Di nav mehekê de li Idlibê zêdetirî deh jinan dawî li jiyana xwe anîn

Zextên civakî, aloziyên aborî, rewşa şer a li heremê diqewime dibe sedema xirabûna rewşa jinên li Idlibê û bi awayekê neyînî bandorê li ser jiyana wan dike. Li Idlibê di nav mehekê de zêdetirî 10 jinan dawî li jiyana xwe anîn.

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Rewşa şer û aloziyên heyî dibe sedema kuştin û xwekuştinan. Li herêmên gundewarê Idlibê yên di bin dagirkeriya çeteyên bi navê Heyet Tehrîr El-Şam de ye, ji destpêka vê mehê ve zêdetirî 10 jinan dawî li jiyana xwe anîne.

Nêzîkatiyên cûdakarî yê dadgehê wê ber bi xwekujiyê ve bir

Rudeyna El-Xetib a 22 salî ku rastî nêzîkatiyên xirab ên derdora xwe hat û ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû dîtina zarokên wê hat astengkirin, dawî li jiyana xwe anî. 

Dayîka wê Fatima El-Ta’ta ya ji Cebel El-Zawiya ye û li kampên Sarmada yên li Idlibê dijî da zanîn ku keça wê pêvajoyek giran derbas kiriye û ji ber zext û astengiyên nedîtina zarokên wê ya ji aliyê mêrê ku hevberda bûn li ser hatiye ferzkirin ew ber bi xwekujiyê ve hatiye birin.

Di doza ku Rudeyna El-Xetib bi piştgiriya malbata xwe pêşkeşî dadgeha Idlibê kiribû bi neyînî hatibû bersivandin.

Zextên hişmendiya mêr wê ber bi xwekujiyê ve bir

Di 20’ê Gulanê de Haifa Zaidan a hêj di 20 saliya xwe de bû dawî li jiyana xwe anî.

Xwişka wê Marwa Zaidan a 18 salî da zanîn ku derfetên ewlehî û xizaniyê ya Hayfa li pêşberî wê weke hincet hatiya dayîn û derketina wê ya ji derve, çûyîna wê ya dibistanê hatiye qedexekirin û ew ji aliyê mamên xwe ve rastî nêzîkatiyên dijwar hatiye.

Xizanî û aloziya aborî wê ber bi xwekujiyê ve bir

Her çiqas li Idlibê di nav mehekê de zêdetirî deh jinan ber bi xwe kujiyê ve hatibe kişandin û jiyana xwe jidest dabe jî bûyerên hatine jiyîn, hewldanên xwekujiyê rêjeya heyî zêdetir dikin. Roa El-Yunis a 30 salî ya bi agir berdana laşê xwe hewl da dawî li jiyana xwe bîne, ji vê hewldana xwekujiyê rizgar bû. Car din sedem ji ber xizaniya heyî piştî mirina hevjînê xwe nebûna derfetên mêyzekirina zarokên xwe bû.

Cîrana wê Sana El-Abed a piştî bûyerê alîkariya wê kir û wê gihand nexweşxaneyê da zanîn ku ew rojên gelek giran derbas kiriye, nekariye debara xwe bike û li zarokên xwe binêre, ji ber neçaretiyê serî li vê yekê daye û berê jî gelek caran hewldana xwekujiyê kiriye.

Ji serê salê ve 25 jin ber bi xwekujiyê ve hatiye bir

Şêwirmenda Civakî û Derûnî Nabila El-Taweel destnîşan kir ku li Surî ji ber ku kes hêviyên xwe yên jiyanek bi rûmet wenda kirine, her wiha ji ber xizaniya heyî ku her diçe kûrtir dibe rêjeya xwekujiyê her ku diçe zêdetir dibe.

Ekîba Koordînatorên Mudaxaleyê ya Sûrî destnîşan kirin ku ji serê salê ve li Idlib û bakûrê Helebê 6 jê hewldanên xwekujiyê û bi giştî 25 buyerên xwekujiyê ya jinan hatiye jiyîn. 

Di daxuyaniyê de li saziyên alîkariya mirovî bang hat kirin ku pêdiviyên bingehîn ên jiyanî bê pêşwazîkirin û ji bo li heremê kêmkirina rêjeya bêkariyê derfetên kar ên bi ewle bê avakirin.