Dijberî derewa ‘herêma bi ewle’ ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta tirk jiyan bûye dojeh

Jinên li Şehbayê û koçberên Efrînê li Bakur û Rojhiilatê Sûriyeyê teqez kirin ku ‘herêma bi ewle’ cihê kuştin, tecawiz û her cure zilmê ye.

ROBARÎN BEKIR

Şehba- Jinên kantona Efrîn û Şehbayê, bersiv dan gefên dewleta Tirk a ji bo avakirina herêmeke bi ewle û gotin: "Dagirkeriya tirk ku tirs û berbelaviyê li herêmên bi ewle çêdike nikare ewlehî û îstiqrarê ava bike, loma gotina ‘herêma bi ewle’ tenê gotine di nava xwe de şer, kuştin, tecawiz û her cure zilmê dihewîne.”

Dagirkeriya Tirkiyeyê ji destpêka şerê Sûriyeyê ve plan dike ku herêmek bi ewle ava bike. Ji dema ku Tirkiyeyê deriyên xwe ji koçberên Sûriyeyê ku neçar man dev ji bajarên xwe berdin vekir û pê ve, êdî ew wek belgeyek zextê li ser Ewropayê bi kar anî, niha jî ji bo ku projeya xwe berfireh bike navên din lê dike.

Kiryarên Tirkiyeyê planên wê yên rastîn eşkere dike. Ji ber ku hewl dide li Idlib, Ezaz, El-Bab, Cerablûs, Efrîn, Serê Kaniyê û Til Ebyad/ Girê Spî polîtîkaya tirkbûna herêmê li ser herêmê ferz bike û bi êrîşan, bi dagirkirina xakên nû projeya xwe berdewam dike.

“Ev gef bandorê li ewlekariya herêmê dikin û terorê li Sûriyeyê zindî dikin”

Ajansa me li kolanên kantona Şehbayê geriya û nêrînên jinên koçber ên Efrîn û Şehbayê girt, Fatima Hesen yek ji koçberên kantona Efrînê ye got ku dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê êrîşên hovane li ser sivîlan pêk tînin û wiha domand: "Dagirkeriya Tirkiyeyê her dem hewl dide tirs û berbelaviyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbike.”

Fatima Hesen amaje bi wê yekê jî kir ku plan û hewldanên dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriyeyê ne nû ne, ji ber ku ew bû sedema bicihkirina komên çekdar ên terorîst li hemû navçeyên Sûriye û Tirkiyeyê piştevanê sereke yê terorê û fînansekirina wê ye. Ev gef û êrîş hewldanek ji bo vejandina terorê ye. Dagirkeriya Tirk ne tenê gefê li ewlekarî û aramiya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, van herêman rê li ber Erdogan vedike ku Sûriyeyê dagir bike û bi riya wê bandor û dagirkeriya xwe li ser hemû welatên herêmê berfireh bike.

Armancên Tirkiyeyê bi sînor in

Ji aliyê din ve Şîraz Elî got ku beriya 5 salan Tirkiye û çeteyên wê gef li kantona Efrînê xwaribûn û dest bi êrîşan kiribûn ku sivîlan kirin hedef û şêniyên wê neçar kirin ku birevin û di şert û mercên giran ên koçberiyê de li kantona Şehbayê bijîn û wiha lê zêde kir: "Heman senaryo bi gefên Tirkiyeyê yên ji bo boykotkirina Şehbayê û herêmên din ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî tê dubarekirin û ev yek jî nîşan dide ku armanca dewleta Tirk a ji bo dagirkirina axa Sûriyeyê sînorên xwe nîn e û dixwaze wê ber bi welatên cîran ve berfireh bike

 Şîraz Elî nerazîbûna xwe nîşan da der barê êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got: "Em naxwazin zêdetir xwîna kesên bêguneh bê rijandin. Êdî ji neheqî û binpêkirina mafên mirovahiyê re bes e. Em dixwazin vegerin herêmê û malên xwe û dagirkeriya Tirk ji axa xwe derxin.

"Hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê dagirkerî ye"

Amanî Ebdullah ya ji kantona Şehbayê got ku gef û êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser xaka Sûriyeyê ne qanûnî ne û mafê Tirkiyeyê nîn e çarenûsa gelên herêmê diyar bike û wiha got: "Em dixwazin axa ku Tirkiyeyê dagir kiriye rizgar bikin.”

Der barê armanca dagirkeriya Tirkiyeyê ya dagirkirina derên din û niyeta wê ya veşartî de, Amanî Ebdullah amaje bi wê yekê jî kir û got: "Tiştê Tirkiye îdia dike ku  herêmeke ewle ji bo vegera penaberên Sûriyeyê ava dike, hincetên derew in. Her kes dizane ku derewan dike, ji ber ku her penaberek ji Sûriyeyê dixwaze vegere ax û mala xwe û penaberên ji derveyî Sûriyeyê piştrast in ku navçeyên Sûriyeyê yên dagirkirî ji ewlehî û aramiyê bêpar in. Binpêkirinên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li herêmên dagirkirî tên kirin, guhertina demografiya herêmê ye û vegera penaberan bo herêmên ku bi dagirkeriyeke nû hatine diyarkirin yek ji planên Tirkiyeyê ye.”

“Divê ku gelê Sûriyeyê hişyar be

 Amanî Ebdullah diyar kir ku pêwîst e gelên Sûriyeyê li dijî Erdogan û çeteyên wî hişyar bin û wiha got: "Tirkiye ji bo pêkanîna planên xwe yên li herêmê çeteyan bi kar tîne ji bo serkeftina projeya xwe ya Tirkirina herêmê misoger bike. Gef û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê wê tu tiştî neguherîne, îradeya me nehejîne, berevajî wê hevgirtina gelên herêmê zêdetir bike.”