Melek Amiro Osman: Xewna kung fuyê ji sînorên kevneşopiyan derbas dike
Lîstikvana 15 salî ya kung fuyê Melek Amiro Osman, tevî astengiyên civakî û şîroveyên derdorê, bi biryardarî rêwîtiya xwe didomîne. Di Şampiyoniya Vekirî ya Misrê de madalyaya zêr girt û niha armanc dike bibe endama tîma neteweyî.
ÎMAN SEMÎR ELÎ
Misir – Melek Amiro Osman, lîstikvana Kluba Asiyot a werzişê ye, ji xwe re riya kung fuyê hilbijartiye. Meleka ku piraniya hevalên wê li dû karên din in, ew li pey xewneke ku ji madalyayekê mezintir e digere.
Melek Amiro Osman, di Şampiyoniya Vekirî ya Misrê de ku di navbera 22-26’ê Tebaxa 2026’an de li Stadyuma Navneteweyî ya Qahîreyê hat lidarxistin, pileya yekem û madalyayeke zêrîn bi dest xist. Meleka ku rêwîtiya xwe ya ber bi serkeftinê ve didomîne, niha ji bo pêşbirkên tîma neteweyî bi armanca temsîlkirina Misrê xwe amade dike.
Zarokatî û destpêka di cîhana werzîşê de
Her çendî temenê wê 15 salî ye jî ew xwedî ezmûna bi salan a perwerde û pêşbirkê ye di warê kung fuyê de. Melek Osman, di şeşsaliya xwe de dest bi perwerdeyê kir. Her wiha di nava 5 salên borî de asta perwerdeya xwe bilind kir, werzîşê ji çalakiyeke sade veguherand pîşeyeke ku armanc dike serkeftinên mezintir bi dest bixe. Meleka ku di sala xwe ya sêyemîn a dibistana amadekariyê de ye, perwerdeya xwe ya werzîşê di Kluba Asiyot de didomîne û bi serkeftî notên bilind digre.
Melek diyar kir ku turnuvaya wê ya ewil Kûpaya Asiyotê bû û serkeftina wê ya herî dawî qezenckirina madalyayeke zêrîn di Şampiyoniya Vekirî ya Misrê de bû. Her wiha diyar kir ku di hemû tûrnûvayên kung fuyê yên beşdarî wan bûye de, di rêza yekem de cih girtiye û wiha got: “Ev yek ji bo min bû motîvasyonek mezin, ez bi wê dikarim perwerde û pêşbaziyê bidomînim û hewl bidim bigihîjim asteke ku nûnertiya tîma neteweyî bikim.”
‘Kung Fuyê alîkariya pêşxistina kesayetiya min kir’
Melek destnîşan dike ku sedema hilbijartina kung fuyê bandora malbata wê bûye û got: “Bavê min berê ev werzîş dikir û birayên min jî bi rehetî pê re mijûl dibûn. Ji ber vê yekê bû beşek jiyana min jî.”
Melek behsa destpêka karê xwe dike û wiha didomîne: “Destpêk ne hêsan bû lê bi demê re min ji kung fuyê hez kir û kêfa min jê re hat. Ez vê wekî ezmûneke bêhempa dibinim. Vê sporê alîkariya min kir ku ez hem ji aliyê werzîşî ve hem jî ji aliyê kesayetî ve bi pêş bikevim. Ez bawer dikim ku kung fuyê ne tenê tenduristî û hêz daye min, di heman demê de bandoreke erênî li ser kesayetiya min çêkiriye; baweriya min bi xwe zêde bûye û ez niha dikarim baştir bi rewşên cuda re mijûl bibim.”
Bertekên derdorê û rola malbatê
Pratîzekirina vê werzîşê alîkariya wê kiriye ku karakterekî bihêztir ava bike û bêhtir bê tirs di jiyana rojane de tevbigere. Lê belê hilbijartina wê di nava hevalên dibistanê de bûye sedema hinek nêrînan. Hinek kesan gotine ku ev werzîş ji bo keçan dijwar e yan jî ne guncaw e û pêşniyar kirine ku ew berê xwe bide melevanî yan voleybolê. Tevî van şîroveyan, Melek bi biryardarî bi werzîşa xwe ve girêdayî ma.
Melek dide zanîn ku li derveyî Asiyotê, malbata wê her dem di şampiyoniyan de piştgirî daye û ew teşwîq kiriye. Her wiha dide zanîn ku malbatê ji bo dibistanê jî hevrêzê kiriye ku ew bikaribe bêyî ziyanê bide dersên xwe, beşdarî pêşbirkan bibe.
Armanca li pêş tîma neteweyî ye
Melek hêvî dike ku piştî di Şampiyoniya Vekirî ya Misrê de madalyaya zêr girt, xebat û amadekariyên xwe ji bo qonaxa li pêş ku hilbijartinên tîmê neteweyî ne, bidomîne. Ew bi feraseta ku temenê wê yê ciwan nabe asteng li pêşiya pêkhatina xeyalên wê tevdigere.