Înîsiyatîfek pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinên qelew

Rojnamevana Cezayîrî Ebîr Rebîyî ji bo pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinên qelew însiyatîfek da destpêkirin.

NECWA RAHİM

Cezayîr – Piştî gelek tecrûbeyên di warê ragihandin û rojnamevaniyê de ji ber redkirina û nepejirandina hin kanalên televizyonê ku ew bibe pêşkêşvana nûçeyan û derkeve ser ekranê, rojnamevan Ebîr Rebîyî biryar da ku dest bi însiyatîfek ji bo piştgirî û teşwîqkirina jinên qelew ku bi pêş ve biçin û bibin xwedî û îrade da ku bigihîjin armancên xwe kir.

"Armanca sereke ya înîsiyatîfê alîkariya jinên qelew e"

Ebîr Rebîyî diyar kir ku wê ber çend salan dixwest vê însiyatîfê bide destpêkirin lê cesaret nedikr û wiha domand: "Min dît ku rewş roj bi roj xerabtir dibe û jinên qelew rastî tundiya devikî tên, min biryar da ku ez însiyatîfê bidim destpêkirin da ku li ser gelek pirsgirêk û êşên ku jinên qelew dikişînin biaxivim. Înîsiyatîfê behsa êş û azarên jinên qelew ên li Cezayîrê dike û ji aliyê psîkolojîk û fizîkî ve piştgiriya wan dike. Gelek kes nizanin ku jinên qelew rastî gelek zext û pirsgirêkan tên. Armanca sereke ya înîsiyatîfê alîkariya jinên qelew e ji bo ku jêhatîbûnên nû bi dest bixin û li dijî her cûre cûdakarî, zordariyê û tundiya devikî bisekinin. Gelek caran ez ji ber qelewbûna xwe rastî tunidya devikî hatim û di gelek kanalên televizyonê de nehatim qebûlkirin. Ev ji bo min motîvasyona herî mezin bû ji bo destpêkirina însiyatîfê. Divê jin dev ji armanc û xeyalên xwe bernedin û guh nedin şîroveyên neyînî.