“Em di binya hamleyê de xebatên şiyariyê dikin”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kobanê Majîda Hesûn da zanîn ku wan li ser mijara kuştinên jinan û zewaca temenê biçuk li herêma Firadê hamleyek a şiyariyê daye despêkirin.

NORŞAN ABDÎ

Kobanî - Kongra Star ji destpêka meha nîsanê ve li hemberî kuştinên jinan û zewaca temenê biçuk li herêma Firadê kampanya yek a hişyariyê kiriye. Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê Majîda Hesûn diyar kir ku li hemberî kuştinên jinan û zewaca zarokên keç ên temenbiçuk wan weke Kongra Star li ser asta herêma Firadê hamleyek a hişyariyê ya berfireh dane destpêkirin.

Majîda Hesûn got. "Tevî pêşketinên li ser jiyana jinan di civaka me de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûne jî hîna bi sedan jin di malan de hîn jî rastî neheqî û tundiyê tên. Bi vê kampanyayê em ê li pêşberî wan malbat û kesên ku rêya azadiya jinê asteng dikin bisekinin û ji tundiyê re dibêjin raweste. Ger em jin xwe bi rêxistin bikin û bibin xwedî biryar dikarin bibin îradeyek xurt ji bo bidestxistina azadiya xwe. Divê jin bi coş tevlî van civînan bibin, ji ber ku em dixwazin. alîkariya wan bikin."

Majîda Hesûn di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku teslîmî şert û mercên li ser wan hatine fezkirin nebin û baweriya xwe bi hêza jinan bînin, bi wê baweriyê jî tevlî xebatên dibin banê Kongra Star de tên rêxistin kirin bibin.