Sumeya Yazdanî di pêşbaziya bisîkletan de bi ser ket û madalya zêr girt

Sumeya Yezdanî di şampiyona Bisîkletan a jinan a Îranê ya 2021'an de pileya yekem bi dest xist û madaliya zêr girt.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku Sumeya Yazdanî pileya yekem di pêşbaziya bisîkleta de bi dest xist, madaliya zêr girt. Di 1'ê Tîrmehê de Şampiyona Bîsikleta Neteweyî ya Jinan li Tihranê despê kir. Ev cara yekeme ku 54 lîstikvan ji 20 herêmên cuda tevlî pêşbaziyê bûn.
Di sala 2009'an de Sumeya Yazdanî ya 30 salî tevlî tîma TÎKA ya Ispanî bû. Ew endama duyemîn e di koma Îranê ya bisîkelêtan de. Wê yekem madaliya Asyewî di pêşbaziya bisîkletan a jinan a sala 2021'an de bi dest xist û di şampiyonên bisîkletan ên sala 2019'an de madaleyeke bronzî stend û di heman demê de ew di lîstikên Asyayê ya sala 2018'an de yekem jina Îranî bû ku tevlî pêşbaziya bisîkleta bû.