Çend berhemên resen ên bi destê jinên Hewreman tên çêkirin

Herêma Hewreman herêmk çiyayî ye ku di keve navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û runiştavanên vê herêma bi zimanê hewremî di axivin. Xwezayê wê bi xweşikbûna xwe bala derdorê dikêşe ser xwe, li gel bedewiya xwezayî bedewiya destkariyê jî heye û hunera destê wan bi nexiş û nîgare.

SARA URMIYE
Silêmanî - Hewreman bi taybetmendiyê xwe yê jiyana çandî û xwezayî tê nasîn. Li gel hemû êrîşên ser çandê tên kirin jî heta niha çanda xwe parastine. Gelek tiştên girêdayî kevneşopiya wan ên ji dara Erxewan, pêst û hiriya sewalan çêdikin hene. Kilaşa lingê jin û mêran, berhemên ji hingiv, cilê Kurdî yên jin û mêran, xwarinên weke binêşt, çend curên taybet ên şîriniyan û nan, karên dest yên weke Ferş û kilîm tiştên herî bi nav û deng yê herêma Hewreman in. Em bi hev re tîştên herî bi nav û deng yên çanda hewreman bi nasin.
Çend kel û pelên li Hewreman bi nav û deng;
Kilaşa Hewremî: Yek ji karê destê jinên Hewremani ye ku bi darê Erxewen ku xwedî xweşikiyek taybete ji bo xweşiktiya di nav amalan de tê çêkirin. Ev kel û pelan di dîrokê de li Hewreman di hat bi karanîn. Niha jî li cihê ew kelû pelên bi pilastîkê tên çêkirin tê bi karanîn.
Cil û bergên Kurdewarî yên jinan bi awayê Kurdiya resen tê çêkirin niha ji nav û dengê cilên kurdî yên hewreman heye ji kiras, şutik û kofî pêktê. Awayê van cil û bergan cudaye. 
Destpêkê Hewreman navenda aş bû û gelek kes ji bo hêrana genimê xwe ji navçeyên cûda berê xwe didan Hewreman, niha ev aş hêdî hêdî tune dibe tenê cihek tenê maye ku genim lê were hêran.
Fêkiyên Hewreman jî bi tama xwe gelek bi nav û dengin, herî zêde jî hinarê wê ji 10 curan zêdetir tiriyê wê heye, curê herî giring yê tiryê Hewreman tiryê reşe ku xwedî dîrokek taybete. Gelek curên hêjîran jî tên dîtin, ên herî bi qîmet jî jêre dibêjin hêjirên sade û zer. 
Di heman demê de herêma Hewreman weke cihê sewalvaniyê jî tê zanîn, ji ber xwezaya wê gelek xweşike û heta niha jî ev kevneşopiya xwe ya sewalvaniyê di dome.
Li Hewreman gelek xwarinên kevin hene ku heta niha tê çêkirin weke; şelemîn, pêtle, dewîn, dixawe, xurmê, şorbe û gelek dinê. Li Hewreman nanê sac û nanê Hewremanî tê çêkirin, ku ev nane bi xwe gelek tenike. Hingivê hewreman jî gelek bi tam û xweşe.