“Armanca wê xwenaskirin û azadiya jinan bû”

Malda Kûsa ji bo ku gel bi çanda neteweya demokratîk ji nû ve wate bide jiyanê, dîroka xwe, çand, ked, ziman, ax û welatê xwe ji nû ve nas bike û xwedî lê derbikeve her dem di nava lêgerînê de bû.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- 5’ê Nîsana 2019’an Endama navenda Jineolojiyê ya Kantona Hesekê Malda Kûsa ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bi bombeyek li ser riya Holê jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê xwestin derbeyek li zanista jinan bixin lê belê rêheval Malda li dijî van êrîşan bû sembola pêşxistina zanyarî û zanista ku azad dike, dibe çavkaniya civakbûnê û jiyana jinan. Malda Kûsa li Hesekê di 10’yê Çileyê de çavên xwe li cîhanê vekir, navê dayika wê Leyloh, navê bav Ebid El-Selam, li ser riya Holê di 5’ê Gulana 2019 an de gihîşt asta şehadetê.

Malva Kûsa xwişka xwe Malda bi bîr anî û wiha behsa jiyana wê kir: “Malda ji biçûkaniya xwe de dilpak e û her kesê jê hez dikir, ev teybetmendî her ku mezin bû pê re mezin dibû. Malda bi her kesî re heval bû, di malê de ya herî şêrîn û delalî bû, ew biçûka malê bû lê xwedî zanisteke zengîn bû. Bêtir ji xwendina pirtûkan hez dikir, hem jî wênesaz bû, bêguman kesê ku pirtûkan dixwînê û yê ku naxwîne ne wekî hev e, xwendina pirtûkan zanista mirovan bi pêş dixe lewma malda her dem di nava lêgerînê de bû da ku zanista xwe bi pêş bixe. Malda Akademiya Mezbotamyayê bi dawî kir paşê di 2019’an de tevli xebatên Jineolojiyê bû.”

“Armanca wê xwenaskirin û azadiya jinan bû”

Malva Kûsa diyar kir ku armanca Malda ya tevlibûna xebatên Jineolojiyê, xwenaskirin û azadiya jinan bû û wiha axaftina xwe domand: “Dema Malda tevli xebatên Jineolojiyê bû, pir hat guhertin, hem di milê zanistî de hemû jî di warê kesayetiyê de pir xurt bû. Malda perwerdeyan dida hêzên leşkerî û civakî. Her kes nikare vê gavê bavêje lê Malda bû bersiv û dema ku perwerde dida xwe baş amade dikir da ku bikaribe bibe bersiv ji her pirsa ku jê were kirin re. Malda li beramberî artêşek leşkeran disekinî û behsa zanista jinan dikir ev xebatekî pîroz bû ku di roja me ye îro de jinek ciwan di aliyê zanistî de kûr be û xwedî seknek bi heybet be. Ew diçû ku derê dihat hezkirin ji ber ku xwedî zanisteke zengîn bû, hezkirin ji xweşbûna zanistê dihat. Em bi şehadeta wê pir êşiyan, şehîd Malda her kêlî di nava me de dijî, em bi şehadeta wê serbilind in.

“Şehîd Malda li hemberî îdeolojiya zayendperest di nava têkoşînê de bû”

Rêhevala Malda Zîlan Hiso teqez kir ku her xebateke tê meşandin bi ked, fedakarî û hêza jinan e û wiha anî ziman: “Şehîd Malda ji bo azadiya tevahî jinan û belavkirina zanista jinan her dem di nava kar û xebatê de bû. Bi xebatên xwe têgihîştina çeteyên DAIŞ´ê û hêzên dagirker ku dixwazin jinan ji nû ve di nav tarîtiyê de veşêrin û her wiha îdeolojiyên zayendîperest, faşîst, dewlet-netew teşhîr kir û li hemberî van têkoşiya. Her dem ji xwe re têgihîştina neteweya demokratîk bingeh girt û bi her awayî xwest vê bigihîjîne hemû jin û gelên herêmê û jinên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Ermen. Ev hezkirina xwe her roj di lêkolînên xwe, perwerdeyên ku dida, guftugo û civînan de ji nû ve zindî kir û parve kir.”

Zîlan Hiso da zanîn ku çareseriya pirsgirkên civakê û jinan Jineolojî ye û wiha domand: “Şehîd Malda gihîştibû wê baweriyê ku çareseriya pirsgirkên civakê û jinan naskirina Jinlojiyê ye, ji bo wê dixwset her kes di civakê de zanista jinan bizanibe lewma her dem ji bo dayîna perwerdeyan amade bû, bi hezkirin û eşqeke mezin berê xwe dida cihê perwerdeyê. Weke rêhevalên wê me hêz ji şehîd Malda digirt ku gavên girîng ji bo azadiya hemû jinan kar û xebat dikir. Em soz didin şehîd Malda û hemû şehîdên azadiyê em ê riya wan temam bikin û bigihîjin azadiya jinan, civakê û Rêber Apo ku îro bi saya felsefeya wî zanista jinan hat naskirin û çareserî ji bo pirsgirêkên civakê hat diyarkirin. Erka me ew e ku em zanista jinan belav bikin û bibin bersiv ji hemû dewletên desthilatdar re ku zanista jinan weke xeter li ser berjewendî û pergalên xwe dibînin. Malda dema diçe karê xwe li ser riya Holê bi bombeyeke li ser rê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê xistine erdê, şehîd bû. Em ê bi pêşxistina zanista jinan tola rêhevala xwe hilînin, çeteyan xwestin rê li ber belavkirina zanista jinan bigrin lê ev yek pêk nehat em hemû Malda ne û doza me yek e.”