Ji nûçegihaniya werzîşê heta derhêneriyê Nîlî El-Mesrî

Li Filistînê ji yekem nûçeghana werzîşê heya lêkolînera yekem a di warê werzîşê de rojnamevana Nîlî El-Mesrî ya 38 salî ku di salên xebata xwe de ya di qada çapemeniya werzîşê de kedek mezin daye. Ji bo nasnavek nû bi dest bixe û bibe yekemîn derhênera bilgefîlman jî vêcarê ji qada werzîşê berê xwe daye sînemayê û di derhêneriyê de jî serkeftinên mezin bi dest xist, di warê derhêneriyê de serdestiya zilam şikand û bi nêrîna xwe ya derhêneriya cihêreng û nîşanek ku wê ji yên din cuda dike jî baldariya wê ya li ser pirsgirêkên mirovahî û jinan ne.

 
REFÎF ESLÎM
Xeza- çîrok çawa despêkir? Li gorî hevpeyvîna Nîlî El-Mesrî bi ajansa me re, ku ew di nava malbateke pir ji werzîşê hez dikin de mezin bû ye. Bavê wê İsmaîl El-Mesrî lîstikvan û rahênerê tîma neteweî yê Filistînê ye. Piştî ku malbata wê ew ji hizkirina werzîş û çandek berfireh a di warê medyaya werzîşê de ji hevalên wê yên mêr cuda dikir lêgerînên wê despêkir. Nîlî El-Mesrî diyar kir ku hezkirina wê ji werzîşê re wekî pêşî bû û wê di zaroktiya xwe de qet nedifikirî ew ê di warê ragihandin werzîşê dê bixebite, lê çarenûsa wê ew bû ku bibe keça yekem a ku dikeve qada medya werzîşê. 
Nîlî El-Mesrî da zanîn ku ew bi tesadif çêbû di dema ku di nava sê rojnameyên fermî yên li Filistînê derdiketin li nûçeyên bavê xwe digeriya di dema rêwîtiya bavê wê bi tîmê netewî yê Filistînê re ji bo şopandina geşedanên herî dawî di maçê de dît. Nîlî El-Mesrî bilêv kir ku ew ecêbmayî mabû ku hemû nivîskar û nûçeghanên rûpelên werzîşê di wan hersê rojnameyan de mêr in û di nav wan de jin qet tune ne. Nîlî da zanîn ku di wê rojê de wê biryar da ku bibe yekemîn rojnamevana werzîşê li Filistînê ji bo ku qalib û desthilatdariya mêran bişkîne. 
Nîlî El-Mesrî bûyeran tîne bîra xwe û ji me re dibêje ku ezmûna wê ya yekem li yek ji radyoyên herêmî yên Filistînî bû, hevalên wê û derhênerê wê di radyoyê de ji zîrekbûn û çanda wê bandor bûn û biryar hate girtin ku di despêkê de di beşekî ji bernameyên radyoyê de cih bigre. Nîlî El-Mesrî diyar kir ku gel di sala 2000’an de matmayî ma dema ku wan bihîst ku keçek di warê medyaya werzîşê de di radyoyê de diaxive di wê demê de rastî gelek rexneyên giran û axaftinê nexweş hat û piştgriya mezin ji hevkar, malbat û hevalên xwe dît da ku wan rexnan derbas bike.
Bi rûyekî bi ken Nîlî El-Mesrî dide diyarkirn ku bûyerên ku di radyoyê de pêre qewimî ne tişteke li beramberî tiştê ku di qada maçê de qewimê di demê ku maçe textiye dikir ku gel wê qebûl nedikirin û weke temaşevan dihate dîtin lê wê karê xwe berdewam kir û girîngî neda neqebûlkirina wan. 
Nîlî El-Mesrî destnîşan dike ku israr û hewesa wê elîkariya wê kir ku bihêle civak qebûl bike ku jin di warê medyaya werzîşê de bixebite û dide zanîn ku piştî demekê di nav civakê de cihê wê çêbû û temaşevan bi xwe li wê keça ku maçê ji nêz ve dişopand digerin û wiha dibêje: "Pêngava ku ez pê rabûm rê ji gelek keçan re vekiriya ku bi hêsantir bikarin di qada werzîşê de bixebitin û bi hêsanî civak wan qebûl bike.”
Belgekirina xebtên werzîşê ya jinên Filistînê
Nîlî El-Mesrî ku bi xwezayî xwedî enerjiyek mezin e, ji tiştên ku di warê medyaya werzîşê de bi dest xistî pes nekir û xwest ku di rêza yekem di beşên dinde bixebite û got: "Di salên 1948- 1967'an de filistîn di bin qontirola İsraîlê de bû, tenê dagirkirin û qetlîam dihatin belge kirin, werzîş û deskeftiyên jinên ku beşdarî gelek tûrnûveyan bibûn ji bo nûneriya filestînê, ereban û navnetewî dikirin hatibûn paşguhkirin. Ji ber vê yekê min biryar da vegerim wan salan û destkeftiyên bi lêkolînên zanistî li ser bingeha rêbaza vegotina devkî ya endamên wan tîman belge bikim." 
Nîlî bilêv dike ku piraniya lêkolînên li ser werzîşê li Filistînê bi taybet ên ku jin pêk tînin ji ber vê yekê wê di dema lêkolîna xwe de biryar da li ser dîroka werzîşa jinan di heyama 60 salî de berge bike û diyar dike ku fotbola jinan li Filistînê di sala 2004'an de hatiye dest pê kirin û lêkolîna wê pişre li ser pirsgirêkên jinan di civakê de bi gelemperî sekinî.
 Yekem jina derhînera Filistînî
Nîlî El-Mesrî diyar dike ku ketina wê ya nav cîhana derhêneriyê bi riya dewreyek ku ji hêla navenda karûbarên jinan ve li Xeza yê ji bo amedekirina derhêneran hatibû despêkirin çêbû û dide zanîn ku bi rastî jî di kesayeta wê de  ezmûn, tecrube daçêkirin û derhêneriya wê ya cûda çêbû. Nîlî anî ziman ku 5 film çêkiriye ji wan Ebû dihka ( bavê ken), cînan a zaroka bi nexweşiya penceşêrê û dijminên Filistînê ku xelatên nav netewî li ser girtin û filmekî din jî ku nerîna civakê ji nûçeghanên werzîşê re çêkiriye.
Nîlî El- Mesrî berdewam dike ku derhêneriya belgefîlman ne tiştekî hêsane lê belê pêdiviyê mirov bi agahdariya rastîn a ku ji çavkaniyên wê yên rast û fermî hene ev jî ji bo çêkirina filimek asayî bêtir wext digre û da zanîn ku xebata wê di medyaya werzîşê û lêkolîna zanistî de gavek bingehîn bû ku gelek sazî senariyoyên wê yên ku dikarin ramanê bighêjînin temaşevanan qebûl dikin.
Nîlî El-Mesrî li gotinê xwe zêde dike ku yek ji zehmetiyên ku di qunaxa jiyana xwe de pêre rû birû maye nebûna drav bû, çi di medyayê de çi di lêkolîna zanistî de çi jî di dedrhênedriyê de ji ber vê jî niha ew ji hemû tiştê ku bi derfetên kêm bi destxistiye raziye û diyar dike ku ew di çend caran de ji ber serkeftina karê xwe hatiye xelat kirin.
 Nîlî El-Mesrî di dema xebata xwe ya di medyay werzîşê de ji demê ku li Zanîngeha El-Zehr beşa zimanê Erebî û ragihandinê bi dawî kir, gelek kar bidest xistin û di endamtiya komîteya medyayê ya Federasyona Setrencê ya Filistînê de cih girt û di endamtiya konîteya medyaya yekîtiya rojavayê Asya a lîstokên giran de ciha girt  û bû cîgera komîteya werzîşê ya jinan li komîteya olîmpiyadê ya Filistînê.