Sûriyeyê re were dîtin.”