Jinên lingên wan teqiyayî, werimî ku jan dide jî bi îsrar meşa xwe dewam dikin

Ew jinên Tûnisê yên ji ber xêzanî û feqîrtiyê westiyayî ne, ne ji ber westîn û êşa di lingan de ne westandina wan. Di demê ku 400 km bi lingan meşiyan ji bo ku bighêjin paytexta Tûnisê û êşên xwe ji peyîwirdaran re vebêjin da ku jiyanek bi rûmet peyda bikin û karibin pêwistiyên xwe pêk bînin.

ZİHÛR EL- MEŞRİQÎ
Tûnis – 11 jinên Tûnisî ji ber birçîtî û westana di rastiya bêparbûna pêdiviyên herî bingehîn ên jiyana jinên Tûnisê vê kelegeram havînê di bin germahiya bilind de ruyê çîrokek bi êş û tirajîk a ku ji hêla karbidestan ve hatî paşguh kirin pêşkêş kirine.
Wan despêkê zordariya civaka bavaksalarî derbas kirin, dûyemîn jî bûn qurbaniyê hilbijaritinên pêşveçûna serneketî û siyaseta femînîzekirina xizaniyê û bêkariyê. Her wiha wan bi daxwazek ji bo mafê karkirin û jiyanek hêja rêwîtiyek dijwar dan ber çavê xwe û meşiyane.
Ev wêneyê pêşkêşkirî lingên ku ji tengasiya meşê û dirêjahiya rêkê werimî ne, beşeke biçûke ya trajedî û çîrokên din ên ku nehatine xwiya kirin û ji ber çavan winda bûne, ku bi hezaran jinên din ên ji mafên xwe yê xebitê bêpar mane.