Du xwişk ji bo zarokên karker li Afganîstanê qursan bi dizî vekirin

Li Afganîstanê du xwişk Sodaba Necinid û Azîta Necinid ji bo zarokên karker û feqîr qursên perwerdehiyê bi dizî vekirin. Di van qursan de zarok fêrî Îngilîzî, zanist û jimartinê dibin.

BEHRAN LEHÎB

Kabûl - Çend roj berî ku Talîban Afganîstanê kontrol bike, şer li parêzgehan, bi taybetî li bakur dijwar bû. Ji ber şer bi sedan malbat malên xwe terikandin û ber bi Kabûlê ve çûn. Koçberên li Kabûl neçar man ku li baxçeyên paytext Kabûlê kampan ava bikin, ji ber ku nikaribûn kirê bidin. Xelkê Kabulê alîkariya koçberan kirin, du xwişk Sodaba Necinid û Azîta Necinid li kampan ji bo zarokên koçber bûne kursên bêpere vekirin. Piştî ku Talîbanê Kabûl xist bin destê xwe, hemû koçber neçar kirin ku vegerin warên xwe, ji ber vê yekê her du xwişkan bi hevkariya Homîra Ferhencehyan ji bo zarokên karker û feqîr qurs bi dizî vekirin. Di van qursan de zarok fêrî Îngilîzî, zanist û jimartinê dibin.

"Ez bang li jinan dikim ku xebatên xwe bidomînin"

Sodaba Necinid anî ziman piştî ku Talîbanê welat xist bin kontrola xwe dibistan ji jinan re hatin girtin û herî zêde zarokên feqîr û karkerên di bin sînorê xizaniyê de dijîn bi vê yekê bandor bûn û wiha got: "Ez bang li jinan dikim ku xebatên xwe bidomînin û dev jê bernedin."

"Divê deriyên dibistanan ji jinan re bên vekirin"

Seroka buroya Valeo û seroka Tevgera Jinên Feqîr Homîra Ferhencehyan ya ku piştgirîya qursên ku her du xwişkan vekirine dike diyar kir ku bi hatina Talîbanê re hemû jin bêkar man, deriyên dibistanan ji jinan re hatin girtin û ev jî krîza aborî girantir kir û wiha axivî: "Em di du qadan de dixebitin û drav berhev dikin da ku ji xwendekarên qursê re kirtas û pirtûkan peyda bikin. Her wiha em piştgirîya darayî û xwarinê pêşkêşî jinên xwende dikin. Armanca me ne tenê di warê aborî de alîkariya jinan e. Her dengê ku em bilind dikin ji bo xizmeta gel e. Em dengê jinan bilind dikin û ji cîhanê re radigihînin. Mixabin sala bê em ê bi qeyraneke aborî re rû bi rû bimînin. Piraniya van jinan piştgirî nagirin, lewma pêwîst e dengê van jinan bê bihîstin. Divê deriyên dibistanan ji jinan re bên vekirin."

"Ji ber ku dibistan girtî ne em têne van qursan da ku fêr bibin"

Yek ji xwendekarên ku tevlî qursan bûye Dinya İrbab Zade got ku ji ber ku dibistan girtî ne ew  têne van qursan da ku fêr bibin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Zarokên feqîr ên dest ji dibistanê berdane li vir bêpere dixwînin. Divê dibistan bên vekirin da ku em xwendina xwe bidomînin."

"Ez pir kêfxweşim ji ber ku bi rêya qursên belaş dikarim bixwînim"

Buhara Ebd El-Wahid jî yek xwendekarên ku tevlî qursan bûye bi lêv kir ku ew pênûsan li kolanên Kabûlê difroşe da ku debara malbata xwe bike û wiha axaftina xwe domand: "Dayik û bavê min nexweşin ji ber vê yekê neçar debara malbata xwe bikim. Ez xwendekarê pola heftemîn im. Talîbanê xwendin li min qedexe kir. Ez pir kêfxweşim ji ber ku bi rêya qursên belaş dikarim bixwînim."

"Ez tevlî vê qursê bûm da ku piştre bikaribim debara sê zarokên xwe bikim"

El-Qerim Huseynî jî dayika sê zarokan e û tevî qursan dibe eşkere kir ku hevjînê wê miriye û wiha got: "Ez tevlî vê qursê bûm ji bo ku hînî nivîsandin û xwendinê bibim, da ku piştre bêyî alîkariya kesî ez bikaribim debara sê zarokên xwe bikim."