Werzîşvana Kung Fuyê xeyal dike ku Misrê temsîl bike

Rodîna Mihemed, li ber rexneyan disekine û jiyana xwe û antrenmanan bi hev re dimeşîne, li aliyekî hedefa xwe ya girtina formaya tîma neteweyî ya Misrê didomîne, li aliyê din rêwîtiya xwe Kung Fu û kîkboksê berdewam dike.

ÎMAN SAMÎR ELÎ

Misir – Rodîna Mihemed rêwîtiya xwe ya Kung Fu di heft saliyê de dest pê kir. Bi teşwîqkirina dayîka xwe, ev werzîş bû pîşeyek ku bi gelek serkeftinên şampiyoniyê tacîdar bûye, beşeke girîng ji jiyan û kesayetiya wê.

Rodîna Yasser Mihemed, werzîşvanek 15 salî ye û nûnertiya Klûba Werzîşê ya Assiut dike. Bi armanca pêkanîna xeyala xwe ya herî mezin ya tevlîbûna tîma neteweyî ya Misrê û temsîlkirina welatê xwe di şampiyoniyên navneteweyî de antrenmanên xwe didomîne.

‘Gavavêtina min a dinyaya werzîşê bê plan bû’

Rodîna Mihemed diyar kir ku gav avêtina wê ya cîhana werzîşê ne encama plansaziyek demdirêj e û got: “Di destpêkê de dayîka min pêşniyar kir ku ez beşdarî antrenmanan bûm û ev ezmûn zû veguherî azweriyek rast ji bo vê werzîşê. Her çend di pêvajoya werzişvaniya de min cureyên cuda yên werzîşê ceribandibe jî min girêdanek xurtir bi Kung Fu û kickboxingê re hîs kir. Ev jî wisa kir ku biryardariya min a ji bo antrenman, pêşbirk û hewldana ji bo serkeftinê bi pêş bikeve.”

‘Ez beşdarî gelek pêşbaziyan bûm’

Rodîna Mihemed Kûpaya Assiutê ku dema heşt salî bû girtî bi bîr xist û wiha got: “Ji wê demê ve ez di şampiyoniyên neteweyî, herêmî û xwecihî de pêşbaziyê dikim. Heta niha di pêşbirkên neteweyî û herêmî de bi qasî heft madalyayên zêr û yek madalyaya zîv min bi dest xistiye. Herî dawî di Şampiyoniya Vekirî ya Misrê ku li Stadyuma Navneteweyî ya Qahîreyê hat lidarxistin, ez bi ser ketim û bûm yekem.”

‘Malbata min piştgiriya min dikin’

Rodîna Mihemed da zanîn ku berteka destpêkê ya malbata wê li hemberî hilbijartina wê ya werzîşa lihevxistin tevlîhev bû; bavê wî di destpêkê de dudil bû, pirsa ewqas bijartek hene çima wê bi taybetî ev werzîş hilbijartiye kir û got: “Lê azweriya û xebat û serkeftina min a di şampiyoniyan de hêdî hêdî fikra bavê min guherand. Ji bilî rahêner û hevalên min dê û bavê min niha piştgirên min ên herî mezin in. Malbata min ji bo ez riya xwe bidomînim, min teşwîq dikin û di rûbirûbûna dijwariyên ku keçên bi werzîşa lihevxistinê re eleqeder dibin de piştgiriyek girîng peyda dike.”

Bi îradeya paqij derbaskirina astengiyan

Rodîna Mihemed anî ziman ku di qadek ku beşdariya jinan di werzîşê de, bi taybetî hunerên lihevxistinê de sînordar bû, ew rastî rexneyên kesên li dora xwe hat û wiha berdewam kir: “Her çendî hinek kesan pirsî çima jinek ciwan dê beşdarî werzîşeke mîna Kung Fu bibe, yan jî pêşniyar kir ku werzîşên ‘guncawtir’ ji bo keçan hene, min destûr neda ev şîrove rê li ber pêşketina min bigrin. Hezkirina min a ji bo werzîşê ez ber bi berdewamiyê ve birim û bi demê re ez êdî ji rexneyan bandor nebûm. Ez werzîşê wekî tiştek ji şampiyonî û madalyayan pir wêdetir dibînim. Li ser kesayet û jiyana min a rojane, bi taybetî zêdebûna baweriya bi xwe destnîşan bandoreke erênî li min kir.”

‘Ligel werzîşê xwendina xwe jî didomînim’

Rodîna Mihemed îşaret bi wê yekê kir ku her çend berê ew ji çûyîna hinek cîhan bi tena serê xwe dudil bû, niha ew xwe amade hîs dike ku rewşên cûrbecûr birêve bibe û vê guhertinê bi baweriya xwe ya ku wê bi salan bi antrenmanê bi dest xistiye ve girêdide û dibêje: “Li gorî rewşa min a beriya destpêkirina antrenmanên birêkûpêk, werzîşê, bandorek erênî li tenduristî, balkişandin û baweriya min a bi xwe kiriye. Min xwendina akademîk bi werzîşê re hevseng kiriye û tevî dijwariya antrenmanan, pêşbirk û seferên ji bo turnuvayan, werzîş bandorek neyînî li  xwendina min neke. Niha ez di sala sêyemîn a dibistana navîn de me. Ez hefteyê çar rojan, her carê nêzî du-sê saetan, antrenmanan dikim. Bi baldarî dema xwe di navbera karên dibistanê û antremanan de birêve dibim. Tevî westandina bedenê jî ez xwendina xwe berdewam dikim. Dema ji bo turnuvayan seferê dikim, hewl didim piraniya dersên xwe temam bikim.”

‘Dixwazim di asta navneteweyî de temsîla welatê xwe bikim’

Mîna her werzîşvanek, Rodîna jî demên ku wê hîs kiriye berdewamiya di werzîşê de dijwar e, bi taybetî dema ku performansa wê dadikeve yan jî rexne lê tê kirin, jiyan kiriye û got: “Berê, pirsgirêkên wiha bandor li min dikir û carna wisa kir ku ez navberê bidim. Bi demê re min li hemberî van hesatn berxwedan raber kir û her çend encam ne ya ku li bendê me jî helwestek biryardartir a min li hemberî berdewamiya antrenmanan heye. Li şûna ji fikrên bi bandor bibe, armanca min ew e ku ez balê bidim ser baştirkirina performansa xwe. Armanca min a pêşerojê ew e ku ji bo tîma neteweyî were hilbijartin û li ser navê Misrê pêşbaziyê bikim û bi vî rengî di warê wersîşê de temsîla welatê xwe bikim.”

Rodîna Mihemed ku xwendin, antrenman, rêwîtî û pêşbirkên xwe hevseng dike, rêwîtiya xwe ya werzîşî bi piştgiriya malbat û rahênerê xwe û bi azweriya mezin a ku dema ew heft salî bû dest pê kir û bi salan veguherand hesreta temsîlkirina Misrê di qada werzîşê de didomîne.