“Zaynal Abarakov bi çi hincetê hat berdan?”

Ayşe Acar Başaran der barê gumanbar Zaynal Abarakov ê di windakirina Gulistan Doku de rola wê heye, pêşniyarname pêşkêşî meclisê kir û wiha pirsî; “Çima îfadegirtina gumanbarê sereke Zaynal Abarakov 2 sal berdewam kir? Abarakov bi çi hincetê hat berdan?”

Navenda Nûçeyan – Parlamentera HDP'ê ya Êlihê û Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran duh binçavkirin û berdana gumanbarê bûyera Gulistan Doku Zaynal Abarakov de ji alîkarê serokomar Fuat Oktay pirsî. Di pêşnûmeya ku der barê mijarê de ji meclisê re hat pêşkêşkirin de wiha hat gotin: "Xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku ya 21 salî ji dîroka di 5'ê Çileya 2020'an de tam ev 2 sal in winda ye. Di vê demê de der barê tiştên bi serê wê de hatine de delîlên têr nehatine berhevkirin û lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin. Di îmtîmala ku întihar kiribê de, li bajarekî wek Dêrsimê ku çar aliyên we bi kamerayên MOBESE tên kontrolkirin neditîna cenazeyê wê gumanan çêdike.”

Di berdewamiya pêşnûmeyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Gumanbarê sereke yê windakirina Gulistan Doku Zaynal Abarakov ji 5’ê Çileya 2020’an şûnde cara ewil di 17’ê Adara 2022’an de li navçeya Alanya ya Antalyayê hat binçavkirin û piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Alanyayê hat girtin, hat berdan. Dema ku der barê Zaynal Abarakov û malbata wî de pêvajoyên hiqûqî bi bandor nehatin meşandin, der barê parêzerê malbata Doku Alî Çîmen de îfadeyên wî bi hincet hatin nîşandan û bi hinceta "nepeniya lêpirsînê binpê kiriye" lêpirsîn hat destpêkirin. Di daxuyaniya ku lêpirsin hat destpêkirin de parêzer diyar dike ku "cismek ketiye avê" tune ye.

“Cenazeyên din hatin dîtin lê Gulistan nehat dîtin”

Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku di ava Munzurê de hatin kirin de, ji bilî Gulistanê cenazeyên kesên din hatin ditîn, negihîştin Gulistanê ev gotina ku Gulistan di nava avê de nebûye îsbat dike. Lêpirsîna der barê Gulistan Doku de demeke dirêj nehat kirin û lêkolîn bi giranî tenê bi xebatên lêgerînê yên binê avê hatin bisînorkirin. Yekane bingeha rast a vê ferasetê ew e ku 5'ê Çileya 2020'an saet 12:21'ê de sînyala telefonê ya Gulistanê li ser Pira Dînar a li ser Gola Bendava Uzunçayirê qut bûye. Lê tê zanîn ku Gulistan piştî sînyal qut bûye 2 saetan di kameraya wesayîdekê de hatiye girtin û piştre li derdora seat 16.40’an de îfadeya şahidan heye.

"Girtîname hat girtin”

Ji aliyê din ve ekîbên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Leşkeran (JAK) raporek dan û diyar kirin ku Gulistan ne di bin avê de ye. Her wiha xwişka wê Aygul Doku jî diyar kir ku du roj beriya ku xwişka wê winda bibe ji wê pirtûkek xwestiye, diyar kiriye ku zanîngehek duyemîn bixwîne û diyarî stendiye ku di betlaneyê de ji malbata xwe re bibe. Ev hemû weke argumanên ku îhtîmala întihara Gulistanê ji holê radikin, nîşan didin.

“Malbat bi cezayên perê re rû bi rû ne”

Serdozger salekê piştî lêgerîna destpêkê, ji bo serdozgerên komarê yê 81 bajaran, midûriyetên emniyetê û serfermandariyên leşkeran nivîsa fermanê şand û da xuyakirin ku ew ji 5’ê Çileya 2020’an şûnve li bajarên xwe cesedên jinan ên nasnameya wan nehatiye zelalkirin lêkolîn bikin û tevî vê agahiya qeydê lêpirsînê heye yan nîn e bi wan re parve bikin. Di çalakiya rûniştinê de xwişk û dayika Gulistan Doku rastî binçavkirin û cezayê pereyan hatin. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku hem pêşnûnameya pirsê bêbersiv hatine hiştin û hem jî di belgeyan de navê bersûc Zaynal Abakarov hatiye sansurkirin."

Di berdewama pêşnûmeyê de jî ev pirs hatin kirin:

“*Çima lêpirsîna der barê Gulistan Doku de ewqas hêdî tê kirin?

*Çima îfadegirtina gumanbarê serekê Zaynal Abarakov 2 sal berdewam kir? Abarakov bi çi hincetê hat berdan?”

* Çawa Gulistan Doku 2 sal in li bajarekî biçûk wek Dêrsimê ku pêkanînên ewlehiyê di asta herî jor de ne, nayê dîtin?

*Beriya Gulistan Doku were dîtin girtina dosyaya wê mijara gotinê yan ne? Di dosyayê de rewşa dawî çi ye, xebatên ditîna Dokuyê gihîştiye kîjan astê?

*Çima daxwaza lêkolînkirina Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê cenazeyên jinên ku nasnameya wan nehat tesbîtkirin de evqas dem girt?

*Çima der barê Zaynal Abarakov de lêpirsîneke bi bandor nayê destpêkirin?

*Çima di pêşnûmeyê de navê Zaynal Abarakov tê sansurkirin?

*Agahiyên ku dan malbata Gulistan Doku û gotin Abarakov 'di bin çavan de ye' tên çi wateyê?

*Zaynal Abarakov di 5’ê Çileya 2020’an saet di navbera 16.00 û 19.00’an de li ku derê bûye? Ma wî karibû îsbat bike?

*Qeydên telefonê yên Abarakov hatin lêkolînkirin? Ger hatibin lêkolînkirin gelo di qeydên telefonê de delîl hene ku roja bûyerê bi Gulistan Doku re têkilî daniye?

*Çima malbata Gulistan Doku tevî ku mafê xwe yê demokratîk ê çalakiyan bi kar aniye jî rastî zextên wekî binçavkirin û cezayê pere hat?

*Di pêvajoya pêş de ji bo dîtina Gulistan Doku gavên çawa dê bên avêtin? Di vê mijarê de xebatên we dê çi bin?”