Hejmara nû ya Newaya Jin giha ber destê xwendekarên xwe

Hejmara gulanê ya rojnama jinê Newaya Jin derket. Naveroka wê li ser mijarên êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê tên meşandine.

Navenda Nûçeyan - Hemjara meha gulanê ya rojnameya jinê Newaya Jin bi sernavê "Helwest û xîret wê azad bike" derket. Di hejmara nû de rojnameya jinê bal kişand ser êrişên li ser gelek navendên Kurdistanê.

Mijara sereke ya rojnameyê ku bi sernavê "Helwest û xîret wê azad bike" hate weşandin, êrişên nû yên artêşa tirk a di 17'ê Nîsanê de li dijî çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, cih girt. Li ser vê konsepta îmhayê gotarên Nurhak Gulbahar, Hêja Zerya û Nîlufer Koç hatin weşandin.

Nivîskaran pêkanînên PDK'ê yên berê bi bîr xistin û diyar kirin ku ev helwest tenê bi helwest û têkoşîneke neteweyî dikare ji holê bê rakirin. Akademîsyen Ozgur Sevgî Goral, pênaseya 'dayikbûna maqûl' a hikûmeta li Tirkiyeyê red kir. Ozgur Sevgî bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê, Dayikên Plaza del Mayo, Dayikên Aştiyê û Emîne Şenyaşar, bi bîr xist ku îro gelek dayik ji pênaseya dayika maqûl derbas dibin û hesabê zarokên xwe dipirsin.

Jînenîgariya Emîne Şenyaşar a ku 420 roj in li Rihayê têkoşîna "Edaletê" dide jî di hejmara nû de cih girt. Rojnameya ku di hejmara xwe ya gulanê de hevpeyvîneke taybet jî cih digre, Parlamentoya Skoç ku ji jinên bi sedsalan berê di bin etîketa "pîrebok" de hatibûn qetilkirin 'lêborîna' wan cih girt.

Endama Sendîkaya Skoç Sarah Collins pirsên Newaya Jin ên li ser girîngiya 'lêborîna dewletê' ya fermî, zîhniyeta dewletê ya li pişt 'nêçîra sêrbazan' û dîsa çarçoveya Qanûna Mizojinî bersivand.

Yurdusev Ozsokmenler a ku bi minasebeta 1'ê Gulanê 'Roja Yekîtî û Têkoşîna Navneteweyî' pirsgirêka keda jinê nirxand, der barê îstîsmara keda jinan de hin dane parve kir.

Rojnameyê bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî nivîsên Gulê Hesen û Roza Metîna weşand.