Ji bo serokatiya futbola înglîzan a 157 salan yekem car jinek tê hilbijartin

Ji fedresyonên futbolê yên herî kevin FA dê cara yekê ji aliyê jinekê ve bê rêvebirin. Ji bo serokatiya fedresyonê Debbie Hewitt hatiye berendame.

Navenda Nûçeyan – Ji bo serokatiya fedresyona di cotmeha 1863’an de hatî avakirin jina karmend Debbie Hewitt hat nîşandan. Konseya FA yê diyar kirk u Debbie Hewitt bi piraniya dengan hatiye hilbijartin. Di dîroka 157 salan a fedresyonê de dê cara yekê jina bi navê Debbie Hewitt li ser kursiyê serokatiya wê rune. Tê payîn di çileya 2022’an de dest bi peyîwirê bike.
Konseya fedresyonê da zanîn ku dê 22 yê Tîrmehê serokatiya Debbie Hewitt erê bikin. Debbie Hewitt ji ber xebatên xwe yên civakî di sala 2011’an de ji aliyê împaratoriyê ve hatiye xelatkirin.