Bi projeya TitulaARTS birînên jin û zarokên penaber tên dermankirin

Di çarçoveya projeya TitulaARTS ku bi hevkariya Komeleya Lêkolîna Şopandina Koçberiya Mezopotamyayê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn hat destpêkirin; xebatên atolyeyê bi beşdariya jin û zarokên penaber berdewam dikin. Felek Fîdan ku alîkara projeyê ye, diyar kir ku wan dixwest bi atolyeyan birînên şer ên bandora xwe li ser jinan çêkirine baş bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Komeleya Lêkolîna Şopandina Koçberiyê ya Mezopotamyayê bi piştgiriya du rêxistinên sivîl ên Barselonayê, li Amedê projeyek bi navê TitulaARTS dan destpêkirin. Projeya TitulaARTS, wekî wateya peyvê, tê wateya bi hunera xwe hişmediya gel, armanc dike ku piştgiriya derûnî-civakî ji jin û zarokên ku ji şerê Sûriyeyê bi bandor bûne re peyda bike. Di projeya ku dê salek bidome de dê her du komele xebatên hevpar bimeşînin û di nav salekê de xwe bigihîjînin  96 jinên Ereb û Kurd. 
Xebatên Atolyeyê dest pê kirin
Felek Fîdan ku akîkara projeyê bû, diyar kir ku wan di çarçoveya projeyê de dest bi atolyeyan kirin û diyar kir ku xebatên li ser zarokan ji hêla Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve hatine meşandin, atolyeyên li ser tenduristiya jinan û hişmendiya gel ji hêla Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiya Mezopotamyayê ve hat dayîn. Felek Fîdan a di komxebata ku li komeleyê ji xeynî alîkarê projeyê hat dayîn de wekî perwerdekara tenduristiya jinan xebitî û di atolyeyan de bi jinan re hevdîtin kir, naverok û armanca projeyê ji ajansa me re parve kir.
"Proje dê salek bidome" 
Felek Fîdan diyar kir ku ew dixwazin di vê projeyê de, di nava salek de bi 96 jinên Kurd û Ereb re hevdîtinê bikin û destnîşan kir ku atolye awayê dewreyên du mehan dê pêk werin. Felek Fîdan anî ziman ku atolye 8 hefteyan didome û her hefte li ser mijarekê rûdinên û got; "Di van atolyeyan de prensîba me ya bingehîn ew e ku em bi riya ragihandineke înteraktîf a ku beşdarbûnek çalak misoger dike perspektîfa zayendî li ser bingeha wekheviya zayendî ragihînin. Dîsa, metodolojiya me çalakiyên hunerî, anîmasyon, pêşandan e û em ê bi çalakiyên cihêreng atolyeyên xwe didomînin.”
"Şer piranî bandorê li jinan dike" 
Felek Fîdan ku di projeyê de bi jin û zarokên şer dîtine re tê gel hev got ku herî zêde jin ji şer bi bandor bûne. Felek Fîdana da zanîn ku şer bandorên derûnî, bedenî û aborî li jinan dike û di berdewamiya axaftina xwe cih da wan gotinan: "Ew rastiyek e ku bi cur be cur lêkolînên neteweyî û navneteweyî hatiye îsbatkirin ku şer bandorek neyînî li jiyana mirovan, bi taybetî li ser jinan dike. Di van şert û mercan de, ji ber rewşên travmatîk jin ji mafên xwe yên bingehîn bêpar mane û nizanin di rewşên şîdetê de serî li ku derê bidin. Ev jî dibe sedem ku tundûtûjî bi her biçe zêde bibe. Pirsgirêkên ku ew li herêmên li wan koçber bûne dijîn ji xwe gelek in. Ji ber wê bêyî ku travmaya şer derbas bikin neçar in jiyana xwe bidomînin û ev yek jî rewşê zehmetir dike. Dema ku em li daneyên îstatîstîkî mêze dikin, dibînin ku şîdeta li ser bingeha zayendperestiyê bi koçberiyê re zêde bûye û herî zêde jin neyînî jê bi bandor bûne."
"Di atolyeyan de dê pirsgirêkên jinên penaber werin çareserkirin" 
Felek Fîdan di axaftina xwe de destnîşan kir ku wan di atolyeyên ji bo tenduristiya jinan û hişmendiya gel li dar dixin de, der barê jinan de her tişt axivîne û der barê perwerdeya li atolyeyan de wiha got: “Em armanc dikin ku bi riya atolyeyên li ser tenduristiya jinan û mafên jinan, bi pêşvebirina tevgerên bingehîn ên tenduristiyê yên pêşîlêgirtî dê di warê jîngeh û jiyanê de rewşa jinan baştir bikin. Bi heman rengî, em armanc dikin ku hişmendiya tenduristiyê zêde bikin, jinên beşdarî atolyeyan bibin bedena xwe nas bikin, di pêvajoya zayînê de bikaribin xwe bi rêve bibin, der heqê ducanîbûn, zayîn û pêvajoyên pişikê de zanîn û behreyên bingehîn pêşve bibin. Dîsa, bi dayîna agahdariya bingehîn der barê wê de, em di heman demê de der barê jiyîna zayendiya bi ewle de, baştirkirina danûstendina bi mirovan re û fêrbûna mafên wan re jî agahdariyê pêşkêş dikin. Di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî, perwerde û atolyeyên zayendî yên li ser mafan jî tên dayîn. "
 "Jin agahiyên ku ji atolyeyan digrin bi derdora xwe re parve dikin" 
Felek Fîdan got bi afirandina jîngehek ku jin karibin der heqê hestên tenêtî û bêhêvîtiyê yên ku bi travmayên tên jiyîn de parve bikin, xebateke ku jin xwe lê dibînin pêk tînin. Felek Fîdan, anî ziman ku wan li zehmetiyên jinan ên di şer de guhdarî kirine û got; "Di van atolyeyan de, em rastî gelek çîrokên ku ji şer bi bandor bûne û nikarin travmaya wê derbas bikin tên. Em bi zelalî dibînin ku karakterên çîrokê ji hev cuda ne lê mijar hevpar e. Ji bilî bandorên neyînî yên şer, em di heman demê de şahidiya hejarî, tundûtûjî û jinên ku mijara jiyana wê ne tevî astengiya dijîn dibînin. Ev hêviyê dide me jinan. Jinên ku beşdarî atolyeyên me dibin, agahiyên ku ji vir fêr bûne bi jinên din ên derdora xwe re parve dikin."
"Xebat dê werin raporkirin" 
Felek Fîdan diyar kir ku ew ê di dawiya atolyeyan de xebatan bikin rapor û got; “Em ê salekê bi 96 jinan re bicivin. Di dawiya salê de, em ê bi van jinan re anketek çêbikin. Em ê li ser sê mijarên sereke bi babetên cuda rapirsînek pêk bînin. Di encama vê lêkolînê de, em plan dikin ku daneyan biweşînin, raporekê binivîsin û vê raporê bi çapemeniyê re parve bikin. Ji xeynî vê, di navbera du mehan de dê sertîfîkaya me û xebata me ya fînalê çebibe. Em niha di hefteya 7’emîn a atolyeyên xwe de ne” û destnîşan kir ku di hefteya 8’an de, her du kom werin ba hev û bi şahiyek xebata atolyeyê biqedînin.