Nivîskareke Tûnisî: Hişê çêkirî nikare giyanê wêjeyê bidize
Di navbera pêşketina dîjîtal û kûrahiya resen a hestên mirovan de, nivîsandin bi dijwariya algorîtmayên dubare re rûbirû ye. Di vê çarçoveyê de ruhê nivîskar û serpêhatiya jiyanî weke keleha herî bihêz li hemberî bêruhî û dubarekirinê disekine.
ÎXLAS EL-HAMRÛNÎ
Tûnis – Di serdemeke ku teknolojî bi pêş ketiye de, dûrahî û nêzikatiyê di navbera mirovan de kêm bûye û algorîtmayên wê dikarin di nava çend saniyeyan de bi temammî binivîsin û biafrînin, pirsa herî girîng ev e: Ma hişê çêkirî dikare di warê wêjeyê de bigihîje ruhê mirovan?
Helbestvan û nivîskara Tûnisî Meha Debş, yek ji kesayetên wêjeyî yên navdar li herêma Sîdî Bûzîdê ye. Di warê wêjeyê de çar berhemên wê yên helbestê hene. Her wiha gelek berhem jî ji bo zarokan nivîsandine. Taybetmendiya wê tenê bi aliyê wêjeyî ve sînordar nabe, di heman demê de mînakeke perwerdekarê nûjen e. Xelata Netewî ya Afrîneriya Pedagojîk girtiye, bûye endama Navenda Cîhanî ya Pisporên Perwerdeyê û di dawiyê de jî sernavê Perwerdekara Herî Afrîner a li ser asta cîhanê bi dest xistiye.
Meha Debş dibêje ku pêşketina teknolojiyê gelek sûdê daye wêjeya Ereb, weşan, ragihandin û parvekirina berheman hêsantir kiriye û derfetên ku berê ji nivîskaran re tunebûn, bi taybetî di warê belavbûn û danûstandina bi cîhanê re, ji wan re ava kiriye.
Meha Debş balê dikşîne ku pirsa bingehîn ne di pêşketina teknolojiyê bi xwe de ye, di awayê bikaranîna wê de ye.
Meha Debş destnîşan kir ku mijar ne redkirina teknolojiyê ye lê hilbijartineke hişmend e ji bo tiştên ku dikarin ji nivîsê û danûstandina bi xwendevanan re re sûdê bidin. Ji ber ku her berhemeke wêjeyî, çi Erebî be çi jî cîhanî, heq dike bigihîje xwendevanan û bi wan re têkiliyê dayne.
‘Pêşketina teknolojîk nikare hestên mirovan derbirîne’
Der barê bandora hişê çêkirî li ser paşeroja nivîsandin û afrîneriya wêjeyî de, Meha Debş vê pirsê dike: "Ma hişê çêkirî dikare serpêhatiya kesane, hest û wijdanê ku nivîskar bi wan dijî, veguhezîne?" wijdanê nivîskar, wijdanê netewa wî/ê û serpêhatiya wê ye. Ez ji xwendevanên xwe re fêr dikim ku hilberîna nivîsandinê kar û erkek e û hişê çêkirî dikare vê erkê bi awayekî herî baş pêk bîne. Lê nivîsandin û wêje pêvajoyeke dualî ye ku avakirin û ruh dihewîne. Dibe ku hişê çêkirî bikaribe nivîsek biafirîne lê nikare wê ruhê veguhezîne."
Meha Debs destnîşan kir ku kêmasiya hişê çêkirî tenê bi nebûna hest û hişmendiyê sînordar nabe, di heman demê de metirsiyeke rastîn li ser nirxên cuda û taybetmendiya afrîneriya wêjeyî jî pêk tîne û da zanîn ku berhemên bi teknîkê, li ser qalibên dubarekirî ava dibin û ev yek dibe sedem ku nivîs bişibin hev û taybetmendiya afrîneriyê winda dibe, weke taybetmendiyeke ku di dîrokê de nivîskarên mezin ên wek Necîb Mehfûz û Tewfîq El-Hekîm xwediyê wê bûn.
Cudahiya di navbera wêjeyê û hişê çêkirî de
Meha Debş der barê serpêhatiya xwe ya wêjeyî de eşkere kir ku piraniya nivîsên wê ji serpêhatiyên ku bi xwe jiyane tên û got: "Min di sala 2011'an de der barê şoreşa Tûnisê de nivîsand. Nivîsandina min ji rastiya ku min jiyabû çêdibû. Min xwest wan bûyeran tomar bikim, ji bo ku rastiyên wan ji nifşa bê winda nebin. Min gelek caran der barê rewşa jinan û zarokên ku bûne qurbana şert û mercan de nivîsandiye. Pirtûk ruh e û hişê çêkirî, her çiqas jî hêzên wê mezin bibin, dîsa nikare wê ruhê ku nivîskar dide serpêhatiya xwe, veguhezîne."
Wê diyar kir ku tevî tirsa mezin û nerazîbûna gelek nivîskar û edîbên rastîn ji van algorîtmayên mezin, ew ji bo paşeroja wêjekar, nivîskar û nivîsandinê natirse û wiha berdewam kir: "Dema ku nivîskar afrîner û nûjen be, algorîtma nikare wî ji holê rake yan jî teqlîda wî bike. Afrîneriya mirovî ya ku di hest, bîr û nasnameyê de rehên xwe xurt kiriye, her dem li hemberî makîneyê xwe diparêze, her çiqas hêzên wê mezin bibin jî."
Meha Debş di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku peyva rastîn ji dil, êş, kêfxweşî, bîr û girêdana bi welat û nasnameyê re der dibe û her tiştê din tenê "algorîtmayên hişk û bêruh" in.