Li dijî şer û qalibên civakî têkoşîn û xeyalên lîstikvanên futbolê yên Suweydayê

Tevî şer, zehmetiyên darayî û zextên civakî, lîstikvanên jin ên futbolê li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê qalibên kevneşop dişkînin; bi îsrar û azweriya xwe hem di tîmên herêmî û hem jî di tîma neteweyî de hebûna xwe îsbat dikin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Salên dirêj, futbol weke qada aydê mêran dihat dîtin û di gelek civakan de hebûna jinan di stadyûmên werzîşê de tunebû. Lê bi veguherînên salên dawî re, derî vebû ku jin hebûna xwe di werzîşê de îsbat bikin.

Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê, lîstikvanên jin ên ku armancên xwe dibin stadyûman û beşdarî turnuvayên fermî, di nav de Şampiyoniya Rojavayê Asyayê dibin, li beramberî şer, zehmetiyên tevgerînê û zexta xwendinê meydanê dixwînin, derdikevin pêş û modelek ji bo jinên ku dikarin qaliban bişkînin û pêşeroja xwe ya werzîşî biafirînin ava dikin.

Azweriya wê ya 17 salan

Seba Selîm a 22 salî ji heft saliya xwe ve futbolê dilîze. Ew nûnertiya Klûba Karker a El-Suweydayê dike û di heman demê de di tîma neteweyî ya Sûriyeyê de forma li xwe dike. Seba Selîm wiha got: “Ji bo min futbol ne tenê werzîşek e, ji zarokatiya min ve bûye parçeyek ji nasnameya min. Ev lîstik ne tenê ji bo meran, ji bo jinan e, her kes dikare bilîze û bi ser bikeve.”

Seba Selîm anî ziman ku li Fakulteya Perwerdeya Bedenê ya li Lazqiye xwendiye, ji ber rewşa ewlehî û şer neçar maye navberê bide perwerdeya xwe, nikaribûye biqedîne û wiha got: “Lê belê, min dev ji xeyala xwe ya werzîşê berneda, tevî şert û mercên zor jî antremanên xwe didomînim. Ji bo min devjêberdena perwerdeyê tê wateya devjêberdana xeyalên xwe.”

‘Li her bajarekê tîmeke jinan heye’

Saba Salîm bawer dike ku di salên dawî de futbola jinan, pir bi pêş ketiye û wiha domand: “Niha hema hema li her bajarî tîmeke jinan heye û eleqeya ji bo vê werzîşê li Sûriyeyê zêde bûye. Ev yek li gorî salên din pêşketineke eşkere nîşan dide.”

Saba Selîm qebûl dike ku rê ne asan e, zorî her dem hene lê îsrara wê bûye faktora herî girîng a biryardariya wê û vê peyamê da malbatan û civakê: “Divê jinên di qada werzîşê de bên destekkirin û bêhtir derfetên azadiyê ji wan re bên dayîn. Werzîş ne tenê ji bo mêran e, mafê her kesê ku dixwaze jiyana xwe bi awayekî normal bijî ye.”

Futbol beriya bide qezenckirin mirov fêrî jiyanê dike

Sarah Jagamî ya 18 salî, ji temenê biçûk ve dest bi lîstina futbolê kiriye, di 13 saliya xwe de beşdarî klûbek bûye û piştre di sala 2023’an de tevlî tîma neteweyî ya keçan bûye, beşdarî Şampiyoniya Asyayê ya li Urdunê bûye.

Sarah Jagamî piştrast dike ku sedema dilsoziya wê ya ji bo futbolê ew e ku werzîşek bi hest e û got: “Werzîş dilnizmiyê fêrî mirovan dike, dihêle ku mirov beriya serkeftinê têkçûnê qebûl bike û piştî her têkçûnê hêza ji nû ve rabûnê dide mirovan.”

‘Bila hemû jin li pey xeyalên xwe biçin’

Sarah Jagamî der barê zoriyên herî girîng ku pê re rû bi rû maye de, bal kişand ser zextên derûnî û zehmetiyên darayî û her wiha neçarbûna ji bo demek dûrketina ji malbata xwe û hewldanên wê yên berdewam ji bo lihevhatina dibistan û werzîşê. Her wiha dide zanîn ku ji bo bixwîne, neçar maye salek dev ji lîstina futbolê berde. Lê belê rastiya ku xwendekarên li Suweydayê ji mafê girtina perwerdeyê li Suweydayê bêpar man, ji bo wî weke şokek bûye û bandorê li pîşeya wê ya perwerdeyê kir. Niha wê xwe daye werzîşê û ew werzîşê week cihê rizgariya derûnî dibîne.

Sarah Jaghmî vê peyamê dide hemû kesên ku gumanê ji hêza jinan dikin: “Jin heta xwedî îsrar û biryardarî bin dikarin bi ser bikevin.” Sarah Jaghmî bang li keçên ku ji futbolê hez dikin kir ku li hemberî zextên civakî yan nêrînên paşverî serê xwe netewînin û li pey xeyalên xwe biçin.

Azwerî ji mesafeyê bi hêztir e

Reem El-Saleh a 19 salî, di sala 2019’an de li Klûba El-Arabî dest pê kir û di sala 2023’an de çû Klûba Karkerên El-Suweydayê. Li wir, wê alîkariya tîma xwe kir ku di Şampiyoniya Ciwanan a Sûriyeyê ya 2024’an de bigihîje rêza duyemîn. Lê belê mîna gelek werzîşvanên jin, rewşa ewlehiyê bandorê li ser pîşeya wê kir ew neçar ma navberê bide çalakiyên werzîşê. Tevî vê yekê, xeyala wê ya berdewamiya lîstinê venemirî.

Reem El-Saleh, da zanîn ku ji ber ji zarokatiyê ve jê hez dike, futbolê hilbijartiye û gava ku derfet dîtiye dest bi lîstinê kiriye. Anî ziman ku yek ji zoriyên herî mezin ku pê re rû bi rû maye mesafeya di navbera mala wê û stadyûmê de bûye, heta gihîşt rewşa ku bikaribe bidomîne pêşxistina antreman û kêrhatiyên xwe berdewam kir.

‘Jin jî dikarin di qada futbolê de hebin’

Reem El-Saleh tekez dike ku malbata wê hem ji aliyê hestiyarî ve hem jî ji aliyê darayî ve piştgiriyê dane wê. Her wiha dibêje ku ew ji ber antreman û maçan pir caran neçar maye ji malê dûr bikeve lê malbata wê her dem piştgirî danê, ev jî wê bêhtir motîve dike. Reem El Saleh peyam dide hemû kesên ku bawer dikin jin nikarin di futbolê de bi ser bikevin û diyar dike ku ev werzîş ne tenê ji bo mêran e, jin mîna gelek warên din, dikarin xwe di futbolê de jî îspat bikin.