Li Parka Yogurtçuyê ji bo piştevaniya jinên Afgan tura bisikilêtan

Çalakvanên dibiniya Piştevaniya Jinan a Nar, ji bo piştevaniya bi jinên Afganî re tura bisiklêtê li dar xistin diyar kirin ku tu kes nikare têkoşîna jinan teslîm bigire.

 
Stenbol - Piştevaniya Jinan a Nar, li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê ji bo piştevaniya bi jinên Afqan re tura bisiklêtê li dar xist. Di destpêka turê de daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê jinan Seda Balmumcu daxuyanî da. 
“Em têkoşîna jinên Afgan silav dikin”
Seda bal kişand ser giringiya piştevaniya bi jinên Afgan re û wiha domand: "Jinên Afgan ligel her tiştî bi salane têkoşînek dide. Ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşîna xwe her tim domandiye. Em têkoşîna jinên Afgan silav dikin. Em guh didin gotinên wan. 
“Em ê li dijî daraza mêr têkoşîna xwe bidomînin”
Seda Balmumcu bertek nîşanî erêkirina cezayê Çîlem Dogan jî da û wiha pêde çu: “Em erêkirina cezayê Çîlem Dogan qebûl nakin. Em ê li dijî daraza mêr têkoşîna xwe bidomînin. Îqtîdara AKP'ê bi Talîbanê re hevdîtineke fermî pêk anî. Bi Serokatiya Karê Diyanetê re polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinan teqes kir.” 
“Jin hene û li her derê ne”
Seda bilêv kir ku dê têkoşîna bidestxistina mafê jinên şidetê dibînin û tên perçiqandin dewam bikin û wiha berdewam kir. “Em îro li dijî binpêkirina mafên jin û zarokan, xespkirina mafan, ji bo aştî, azadî, wekhevî, laîk û serxwebûnê bisiklêtê diajon. Em ji bo zarokên keç ên efgan, ji bo jinên ku dixwazin bixebitin îro daketin qadan. Kesek nikare têkoşîna me ya jinan teslîm bigire. Em dev ji kolan, qad, kampus, dibistan û kargehan bernadin. Jin hene û li her derê ne”