11’emîn mîhrîcana zarokan li Rimêlanê destpêkir
35 komên zarokan ku di warê mûzîk, şano û govendê de amadekariyan dikin, li Rimêlanê hatin cem hev. Mîhrîcana ku wê sê rojan bidome, bû qada vejandina çanda resen a zarokan.
Rimêlan – Bi pêşengtiya Tevgera Hîlala Zêrîn û TEV-Çanda Mezopotamya de, 11’emîn Mîhrîcana Zarokan ya dibin dirûşmeya " Zarok Bîra Siberoj û Hunera Jiyanê ne" li Navenda Aram Tîgran a bajarê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.
Mîhrîcana ku wê sê rojan bidome, bi beşdarbûna 35 komên zarokan ên di warên mûzîk, şano, govend, lîstok û pêşengehên wênexêziyê de wê hunerên xwe mihrîcanê bi xemlînin. Tê payîn ku wê her roj 11 heta 12 kom derkevin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş bikin.
'Zimanê dayikê mafê herî bingehîn e'
Beriya ku mîhrîcan dest pê bike, ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yê bi Kurdî tê sînorkirin, daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Zîn Ebas ve li ser navê Hîlala Zêrîn û TEV-Çanda Mezopotamyayê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de li ser girîngiya fêrbûna bi zimanê dayikê hate dest nîşan kirin û wiha hat gotin: "Fêrbûna bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn ê mirovan e. Şoreşa Sûriyê bi pêşengtiya gelê Kurd li dijî desthilatdarî û yekalîbûnê rabû. Tevî ku bi hezaran keç û xortên vî gelî ji bo azadî û rûmetê şehîd ketin. Em wê yekê qebûl nakin ku zimanê Kurdî di dibistanan de were sînordarkirin."
Di daxuyaniyê de bang li Wezareta Perwerdehiyê û Hikûmeta Sûriyê hate kirin ku destûrê bidin da ku li herêmên Kurdan hemû wane bi zimanê Kurdî werin dayîn û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê.
Li ser navê komîteya amadekar jî Gulbehar bi xêrhatina mêvanan kir, girîngiya çand û zimanê Kurdî anî ziman.
‘Mîhrîcan kêyfxweşiyê dide me’
Endama Koma Govendê ya Şehîd Emar, Meryem Seyîd Elî ya 10 salî ku ji Hesekê tevlî mîhrîcanê bûye, kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Ji ber ku ez pir ji govendê hez dikim û bavê min jî mamosteyê govendê ye, min xwest tevlî vê komê bibim. Ji dema ku temenê min 6 salî bû ez di nava komên govendê de me. Em bi hevalên xwe re ji sibehê zû radibin û amadekariyan dikin. Ez hêvî dikim ku hemû zarok tevlî mîhrîcanan bibin, ji ber ku ew gelek kêfxweşiyê dide me."
Bernameya Mîhrîcanê ya sê rojan bi vê awayî ye:
Roja Yekem, Orkêstra Rojava, Koma Ş. Sema (Mûzîk), Koma Ş. Sîlva (Govend), Koma Ş. Şiyar (Şano), Koma Berfa Çiya, Koma Dengbêjiyê, Koma Ş. Emar (Govend), Xwendekarên Dibistana Niwêla, Koma Ş. Viyan Peyman, Koma Ş. Zîlan û Koma Satranç derketin ser dikê.
Roja Duyem, Koma Ş. Denîz Efrîn, Dengbêjên Pargîn, Koma Ş. Yekta (Şano), Koma Ş. Ziyad Heleb (Govend), Koma Ş. Viyan, Koma Ş. Dilgeş, Koma Ş. Erdal (Şano), Koma Zeriyên Xwezayî (Govend), Koma Şanomîdiya û Koma Ş. Bawer wê hûnêrên xwe pêşkeş bikin.
Roja Sêyem, ya mîhrîcan de wê Koma Kulîlkên Girbawî, Koma Kulîlk (Şano), Koma Ş. Dilo (Govend), Koma Kulîlkên Rojava, Koma Feraşîn (Şano), Koma Resen (Govend), Koma Ş. Dilvîn, Koma Ş. Rêwan (Şano), Koma Ş. Hogir, Koma Ş. Ronahî Bawer, Koma Ş. Yekta (Şano) û Koma Helez derbikevin ser dikê.