Lîstikvana Tenîsê ya Misrî Meyar Şerîf, piştî serketina li hember lîstikvana Rusî Valentîna Êyîvaxinînko, derbasî çarîkfinalê şampiyonê ya Tenîsa vekirî ya Monbilîh bû.
Qahîre - Lîstikvana Tenîsê Meyar Şerîf rolên pêşîn derbaskir û karî xwe bigihîne çarîkfinalê. Ew destkeftiyek bêhempa ye ku berê tu lîstikvanek Misirî negihiştiyê. Meyar Şerîf xwe amade dike ku beşdarî Lîstikên Olîmpiyadê yên Tokyoyê bibe û vê dawiyê di rêza jinên lîstikvanên tenîsê de li cîhanê gihîşt pileya 117'emîn. Meyar Şerîf a 25 salî, di şampiyoniya tenîsê ya jinan de serkeftinên mezin bi dest xistiye.




