Çîroka lehengeke ku îlhamê dide nifşên ciwan: Werzîşvan Sara Hadom
Werzîşvana Cezayîrî Sara Hadom, a ji bajarê Cezayîrê, dikaribû dîwarê qedexeyên civakî hilweşîne û bi serboriyeke awarte bikeve cîhana werzîşên şer ên jinan bû semboleke îlhamê.
RABÎA XERÎS
Cezayîr — Li salona perwerdeyê ya ku li şaredariya El-Qubba (yek ji şaredariyên paytext Cezayîrê) ye, di nav dengê bilind û gavên li pey hev de, Sara Hadom, keçeke Cezayîrî ya di bihara temenê xwe de ye, bi aramiyeke tam rawestiyaye. Ew cilê xwe yê spî û kembera xwe ya reş li xwe dike ku di hundirê wê de çîroka vîna ji pola ya naşikê veşartiye. Tevî ku rûyê wê bi aram e lê belê, li pişt vê bêdengiyê şerekî dijwar heye. Ew ne tenê keçeke ku ji bo xweparastinê werzîşeke şer dike, lehengeke ku bi nexşeyên tevgerên xwe, tevlîheviyeke ecêb di navbera şerê korî yê kevneşopî û azweriyê de xêz dike.
Çirûska pêşîn
Sara Hadom, derb arê gavên xwe yên pêşîn ên di vê werzîşê de dibêje: “Ez zarokek bi enerjî û zindîtiyê dagirtî bûm, ev yek bû sedem ku bavê min bi qeydkirina min di kulubeke werzîşê de vê enerjiyê ber bi riya rast ve bibe. Piştre ez ber bi werzîşa Taekwondoyê ve çûm, ji 12 saliya xwe ve. Ev yek bû cihê ku enerjiya min hembêz kir û nasnameya min diyar kir”
Ji wê demê ve, Sara Hadom ket nav pêvajoyeke perwerdeyê ya giran ku tê de bi biryardarî û domdarî di navbera rengên cuda yên kemberên werzîşî de derbas bû, hemû astengî derbas kirin, heta gihîşt armanca xwe ya bidestxistina kembera reş. Ev ne dawiya rê bû, belkî destpêka cîhana pîşeyî ya rastîn bû. Wê xwe gihîştand saloneke werzîşê da ku perwerdeya jin, keç û zarokên biçûk bigre ser xwe û wê azweriya ku di dilê wê de ye bi wan re parve bike.
Perwerdekirina zarok û keçan
Sara Hadom diyar kir ku ew niha çavdêriya perwerdekirina zarokên ji 3 heta 5 salî dike di pisporiya “Gym Kids” an “Baby Gym” (Kloba zarokan) de ku ev piranî balê dikşîne ser pêşxistina hobiyên tevgerî yên bingehîn û hişmendiya bedenî ya zarokan di temenê pêş de. Di heman demê de, ew perwerdeya werzîşa Kickboxing a taybet ji bo jinên ciwan digre ser xwe da ku alîkariya wan bike di avakirina xwebaweriyê de û ya herî girîng jî bidestxistina jêhatiyên xweparastinê. Li gel vê, ew çavdêriya dersên “Fitnessê” dike ku tê de şiyanên bedenî û rahênanên hewayî hene. Her wiha dersên “Musculation” (Avakirina Masûlkeyan) ku rakirina giraniyan û avakirina masûlkeyan li xwe digre.
Wekî berdewamiya azweriya xwe ya taybet ji bo bihêzkirina jin û keçan, wiha dibêje: “Min însiyatîfa taybet a ku keçan armanc dike da destpêkirin. Armanca sereke ji vê, belavkirina çanda werzîşê ye wekî amûrek ji bo avakirina kesayetiya bihêz û bilindkirina hişmendiya wan a werzîşî û xweparastinê di jîngeheke piştgir û hêzdar de.”
Ew tekez dike ku werzîşa şer a Taekwondoyê di dema dawî de rastî eleqeyeke berbiçav ji aliyê dê û bavan ve tê. Her wiha dide zanîn yên dixwazin zarokên xwe qeyd bikin hene, ji ber girîngiya wê ya zêde, ji ber ku ew tenê bi hêza bedenî sînordar nîn e, berfireh dibe da ku disiplîn û aramiya derûnî jî li xwe bigre. Berevajî têgehên belavbûyî, Sara Hadom tekez dike ku “Taekwondo werzîşeke bi tevahî bê tundî ye, qet armanc nake ku zirarê bide kesên din, belkî tenê balê dikşîne ser xweparastinê.
Zêdebûna hişmendiya werzîşî ya jinan
Li Cezayîrê gelek lehengên Taekwondoyê di astên herêmî û parzemînî de derketine pêş. Ji giringtirîn wan navan Fatîha Anfal Hezîl e; lehengeke ciwan û çalakvana di Klûba Ciwanên Werzîşê ya El-Berrweqiya de ku wekî yek ji rûyê kesên herî berbiçav û hêvîdar ên di ezmanê Taekwondoya Cezayîrê de geş bûye piştî serkeftina wê di şampiyoniyên neteweyî de. Her wiha keça ciwan Anfal Mezreb heye ku sernavê lehenga Cezayîrê di kategoriya biçûkan de bi dest xistiye.
Sara Hadom peyamek ji hemû jinan re şand û wiha got: “Werzîşê bikin şêwaza jiyanê. Eleqeya jinan a ji bo werzîşê, wekî belgeya hişmendiya jinan e li ser girîngiya fitnessê di xurtkirina tenduristiya wan a bedenî û bi taybetî ya derûnî de, nexasim di bin tewna fişarên pîşeyî û malbatî yên ku roj bi roj dikşînin de.”