Di nava kavilên Xezayê de têkoşîna "Cotmeha Pembe"

Tevî şer, kêmbûna dermanan û fişara civakî, jinên li Zîvala Xezayê ji bo teşhîsa zû ya penceşêra pêsîrê dengê xwe bilind dikin û piştgiriya hev dikin.

REFÎF ISLÎM 

Filistîn – Saziyên li Zîvala Xezayê, bi destpêkirina meha Cotmehê re bi armanca avakirina hişyariya der barê penceşêra pêsîrê de di bin dirûşmên wekî "Di nava kavilan de Pembeya min vedibe" û "Cotmeha Pembe" de kampanyayên cihêreng dan destpêkirin. Ev hewldan, di demeke ku piştî sê salên şer, zêdebûna berbiçav a di hejmara bûyerên zêdebûna penceşêrê de ku jin rastî radyasyon û madeyên gemarî hatin û dikarin bibin sedema derketina vê nexweşiyê de tê meşandin.

‘Dê tevahiya mehê di komxebat û civînan de girîngiya teşhîsa zû bê vegotin’

Nûnera Navenda Pêşveçûna Civakî û Medyayê ya li Xezayê Nura El-Aşî, bi bîr xist ku meha Cotmehê li seranserê cîhanê wekî Meha Hişyariya Penceşêra Pêsîrê ye û diyar kir ku li Xezayê jî ji bo agahdarkirina jinan der barê xeter û encamên vê nexweşiyê de xebat tên meşandin. Nura El-Aşî, bal kişand ser girîngiya teşhîsa zû, kontrolkirina xwe bi xwe û diyar kir ku ev hewldan bi riya kampanyayên hişyariyê û peyamên kurt pêk tên.

Nura El-Aşî, da zanîn ku navendê kampanyaya xwe bi riya medyaya dîjîtal daye destpêkirin û got ku ew plan dikin ji bo jinên nexweşên penceşêrê li yek ji nexweşxaneyên Xezayê rûniştinên piştgiriya derûnî saz bikin. Nura El-Aşî diyar kir ku ew bi taybetî ji bo jinên rojnamevan ên li bajêr kar dikin rûniştinên agahdarkirinê bên lidarxistin û dê di tevahiya mehê de di komxebat û civînan de girîngiya teşhîsa zû bê destgirtin.

‘Gelek pirsgirêkên ku navend bi wan re rûbirû dimîne hene’

Nura El-Aşî, bal kişand ser zehmetiyên berdewam ên jinên li Xezayê ji ber qirêjiya hewa, av û axê rûbirû dimînin û got: “Dibe ku kombûna radyasyonê ya di axê de bibe sedema zêdebûna bûyerên penceşêrê. Ji bo kontrola nexweşiyê, teşhîsa zû pir girîng e. Her wiha gelek pirsgirêkên ku navend bi wan re rûbirû dimîne hene û ji ber xeterên ewlehiyê gihîştina hinek jinên ku li nêzî Xeta Zer dijîn dijwar e. Ji bo ku endamên tîmê nekevin xeterê, em bi van jinan re têkilî datînin û wan teşwîq dikin ku werin navendê.”

‘Hinek jin ji ber tirsa damxeya civakî serlêdanên xizmetên bijîşkî nakin’

Nura El-Aşî, diyar kir ku jin bi zehmetiyan re rûbirû dimînin û destnîşan kir ku hinek nexweş ji tirsa damxeya civakî ya bi nexweşiyê re serlêdanên xizmetên bijîşkî nakin. Nura El-Aşî, da zanîn ku tirsa ji berteka civakî û fikara ji dûrxistina ji aliyê jinên din ve piştî şer zêde bûye.

Nura El-Aşî, di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ji bo bênavber dermankirina jinên xweşên penceşêrê, pêdivî hêsankirina prosedurên sewqkirina bijîşkî heye.

‘Her roj bûyerek nû derdikeve holê’

Nihaye Cerade ya Rêvebera Têkiliyên Giştî ya Weqfa Basma Amal a lênêrîna nexweşên penceşêrê dike, diyar kir ku jinên bi nexweşiya penceşêrê di tevahiya salê de hewceyê piştgiriya derûnî ya domdar in. Nihaye Cerade, da zanîn weqf di çarçoveya Meha Hişyariya Penceşêra Pêsîrê de çalakiyên curbecur li dar dixe û hewl dide hem piştgiriyê bide nexweşan û hem jî hişmendiya jinên din zêde bike. Nihaye Cerade, destnîşan kir ku ev hewldan li ser girîngiya teşhîsa zû, pêwîstiya ku jin bi rêkûpêk tenduristiya xwe bişopînin tê kirin.

‘Bi dehan jin bêyî bigihîjin belgeyên dermankirinê yan jî sewqê nexweşxaneyê bibin mirin’

Nihaye Cerade, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir weqf hewl dide ji nexweşan re gelek xizmetên mîna kontrolên tenduristiyê yên bi rêkûpêk û dozên dermankirinê, cihê mayînê, xwarin, cil û pêdiviyên paqijiya kesane peyda dike. Nihaye Cerade, axaftina xwe wiha domand: “Lê hêzên Îsraîlî rê li ber gihandina alîkariyên mîna dermankirina bijîşkî digre. Ji bo nexweş di van şert û mercên dijwar de li kampê tenê nemînin, derfet tê dayîn ku kesek li gel wan bimîne. Nexweş di muayeneyên teşhîsê yên pêwîst de bi zehmetiyên mezin re rûbirû dimînin û gelek caran neçar in ku bi mehan li bendê bimînin. Her wiha bi dehan jinan bêyî bigihîjin belgeyên dermankirinê yan jî sevkê bijîşkî mirin.”

‘Faktorên derûnî jî di zêdebûna bûyerên penceşêrê de roleke girîng dileyîzin’

Nihaye Cerade, da zanîn ku beriya şer hejmara jinên nexweşên penceşêrê gihîştibû 11 hezaran, di roja me ya îro de hejmara giştî nehatiye diyarkirin. Nihaye Cerade, destnîşan kir ku tevî astengkirina temam a ketina hinek dermanan ji bo Xezayê, faktorên derûnî jî di zêdebûna bûyerên penceşêrê de roleke girîng dilîzin.

‘Em li ba hemû jinên nexweşiyên penceşêrê ne’

Nihaye Cerade bang li hemû jinan kir ku bêyî derengxistin ji bo teşhîsa zû xwe bidin kontrolkirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em li kêlaka hemû jinên nexweşiyên penceşêrê ne. Civak jî piştgiriya dide wan û em dixwazin baweriya xwe bi vê piştgiriyê bimînin. Hêza îradeyê di têkoşîna li dijî vê nexweşiyê de hêzeke jiyanî ye û di pêşîlêgirtina belavbûna vê nexweşiyê ya li beşên din ên bedenê de biryardarî xwedî girîngiyeke mezin e.”