Pencewîn Elî: Armanca însiyatîfê li dijî dagirkeriyê raberkirina helwesteke xurt a jinan e

Endama Komîteya Dîplomasiya Kongra Star Bencewîn Elî têkildarî armanc û bernameyên însiyatîfa “Jin Kurdistanê li dijî dagirkeriyê diparêzin” nirxand û got: “Em ê bi vîneke xurt piştgiriya însiyatîfa xwe bikin û serkeftinên mayinde bi xwe re bînin.”

ROJ HOZAN

Qamişlo - Dewleta tirk a dagirker bi êrîş û dagirkeriya xwe xeteriyeke cidî li ser tevahî Kurdistanê ava dike. Li hemberî vê dagirkeriyê helwestên jinan ên pîroz derdikevin pêş ku bi vîneke xurt li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe didin. Li ser vê esasê di encama Şêwra Jinên Kurd a li Rojavayê Kurdistanê ya di 15’ê Gulanê de di bin sîwana Kongreya Star de hatibû lidarxistin de, jinan biryarek girîng girtin ku li hemberî dagirkeriya dewleta tirk însiyatîfa “Jin Kurdistanê diparêzin li hemberî dagirkeriyê” ava bikin. Însiyatîf bi rengekî fermî bi tevlibûna 75 jinên siyasetmedar ji partî û rêxistinên jinan ên ji her çar parçeyên Kurdistan û Ewrupayê hat ragihandin. Di 15’ê Hezîranê de jinan civîna derxistina şêwazê çalakiyan, avakirina koordînasyon û komîteyên însiyatîfê li dar xistin di encamê de nêrîn û biryarên hevbeş li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê hatin pêşxistin.

Têkildarî mijarê Endama Komîteya Dîplomasiya Kongreya Star û di heman demê de Endama Însiyatîfa “Jin, li dijî dagirkeriyê Kurdistanê diparêzin” Pencewîn Elî nirxandin kir.

“Bi hêza jinan em ê rê nedin axa me bê dagirkirin û talankirin

Pencewîn Elî armanca lidarxistina însiyatîfê anî ziman û wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Di 15’ê Gulanê de Şêwra Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin, beşdarbûna wê jî li ser asta neteweyî bû hem li ser asta çar parçeyên Kurdistanê û li derve tevlibûn hatibû çêkirin. Di komcivînê de du mijarên sereke hatin nirxandin yek jê pêşveçûnên siyasî yên li Kurdistanê tên qewimandin, di heman demê de dagirkeriya ku li herêma Kurdistanê tê çêkirin. Wekî tê zanîn êrîşên dewleta tirk bi rengekî dijwar li ser Kurdistanê hatin çêkirin di encamê de li hin herêman dagirkerî bi pêş ket û heya niha hewldanên dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê û herêmên Parastina Medyayê hene. Li ser vî esasî weke biryar di şêwra jinan de hat girtin ku însiyatîfeke jin di bin sîwana Kongereya star li dijî dagirkeriyê were pêşxistin. Însiyatîfa me di 7’ê meha Hezîranê de bi daxuyaniyeke nivîskî bi dirûşma “Jin Kurdistanê diparêze li hemberî dagirkeriyê “hat ragihandin. Di vê însiyatîfê de 75 jinên siyasetmedar ji partiyên siyasî û rêxistinên jinan li Rojava, Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê û Ewrupayê beşdarî wê bûn. Me armancên xwe yên esasî bi nêrîn û helwesta jinan diyar kirin ku çawa em bikaribin bi hêza jinan li hemberî dagirkeriyê bisekinin û rê nedin axa me bê talankirin.”

“Weke jin helwesta me li dijî dagirkeriyê wê anî derbikeve holê”

Pencewîn Elî naveroka însiyatîfê û çalakiyên ku der barê wê de bên lidarxistin eşkere kir û wiha domand: “Di 15’ê Hezîranê de me civîna xwe ya derxistina çalakiyan pêk anî, di wê civînê de me şêwazê çalakiyên xwe diyar kir.

Destpêkê me Koordînasyona însiyatîfê ji 9 jinan derxist ji her parçeyek Kurdistanê du jin û ji Ewropayê jî dê jinek tevli bibe. Her wiha biryar hat standin ku Komîteyên vê însiyatîfê jî bên avakirin da em bikaribin aliyê wê yê ragihandinê bidin pêş û binpêkirin ku der heqê jin û zarokan de tên kirin belge bikin û di aliyê komîteya hiqûqî re ji aliyê pêwendîdar re bişînin. Ji bo der heqê sûcdaran de dozan em vekin bi rengekî ku bandorê li ser raya giştî bike û bi encam be. Her wiha komîteya têkiliyên dîblomasî ya vê însiyatîfê wê bi aliyên derve û rêxistinên jinan re vê yekê bidin nasîn û piştgiriyê ji wan bigrin. Gere weke jin helwesta me li dijî dagirkeriyê derbikeve holê. Peyama me ya din jî ew e em rewşa êrîş û dagirkeriyê şîrove bikin û ji aliyên pêwendîdar e weke rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqî re rêbikin.  Heya niha weke însiyatîf bêdengiya cîhanî li hemberî kiryarên dewleta tirk şermezar dikin ji ber binpêkirina li dijî zagonên navneteweyî li herêmê tên kirin.”

“Di vê însiyatîfê de wê çalakiyên hevbeş di asta Kurdistanê de bên lidarxistin”

Pencewîn Elî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em bi hêvî ne sazî û dezgehên hiqûqî bi erk û misyona xwe rabin. Wekî din wê çalakiyên hevbeş di asta Kurdistanê de bên lidarxistin û doza Kurdî bi pêkhateyên di herêmê de yên bi me re dijîn em ê bidin nasîn. Ji ber dagirkerî ne tenê gelê Kurd digre dest, hemû neteweyên bi me re dijîn digre dest. Em ê bi vîneke xurt piştgiriya însiyatîfa xwe bikin û serkeftinên mayinde bi xwe re bînin.”