"Kiryarên dewleta tirk dê îradeya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neşikîne"

Jinên Bajarê Qamişlo teqez kirin ku êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îradeya gel naşkîne û Projeya Neteweya Demokratîk têk nabe.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo-Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê bi awayekî hovane didomîne û li herêm dagirkerî jî siyaseta guhertina demografîk pêk tîne, di heman demê de Projeya Rêveberiya Xweser hedef digre da ku dewleta Osmaniya nû berfireh bike.

"Dewleta tirk Projeya Neteweya Demokratîk hedef digre"

Welaa El-Elî ji pêkhateya Kurd li bajarê Qamişloyê ye pişterast kir ku kiryarên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne kiryarên dijmirovî yên û wiha pêl da gotinên xwe: "Dewleta Tirk a dagirker Projeya Neteweya Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin hedef digre. Di heman demê de bi hemû hêza xwe hewl dide gelê Bakur û Rujhilatê Sûriyeyê koçber bike û mîras û çanda hemû pêkhateyan ji holê rake, vê yekê jî bi riya avakirina tirs û xerakirina rewşa ewlehiyê di nava gel de, pêk tîne."

"Armanca dewleta Tirk bi êrîşan vegerandina dewleta Osmanî ya hilweşiyayî ye."

Der barê planên dewleta Tirk li ser herêmê Sûriyeyê, Jorjêt Bersomo diyar kir ku ji destpêk şoreşa Sûriyeyê ve û dewleta Tirk roleke pir xirab û neyînî dilîze ku ji destpêkê de û heya niha krîz ava dike û piştgiriya komên çekdar dike her wiha ji bo dagirkirina herêmên Sûriyeyê plan datîne û gelek herêm dagirkirn û wiha pêde çû: "Piştî serkeftina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê bidestxistina aramî û ewlehiya herêmê û qebûlkirina projeya neteweya demokratîk, dijminatiya dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê wê zêde bû, dest bi planên xwe yên qirêj kir wekî êrîşên hovan, piştgiriya komên çete û di bin navê avakirina herêmeke bi ewle ji bo vegera penaberên Sûriyeyê yên ku li Tirkiyeyê, bi hezaran malbat koçber kirin û erdên wan desteser kirin û guhertineke demografîk pêk anî."

Jorjêt Bersomo di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand ser siyaseta dewleta tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "Polîtîkayeke xwe derxistina ji nava krîza navxweyî ye û hewldana vegerandin û nûjenkirina dewleta Osmanî ya hilweşyayî ye."

"Dewleta Tirk di êrîşên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên qedexe bi kar anî"

Jorjêt Bersomo da zanîn ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna armancên xwe li hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû rêbazên hovane bi kar anîn û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêkên ku navneteweyî qedexekirî ye bi kar anî, piştgiriya komên çete yên ku navneteweyî di lîsteyên terorê de ne kir û ji bo binpêkirina mafên jin û sivîlên li herêmê bi komên çete re xebitî. Her wiha di encama van kiryaran de sivîl rastî qetilkirin û revandinê hatin û rastî tecawiz û destdirêjiyê hatin."

“Planên dewleta tirk ne yên nû ne sedsale ne”

Jorjêt Bersomo pişterast kir ku planên dewleta Tirk li Sûriyeyê ne nû ne û wiha pêl da gotinên xwe: "Di roja me ya îro de dewleta tirk planên xwe yên ku ji beriya 100 salan ve li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji wan gelan jî gelê Suryan dest pê kiribû didomîne, em neviyên wan kesên ku di komkujiya Sêfoyê de hatin qetilkirin, komkojiya Sêfoyê ji aliyê dewleta Osmanî ve li dijî gelê Suryanî ve hat pêkanîn."

"Çeteyên DAIŞ'ê di sala 2015'an de nêzî 8 dêrên Aşûriyan hilweşand û 200 kes revandin"

Jorjêt Bersomo diyar kir ku gelê Suryanî û Ermenî ji Turkiyeyê hatine koçberkirin û wiha got: "Ji aliyê dewleta Tirk ve li herêmên me yên ku em lê bi cih dibûn guhertineke demografîk çêbû û niha jî van planên xwe li Til Temirê ku piraniya niştecihên wê Suryanî û Aşûrî ne, pêk tîne û derên dîrokî hedef digre. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk cihên olî yên pêkhateyên Xirîstiyan, Aşûr, Suryan û fileyan hedef digre ku di sala 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirtin gundên Aşûriyan hedef girtin û nêzî 8 dêr hilweşandin û bêtirî 200 kesî revandin." Her wiha Jorjêt Bersomo dibîne ku êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê zêde bûn di dema ku gelê herêmê projeya neteweya demokratîk a ku bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin, pejirandin."

"Dewleta tirk bi taybetî jinan hedef digre"

Jorjêt Bersomo destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser planên qirêj ên dewleta Tirkiyeyê baş fam kirine û wiha got: "Em bi îsrar in û projeya xwe ya çareseriya aloziya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn didomînin û divê em jin ji hemû pêkahateyan yek dest bin, ji ber ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi taybetî jinan armanc dike. Ji ber ku jin stûna civakê ne."

Li dijî êrîşên dewleta tirk bang hat kirin

Jorjêt Bersomo di dawiya axaftina xwe de, ji gelê Sûriyeyê xwest ku bibin yek û daxwaz kir ku rejîma Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re diyalogê qebûl bike da ku metirsiya Tirkiyeyê dûr bixe û dawî li dagirkeriya wê li herêmên Sûriyeyê bîne. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li gel Sûriye û gelê wê li dijî êrîşên dewleta Tirk bisekinin.

"Êrîşên Tirkiyeyê ji ber xirabûna rewşa aborî ya Tirkiyeyê ye"

Fadiya Îbrahîm ji pêkhateyê Ereb e der barê êrîşên dewleta tirk de diyar kir ku êrîşên dewleta Tirkiyeyê rojane zêdetir dibe û wiha pêde çû: "Bi qrîza Ûkraynayê re êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bûne ku bi vê krîzê re nirxên her tiştî ku bû sedema têkçûna rewşa aborî li Tirkiyeyê û lîreyê Turkiyeyê li hemberî dolar bê qîmet bû ji ber vê yekê jî Erdogan plan û êrîşên xwe bêtir bike."

"Dewletên hegemon ji Projeya Neteweya Demokrat ditirsin"

Fadiya Îbrahîm da zanîn ku Projeya Neteweya Demokratîk ji bo hemû dewletên serdest û hegemon metirsîdar e û wiha got: "Projeya Neteweya Demokratîk yekane ye, ne tenê ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê wekî xeterek e, ji bo berjewendiyên hemû dewletên desthilatdar ku dixwazin Rojhilata Navîn dabeş bikin. Xetere ji ber vê yekê dewletên hegemon bi armanca têkbirina Projeya Neteweya Demokratîk destûr dide Tirkiyeyê ku êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne."

"Em ê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin"

Fadiya ebrahîm di dawiya gotinên xwe de tekez kir ku pêwîste gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk hevgirtî bin û wiha got: "Em hevgirtî ne û em ê di eniyên berxwedanê de li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin û em êrîş û dagirkeriyê tu carî qebûl nakin û em bihustek ji axa welatên xwe bernedin û radestî Tirkiyeyê nakin."