Navenda Nûçeyan – Li Îranê, girtiyên beşdarî kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’ ku li dijî cezayê darvekirinê li 67 girtîgehan didome bûne, di hefteya 148’an de dest bi greva birçîbûnê kirin.
Di daxuyaniya ji aliyê Kampanyayê ve hatî dayîn de hate diyarkirin ku erêkirina pêşnûmeya biryarnameyê li ser binpêkirinên mafên mirovan li Îranê, ji aliyê Komîteya Sêyemîn a Desteya Giştî ya NY ve nîşan dide ku dengê li dijî binpêkirinên mafên mirovan li welat li qada navneteweyî hatiye bihîstin. Di dengdana 18’ê Mijdarê de, pêşnûme bi 76 dengên erê, 27 dengên na û 64 dengên bêalî hate pejirandin û ji bo dengdana dawî ji Desteya Giştî re hate şandin.
Di hefteyekê de 29 kes hatin darvekirin
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî vê jî, darvekirin li Îranê berdewam dikin û ragihand ku di Mijdarê de zêdetirî 81 kes û tenê di hefteya dawî de herî kêm 29 kes hatine darvekirin.
Hat ragihandin ku cezayên darvekirinê yên girtiyên siyasî Mîlad Armun û Navîd Neccaran hatine erêkirin û her du girtî li Girtîgeha Kizilhisarê di hucreya yekkesî de ne û bi xetereya darvekirinê re rûbirû ne. Hat ragihandin ku cezayên darvekirinê li Huseyin Pervîn, Emîr Huseyîn Gulamşahî, Huseyîn Caferî, Pouya Fahreabadî û Muhammed Şarkî hatine birîn.
15 kes hatine binçavkirin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê ku li dijî darvekirinên li Abdananê daketine kolanan û di dema xwepêşandanan de herî kêm 15 kes hatine binçavkirin û birine cihek nenas. Kampanyayê daxwaza serbestberdana bê şert û merc a kesên hatine binçavkirin kir.
Di daxuyaniyê de, hat bîrxistin ku teqawidên li Raştê hefteya borî ligel endamên kampanyayê dirûşmeyên ‘Ji cezayê mirinê re na’ qêriyan, bang li karker, teqawidbûyan, sendîkayên karker û çalakvanên siyasî û civaka sivîl hat kirin ku tevlî kampanyayê bibin.
Girtiyên ji 67 girtîgehan, di nav de yên li Tehran, Kerec, Esfehan, Şîraz, Urmiye, Mehabad, Sine, Kirmanşan, Tebrîz û Zahedanê, beşdarî greva birçîbûnê bûn. Daxuyaniya kampanyayê bi banga ‘Ji darvekirin û îşkenceyê re na; ji azadî, edalet û mafê serweriya gel re erê’ bi dawî bû.




