Ji bo zarokên Helepçe Festîfala Lîstokên Rengan

Ji bo zarokên Helepçe 3’emîn Festîfala Lîstokên Rengan hat lidarxistin û zarokan di festîfalê de gelek lîstokên cûr be cûr lîstin.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe - Festîfala Lîstoka Rengan a sê salin bi boneyeha cejna Newrozê û hatina bûharê ji bo zarokên Helepçe tê lidarxistin îsal jî ji aliyê Koleja Perwerde, Fizîk û Zanîsta Werzîşan a Zanîngeha Helepçe ve bi diruşma “Vegera mafê lîstin” ji bo zarokên Helepçe hat organîze kirin. 3’emîn Festîfala Lîstoka Rengan li Saha Nêvdewletî ya Helepçe hat lidarxistin. Zarokên bi kelecan tevlî festîfalêbûn gelek lîstokên cûr be cûr lîstin. Di derbarê xebatên festîfalê û jêhatîbûna zarokan de rêvebera Zanîngeha Helepçe Profesor Mihabat Kamil ji ajansa me re axivî.

“Zarok bi çalakiyên bi vî awayî keyfaxweş dibin”

Mihabat Kamil da zanîn ku ew weke Zanîngeha Helepçe erka xwe dibînin çalakiyên cihêreng lidarbixin û wiha domand: “Zanîngeha Helepçe weke erkê xwe dibîne ku hemû kesayetan bejdarî çalakiyên bî vî awayî yên rengîn bike. Ne tenê di nava holê de hewiceye em zarokan ji derve jî bejdarî xebatên wiha bikin ku bala wan li ser çiye yan jî di kîjan aliyî de dikarin pêş bikevin derkeve holê. Ji bo em zarokan keyfxweş bikin me festîflek bi vî awayî li darxist. Bejdarbûna zarokan a lîstokan gelek giringe û cihê keyfxweşiyê ye. Lîstin hêz û aramiyê dide, ji lewra çalakiyên bi vî awayî wisan li zarokan dike ji lîstokan gelek hez bikin û ji medyaya civakî dûr dikevin. Erkê zanîngehê jî ewe ku li gel civakê bin nebe di nava binahiyê de girtî bimîne.”

Mamostaya zanîngeha Helepçe Bala Emîn jî da zanîn ku ew gelek keyfxweşe ji bo li darxistina festîfalên bi vî awayî, jiber hem zarok, hem jî dayik û bavên zarokan dikarin bi keyfxweşî bejdarî çalakiyên zarokên xwe dibin û wiha berdewam kir: “Ez weke mamostayek werzîşê weke erkê xwe dibînim ku gelek lîstokan fêrî neslê pêşerojê bikim, daku perwerdeya wan ji ya me cûdatir be.”