Ji Efrînê heta Xezayê: Jinan şahidiyên êşên şer parve kirin

Di panela Navenda Jineolojiyê ya Misrê de, şahidiyên jinên ji Efrîn, Şengal, Xeza, Sûdan, Lîbya û Yemenê hatin guhdarkirin. Di panelê de êş û azarên jinan ên ji ber şer, koçberiya bi darê zorê û binpêkirinên mafan hatin nirxandin.

Ji Efrînê heta Xezayê: Jinan şahidiyên êşên şer parve kirin

Misir – Di her şerê de çîrokeke jinê ku mala xwe winda kiriye, dayîkeke ku li zarokê xwe digere û malbateke ku ji ber koçberiyê perçe bûye heye. Her çend bombebaran rawestiya jî bandorên şer di jiyana jin û zarokan de wekî windakirina ewlehî, debara jiyanê, mafê tenduristî û perwerdehiyê û birînên kûr ên derûnî berdewam dikin.

Ji Efrînê ku dorpêç û koçberiya bi darê zorê jiyan kir, heta Şengalê ku qirkirina gelê Êzidî hat jiyîn, Ji Xezaya heta Sûdan, Yemen û Lîbyayê, çîrokên jinan di gelek aliyan de hevpar e. Jinên ku di destpêkirina şeran de rolek wan nîne, herî zêde biha û bedela pevçûnan didin.

Ev şahidî di panela bi navê “Şahida Bûyerê: Kesên ku ji Şer Rizgarbûn” de hatin pêşkêşkirin. Panel ji aliyê Navenda Raman û Lêkolîna Jineolojiyê ya Misirê ve di çarçoveya Kampanyaya Neteweyî Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê û di binçalakiyên projeya “Edalet û Pêşketinê” de hate lidarxistin. Jinên şahîdên şer, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan beşdarî panelê bûn.

Girîngiya belgekirina şahidiyên jinan

Rêvebera Navenda Raman û Lêkolîna Jineolojiyê ya Misirê Dr.Dîna Mohsen, di axaftina xwe ya destpêkê de balkişand ser girîngiyaguhdarkirinû belgekirina şahidiyên kesên ji şeran rizgarbûnê. Dr. Dîna Mohsen, balkişand ser rola medyayê ya ragihandina rastiyan û vekirina platforman a jin bixwe çîrokên xwe vegotin.

Şer tundiyali dijî jinan zêde dike

Nivîskar Kerîme El-Hefnewî, balkişand ser zêdebûna tundiya li dijî jin û keçan a di deverên şer de û diyar kir ku tundî ji tundiya nav malê û zewaca temen biçûk derbas dike û digihîne kuştin, koçberiya bi darê zorê û bêparkirina jinan ji mafên perwerde û tenduristiyê. KerîmeEl-Hefnewî, behsa rewşajinên li Xezayê kir û kêmbûna derman û alavên bijîjkî ya ji bo jinên ducanî û zarokan anî ziman. Kerîme El-Hefnewî, banga rawestandinaşeran, gihandina alîkariyên mirovî û parastina sivîlan kir.

Ji dorpêç û bombebaranan heta jiyana kampan

Jineke ji Efrînê şahidiya xwe ya de rbarê dorpêç, bombebaran û koçberiya bi darê zorê de parve kir. Jin, got ku piştî wêranbûna devera ku lê dijiyan, neçar man ku bi malbata xwe re ji mala xwe derbikevin û nêzî salek û nîvê di konan de jiyan kirine û ji gelek pêdiviyên bingehîn bêpar mane. Jin, destnîşan kir ku koçberî dawî li êş û azarên wan neaniye, lê bûye sedema destpêkirina têkoşînek din a jibo peydakirina stargeh, xwarin û ewlehiyê.

Reham Hesen a ji Iraqê, bi riya vîdyokonferansê beşdarî panelê bû û bal kişand ser trajediya Şengalê û qirkirina gelê Êzidî, koçberkirin, revandin û kolekirina jin û keçên Êzidî.

Jinên ku ji binê kavilên avahiyan rizgar bûne

Jina Filistînî Selwa Xettab, diyar kir ku êşên kesên ji şer rizgarbûne, bi rawestana bombebaranê bi dawî nabe, bandorên derûnî, aborî û civakî bi salan didomin. Selwa Xettab, diyar kir ku piştî bombebarankirinamala malbata xwe, nêzî pênc deqeyan di binê kavilên avahiyê de maye. Selwa Xettab, da zanîn şer bûyesedema windakirina karê wê yê ku nêzî20 salan pê ve mijûl bû û perçebûna malbata wê.

Binpêkirin û astengî ya di şer de

Nivîskar û sernivîskarê rojnameya “El-Mevkif El-Lîbî” Afaf El-Fercanî, behsa binpêkirin û astengiyên ku jinên Lîbyayê rûbirû mane kir. Afaf El-Fercanî, destnîşankir ku jin di hin qonaxên şer de rastî destdirêjiyên zayendî û tundiya komên çekdar hatine û got ku evyek bandorên derûnî û civakî li ser jiyana wan hiştine û azadî û beşdariya wan a civakî sînordar kiriye.

Li Yemenê jî şer bûye sedema wêrankirin, koçberî, perçebûna malbatan û zêdebûna xizanî. Balyoz Amîne Mohsen, behsa rewşa malbatên koçber kir û bal kişand ser bandorên bombebaranê, qutbûna xizmetên bingehîn û xeteriya leşkerkirina zarokan.

Ji êşên koçberiyê heta tekoşîna peydakirina debara jiyanê

Rojnamevanê Sûdanî Îman El-Huseyn, behsa rewşa penaberên jin ên li Misrê kir û diyar kir ku gelek jinên xwedî dîplomayên zanîngehê tevî ku di warên bijîjkî û endezyariyê de xwendine, neçar dibin ji bo xwarin û perwerdehiya zarokên xwe, di karên giran û li gorî pisporiya xwe ne de bixebitin.

Îman El-Huseyn, bal kişand ser pirsgirêka gihîştina zarokên penaberan a ji bo perwerdehiyê û got ku rola rojnamegeriyê divê tenê bi ragihandina hejmaran ve sînordar nemîne, divê çîrokên jiyanê yên jinan jî belge bike û nepenîtiya wan biparêze.

Banga edalet û parastina jinan

Şahidiyên kuji Efrîn, Şengal, Xeza, Sûdan, Yemen û Lîbyayê ya di panelê de hatin parvekirin, careke din nîşan dan ku şer tenê nabe sedema wêrankirinamadî, jiyanajinan, malbatan û civakan jî diguherîne.

Beşdaran, balkişandin ser girîngiya belgekirina şahidiyên mexdûran kir û got ku divê êş û azarên wan tenê wekî hejmar neyê nirxandin. Her wiha pêdiviya hesabpirsînê ji bo binpêkirinan û pêşîlêgirtina dubarebûna binpêkirinan hate destnîşankirin. Jinên ji şer rizgarbûnê ne tenê şahidên trajediyê ne, ew xwedî mafê edaletê ye û di avakirina aştiyê û ji nû ve avakirina civakê de xwedî roleke bingehîn e.