Lîga futbolê ya jinên ciwan ên Kobanê bi kelecan ber bi dawiyê tê

Rêveberiya tîma KPC Evîn Ehmed û lîstigvan heman tîmê Yeldiz Emo Ehmed wiha gotin: "Di her carê ku em dileyiz serkeftin dibe para me, lê armanca me ne tenê serkeftin û binketine, ya girîng ku jinên ciwan van qeyd û bendên civakê bişkîn e."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Lîgaya jinên ciwan ya futbolê ku bi pêşengiya Desteya Ciwan û Werzîşê di 29`ê Hezîranê de destpê kirbû, di hefteya 7'emîn de berdewam e. Tê payîn îro jî tîma Nesrîn û Wehdê bilîzin û bi vî rengî jî wê îro maçên pêvajoya çûyînê bi dawî bibin û yên vegerî jî dest pê bikin. Maç li lîstgeha Hevaltiya Kobanê û Nerwêc de bi rêve diçin. Di maça duyemîn ya hefteya 7'emîn de, tîma KPC û Tîma Wehdê lîstin. Di matçê de tîma KPC bi encamê 5 golan bi serket û tîma Firat sifir bû. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya tîma KPC Evîn Ehmed û lîstikvana heman tîmê Yeldiz Emo Ehmed a 13 salî hest û kêfxweşiyên xwe bi ajansa me re parve kirin.
"Armanca me pêşketina ciwanan di lîstokan deye"
Evîn balkişand ser xebatên jinên ciwan ên tîmên Futbolê û got:"Ev gava yekem bû ku di Kobanê de, jinên ciwan bi hevre fotbol bileyizin bê ku tu astengî li pêşiya wan derkeve. Helbet wê astengî hebin ji ber ku Kobanê bi kevneşopiyên xwe tê nasîn ku dimilê eşariyetiyê de gelek ji bo jinan hişkin. Lê ev gav bi rastî bi xwe serkeftinek bû, jin di milê werzêşî spo de xwe pêş bixe. Piran ev xebatên ku niha jin dikin, destpêkê tenê ji xortan re vekirî bû, jineke derbasî fotbol bibe ne mimkun bu ku rastî lêdanî ne dihat. Lê niha em dikarin bibêjin ku me gafên mezin avêtine da ku îroj jin fotbol bi awayekî rehet dileyizin. Raste cara yekemîn ne lê dîsa gaveke baş bû ji bo jinan."
"Me bi vê lîstokê zincir şikand"
Lîstikvana tîma biserketî Yeldizî jî kêfxweşiya xwe ya serkeftin wiha anî ziman: "Demeke dirêje em vê fotbol dilîzin, em gelekî kêfxweşin ku îroj em bi serketine lê em serkeftinê ji hemû tîman re dixwazin. Raste em bi serketin lê ya girîng ku em di vê demê em hînî sporê bûn. Spor ji bo bedena me baş e, divê her kes bê fotbol bileyize da ku em van sînoran bişkînin. Maça me ya îroj gelekî baş derbas bû, lê em jî kêfxweşin, her golek ku me dikir hîna zêde tir hêrsa me zêde dibûn ku em goleke din jî bikin."