Şêrewa tevî ku di bin êrîşan de ye jî berxwedêriya xwe diparêze

Herêma Şêrewa ku di bin dorpêç û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ye, gelê herêmê dibêje ku dê xaka xwe nehêlin ji dewleta Tirk re û li hemberî hemû êrîşan dê berxwedêriyê biparêzin.

 

RAPERÎN BEKIR

Şehba- Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê di sala 2018’an de li dijî bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di meha Çileyê de dest bi êrîşên ji bo dagirkeriyê kirin û ji ber van êrîşan gelek hemwelatî ji cih û warên xwe bûn. Gundên girêdayî herêma Şêrewa ya li Başûrê Efrînê hê jî di bin bombabaranan de ne. Şeş gundên girêdayî herêma Şêrewa yên bi navê Kloteh, Konde Mazen, Burj Al-Qas, Zaraniti, Bashmera, Mayasa Malî di bin dorpêçê de ne.

Hemwelatiyên ku ji ber dagirkeriyê ji cihên xwe bûne, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkeriyê berxwedana xwe ya bi hev re berdewam dikin.

‘Em gundê xwe bernadin’

Hemwelatiya gundê Bashmera Almasa Alî der barê dorpêça li ser gundên girêdayî herêma Şêrewa û şert û mercên zehemt ên jiyanê de wiha got: “Gundê me hema bêje her roj ji aliyê dewleta Tirk ve tê topbarankirin, me neçarî koçberiyê dikin. Herêma Şêrewa ji Rojava ve ji aliyê leşkerên dewleta tirk ên bi pere ve û ji Rojhilat ve jî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve tê dorpêçkirin. Tu cudahî di navbera polîtîkayên herdu aliyan de tune ye. Li hemberî me bi çekan şer dikin. Rejîm polîtîkayên birçîhiştinê li ser kesên ji cihê xwe bûne pêk tîne û her roja ku diçe rewşa me hîn dijwartir dibe. Êrîşên dewleta Tirk bandorê li ser me nakin û wê hêza me neşkînin, li hemberî êrîşan hêz, îrade û biryardariya me heye, em gundê xwe bernadin û ji dewleta dagirker a tirk re nahêlin.”

‘Rewşa nexweşan xirab dibe’

Hemwelatiya gundê Konde Mazen Laila Hassan der barê şert û mercên jiyanê de wiha got: “Şeş gundên girêdayî herêma Şêrewa di bereya herî pêş de cih digrin. Ew gund her dem ji aliyê dewleta tirk ve tên topbarankirin. Li vê derê jiyan di aliyê aborî û tendirustiyê de gelek xirab e. Ji ber ku li van gundan saziyên tendirustiyê tune ne. Rejîma Sûriyeyê li cihên kontrolê yên bajarokên Nubl û Al-Zehraa riyan dibirin. Beriya vê rewşê, li nexweşxaneya navçeya Şehba û Tel Rifetê nexweşên giran dihatin tedawîkirin lê niha hemû rê ji bo me hatine girtin û ew gundên di bin dorpêçan de rewşa kesên nexweş her ku diçe xirabtir dibe. Dewleta Tirk hewl dide bi êrîşan îradeya me bişkîne. Li hemberî êrîş û polîtîkayên dewleta tirk a dagirker çeka me ya herî bi hêz berxwedan e. Em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Me ji tecrubeyên xwe yên berê ders girt, em dest ji mafên xwe bernadin. Dewleta tirk Efrîn dagir kir û niha jî dixwaze ew gundên maye dagir bike. Dema êrîşî Efrînê hatî kirin ew fedakariya ku me wê demê nîşan daye, em ê niha zêdetir nîşan bidin. Wê têkoşîna me ya li Şêrewa ji bo vegera Efrînê û derxistina dewleta tirk a dagirker be.”

‘Divê ji bo vegerê merc werin avakirin’

Qadife Namo ya ku ji gundê Kemar ê girêdayî Efrînê ji cihê xwe bûye û wiha got: “Ji ber bombebarana dewleta Tirk em ji Efrînê derketin, dewleta tirk me li Şêrewa dike hedef. Nêzbûna me ya Efrînê hêviya vegerê dide me.”