Li Kobanê Mîhrîcana Zarokan: Ziman û çanda me naskirina me ye
Zarokên ku beşdarî 9’emîn Mîhrîcana Zarokan a li Kobanê bûn, diyar kirin ku ew ji bilî zimanê dayîkê tu perwerdehiyê qebûl nakin û gotin: “Zimanê me rûmeta me ye.”
Kobanê – Li Rojavayê Kurdistanê Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hûnerê yê Kobanê , bi dirûşmeya parastina çand û zimanê dayîkê, Mîhrîcana Zarokan a 9’emîn ya ku wê rojekê bi dome li hola Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido li dar xistin. Zarokan di Mîhrîcanê de bi daxuyaniyekê daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî kirin.
Mîhrîcana ku bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn hate lidarxistin, bi beşdariya bi sedan zarok û malbatên wan re bi coşeke mezin pêk hat. Zarokên ku bi kincên xwe yên rengîn û xemlên Kurdewarî amade bûn, beriya destpêkirina Mîhrîcanê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê zaroka bi navê Diyale Hemze ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de girîngiya zimanê dayîkê hat destnîşankirin û wiha hate gotin: “Em weke zarokên Kobanî ji çanda xwe hez dikin. Çanda Kurdî mîna maleke germ e; di nav de stran, govend û çîrokên dapîran hene. Banga me ji herkesê re heye; mafê me ji destê me nestînin. Bila her zarok bi zimanê dayîka xwe bixwîne û bi çanda xwe serbilind be. Zimanê me rûmeta me ye, çanda me naskirina me ye.”
‘Em pêşeroja xwe di nav çanda xwe de mezin dikin’
Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê, hunermend Şêrîn Ararat axivî û bal kişand ser rola bingehîn a zarokan a di avakirina pêşeroja azad de. Şêrîn Ararat wiha got: “Îro li ser dika Navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido em berhemên çandî yên bi sedan zarokên xwe dibînin. Ev ji bo me serbilindiyeke mezin e ku em dibînin zarokên me di nava çand û dîroka xwe ya resen de mezin dibin.”
Coş û rengên zaroktiyê li ser dikê bûn
Di berdewama Mîhrîcanê de 11 komên mûzik, şano û govendê derketin ser dikê. Zarokan bi amûr, deng û hestên xwe yên pak hunera xwe pêşkêş kirin. Zarokên beşdar bi coşeke bêhempa govend gerandin, stran gotin û dirûşm berz kirin.
‘Em ê çand û hunera xwe her tim biparêzin’
Zarokên ku tevlî Mîhrîcanê bûn, hest û kêfxweşiya xwe bi ajansa me re parve kirin û helwesta xwe ya li hemberî çanda xwe anîn ziman: Lîsava Hemî got ku “Em îro zarokên Kobanê bi kêfxweşiyeke mezin tevlî Mîhrîcanê bûn ku hunera xwe nîşan bidin. Em stran, şano û govendên xwe bi zimanê Kurdî pêşkêş dikin. Ji bo vê ez ji hemû zarokan re dibêjim; bila bê huner nemînin û werin em bi hev re li dora çanda xwe bicivin. Ez di koma mûzikê de cih digrim û ez ê îro stranên bi zimanê Kurdî bêjim.”
Arjîn Mihemed a ku beşdarî mihrîcanê bûye, da zanîn ku îro em bi sedan zarokên Kobanê li dora çand û hunera xwe kom bûne ku em vê coşê parve bikin û wiha domand: “Bi vê wesîleyê em teqez dikin ku ji bilî perwerdehiya bi zimanê Kurdî em tu zimanên cuda naxwazin. Em qebûl nakin ku li derveyî zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibin; zimanê me hebûna me ye.”