Di nava şert û mercên koçberiyê de jinên ciwan werzîşa xwe di domînin

Werzîşvanên Efrînê li kantona Şehbayê jî xebatên xwe yên werzîşê di domînin û gelek jinên ciwan piştî şoreşa Rojava tevlî komeleyên werzîşê dibin.

ROBARÎN BEKİR

Şehba - Jinên Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk koçberî Kantona Şehbayê bûne li gel mercên penaberiyê jî hewil didin tevlî hemû qadên jiyanê dibin. Weke her qadê jinên ciwan ên wezîşvan xebatên xwe yên werzîşê dewam dikin. Jinên ciwan ên werzîşên xwe yên weke futbol, bez, basketbol û werzîşên din bernedane. Gelek jinên ciwan yên werzîşvan di qada werzîşê de xwe pêşdixin û xebatên serkeftî didin meşandin.

 “Koçberbûn rê li ber werzîşa jinên ciwan negirtiye”  

 Hevseroka Federsyona Werzîşê û lîstikvana kulîba futbolê Duniya Bekir a 28 salî da zanîn ku koçberbûn rê li ber lîstikvanên werzîşê negirtiye û wiha got: “Bi taybet jin di qada werzîşê de cihên xwe girtine û tevlîbûna keçên ciwan beriya koçberiyê li Efrînê jinan  jiyan û hunera xwe bi rêxistin kirin û jinan karîbûn yekê pêş bixin. Lê dagirkirina Efrînê bû sedem ku çalakiyên werzîşê bisekine, piştî şêniyên Efrînê koçeberî kantona Şehbayê bûn xwe ji nû ve birêxistin kirin û dest bi werzîşê kirin di qadên cûda yên werzîşê de aktîv bûn.”

 “Lîstikvanên jin bi îrade û hêza xwe serkeftî dibin”

Duniya Bekir bal kişan ser asta lîstikvanan a bilin û ser giringiya aktîvkirina çalakiyên werzîşê û wiha dom kir: “Di nava dorpêça ku li ser herêmê hatiye ferzkirin de, aktîvkirina werzîşê gaveke girînge ji dijminê Tirk û çeteyên wê re, ev yek dide xuyan kirin ku jiyan berdewame . Her wiha jin cihê xwe di werzîşa tîm û tekeksî de digirin û lîstkvanên me pişterast dikin ku hêz û îradeya wan heye ku xebatên xwe yên werzîşê pêş bixin û hebûna îradeya wan dê wan bighîne armancên wan.”

Duniya Bekir bi bîr xist ku ji sala 2013'an ve ew di qada werzîşê de cih digire û yekemîn tîma Fotbolê ya jinan li ser asta Rojava li navçeya Mobata ya Efrînê hate avakirin û wiha got: “Ez beşdarî gelek çalakiyên li ser asta Rojava bûm û wek lîstkvanên tîmê Efrînê me berê xwe da bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê û beşdarî festîvala werzîşê ya Mezobotamya yê bûm. Hejmara tîmên jinan zêde bû ji ber zêdeyi 5 tîmên werzişên jinan hene, her tîmek nêzî 15 jinên ciwan têde hene.”

 “Redkirina malbatê ne bû asteng ji bo jêhatiya xwe ya Fotlbolê”

Fikret Heco ya 22 salî ku lîstikavana tîma Futbolê da diyarkirin ku di dema dersa werzîşê ya li dibistanê lîstika futbolê bala wê kişand û got: “Di sala 2015'an de ez tevlî tîma fotbolê bûm.  Min jêhatiya xwe ya lîstina futbolê pêşxist, û beşdarî gelek maçan bûm di û lîgên dibistanan de li kantona Efrînê beriya dagirkeriya Tirkiyê û koçkirina bi darê zorê û îro gelek tîmên werzîşê ji bo futbola jinên ciwan li Şehbayê hene di nav de tîma Babins, Tal Qerah, Hedas û Tel Rifat heye. Em bersiva pilanên dagîrkeriya Tirkiyê bi berdewamiya jiyana xwe wekî 4 salên berê didin. Ji ber Tirkiye hewil dide nasnameya gelê Efrînê tune bike û ji holê rake, lewma divê em jin û hemû gelê Efrînê werzîşê xurt bikin û jêhatiya xwe pêş bixin û dev jê bernedin. Ez bang li hemû jinên ciwan ên xwedî jêhatîbûna werzîşî, çandî û hunerî dikim ku ji bo pêşxistina wan têbikoşin.”