Mîrav Silêman hem li tembûrê dide, hem jî stranan dibêje

Jina Ciwan a bi navê Mîrav Silêman a 16 salî hem li tembûrê dide hem jî stranan dibêje. Mîrav got ku ew gelekî bi karê xwe serbilind e û bi gotina stranan kêfxweş e.

ROJ WELÎD

Qamişlo- Her mirov, dema têdigihîje, gelek qabiliyetên cuda dikare di kesayeta xwe de ava bike. Hin mirov jî hene ku bi dengê xwe yê zîz hunermendiyê hildibêjêrin. Yek ji wan jina ciwan Mîrav Silêman e, wê di 13 saliya xwe de dengê xwe û girêdana xwe ya bi tembûrê re keşif kiriye. Niha jî hem li tembûrê dide, hem jî distirîne. Mîrav Silêman ji bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ev sê sal in bênavber stranan dibêje, li temûrê dide. Mîrav Siêman Girêdayî karê xwe nêrîna xwe parve kir.

“Ji 13 saliya xwe ve li tembûrê dide û stranan dibêje”

Mîrav Silêman da zanîn ku ew ji 13 saliya xwe ve hînî tembûr û gotina stranan bûye û wiha domand: “Ez ji bajarê Qamişoyê me û temenê min 16 salî ye. Ez ji zaroktiya xwe ve distêrim. Her ku temenê min mezin bû, min xwest dengê xwe yê xweşik bi tembûrê re bikim yek. Niha ez hem li tembûrê didim, hem jî distirêm. Elbet heval ango malbatên me, mirovan teşwîqê karên wiha dikin, ya min jî malbata min gelek destek dan min ku ez hem li tembûrê bidim, hem jî bistêrim. Stran dema bi amûrê re dibin yek, xweştir dibin. Min dema dest bi tembûrê kir û ez hîn bûm, ketim wê ferqê ku dengê min xweştir dibe. Niha jî ez dikarim bibêjim ku tembûr û stran di jiyana min de cihê wan cuda ye.”

“Her zehmetiyek xweşiya wê jî heye”

Mîrav Silêman zehmetiyên ku jiyane wiha vedibêje: “Elbet di her pîşeyî de zehmetiyek heye. Dema min jî dest bi tembûr û stranê kir, min jî zehmetiyan dît. Lê dema ez hîn bûm, zehmetî ji ber xwe ve derbas bûn. Her wiha hin kes hebûn ku ji min re digotin stran û amûrên muzîkê zehmet in, heta tu bi pêş nakevî lê min israr kir ku ez dengê xwe yê xweşik bi amûrê re bikim yek. Piştî ku malbatê alîkariya min kir, min zehmetiya heyî derbas kir. Niha jî gîtar û kemançe bala min dikşînin û ez ê di dema pêş de xwe hînî wan amûran jî bikim.”

“Ez bi karê xwe serbilind im”

Mîrav Silêman wiha qala hînbûna xwe ya amûra tembûrê dike: “Dema xwesteka mirovan hebe, wê zûtir hînî tişta ku dixwaze bibe. Ez jî nêzî 2 mehan çûm perwerdeya tembûrê, piştî ku ez ziravtiya tembûrê hîn bûm, min roj bi roj pêşketinên ber bi çav bi dest xist. Niha ez xwe bi xwe perwerde dikim û tişta herî xweş ew e ku mirov perwerdeya xwe berdewam bike. Hezkirina min ji hunerê re hişt ku ez bi pêş bikevim. Ez serbilind im ku hînî stran û lêdana temûrê bûme.”

“Ez ji stranên foklorî û dengbêjiyê hez dikim”

Mîrav Silêman diyar kir ku ew dixwaze weke Mihemed Şêxo, Zibêr Salih û Hozan Dîno li tembûrê bide û stranan bêje û wiha bi dawî kir: “Daxwazek min a esasî ew e ku hemû jinên bawerî didin stranên xwe bila stranan bibêjin. Ez wek kesayet jî stranên foklorî gelek hez dikim. Her wiha ez ji dengbêjiyê jî gelekî hez dikim. Gotina stranan û derxistina holê ya behremendiya hunerê, ne şerme û ez dixwazim kesên ku xwedî huner in û şerm dikin, şerm nekin û behremendiya xwe derxin ser dikê. Ez gelekî ji hunermend Mihemed Şêxo, Zibêr Salîh û Hozan Dino ku bi tembûrên xwe stranan dibêjin hez dikim û dixwazim weke wan hem li tembûrê bidim, hem jî stranan bibêjim.”