Taxima fotbolê ya jinên Iraqê gihîşte nîvfînalê

Taxima fotbolê ya jinên Iraqî ku tê de 9 lîstokvanên Kurd hene, gihiştin nîvfînala tûrnûvayên Şampiyoniyê ya Rojavayê Asya û di encamê de taxima Filîstînê serkeftinê bi dest xist.

Navenda Nûçeyan- Taxima fotbolê ya jinên Iraqê di lîstoka dema yekem ya tûrnûvaya Rojavayê Asya ku li bajarê Cedî ya welatê Sûdî hate li darxistin, li beramberî taxima Filîstînê bi 7-0 serkeftinê bi dest xistin û gihan tûrnûvaya nîvfînalê.

Taxima jinên Îraqê hêza xwe di lîstokê de nîşan dan û hêza jinên welatên di nava dû rûbarên Mezopotamya raxistin ber çavav. Taxima ku di salê borî de nekarî vê serkeftinê bidest bixe, îsal bi taxima fotbolê ya jinên Iraqê ku tê de 9 lîstokvanên kurd hene û kabîna wan jî kurd e, yekem car e ku digihe vê qonaxê.

Golên taximê ji aliyê teberîk Xezawî ve hate hejmartin û sê gol ji aliyê Dêrîn Mele Bekir ve hate avêtin û her wiha Şoxan Salih û Lanya Salih dû golên dinê avêtin.

Hilibijartinên Îraqê ji sê qonaxan pêk tê heta ku bigihe qonaxa berî fînalê ya tûrnûvayê.